Estonya polîtîkaya asîmîlasyonê didomîne

Piştî serxwebûnê, Estonya, Lîtwanya û Latwiya bi hêza qanûnê marjînalkirina welatiyên rûs kirin polîtîkayeke bingehîn.

Ji destpêka sala 2024’an û şûn ve li hemû pêşdibistan û dibistanên seretayî yên li Estonyayê perwerdeya bi zimanê estonî dest pê bike.

Statuya kêmarên rûs a li welatên Baltik ji destpêka salên 1990’an û vir ve herdem meseleyeke navxweyî ya van welatan e.

Piştî serxwebûnê, Estonya, Lîtwanya û Latwiya bi hêza qanûnê marjînalkirina welatiyên rûs kirin polîtîkayeke bingehîn.

Bisînorkirina mafên ziman ên welatiyên rûs stûneke vê polîtîkaya asîmîlasyonîst bû.

Estonya di vê mijarê gavek din jî avêt û di kanûna 2022’an de qanûneke din a cudaxwaz xist meriyetê.

Ev qanûn, derbarê perwerdeya bi zimanê Estonî ya di dibistanên seretayî û navîn de ye.

Di çarçoveya vê de, divê di destpêka sala 2024’an de li hemû pêşdibistan û dibistanên seretayî perwerdeya bi zimanê estonî dest pê bike.

Polên jor ên dibistanên navîn wê bikaribin heta 40 ji % mifredata xwe bi zimanekî din bidin.

Estonya û her du welatên din ên Baltikê

Perwerdeya bi zimanekî din a di vê sektorê de encax wê bi destûra hukumetê mimkûn bibe.

Ev qanûn rasterast tesîrê li welatiyên rûs dike û mafê heyî ya perwerdeya bi zimanê rûsî ji holê radike.

Qanûna perwerdeyê, zanîna zimanê xwerû ya Estonyayê (estonî) û du zimanên biyanî û ji bo xwendekaran ferz dike.

Bi vê naveroka xwe, qanûna estonî di çarçoveya pêdiviyên polîtîkaya perwerdeyê ya Yekitiya Ewrûpayê de hatiye amadekirin.

Lê ji ber ferzkirina destûrê ya ji bo perwerdeya bi zimanê rûsî, Estonya di vê mijarê de bi eşkereyî hiqûqa navneteweyî û ya ewrûpî îhlal dike.

Lewma jî welatiyên rûs û parazvanên mafên ziman ên li cîhanê di wê baweriyê de ne, Estonya polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonîst a li dijî zimanê rûsî dixwaze bi israr bimeşîne.

Rûsên li Estonyayê

Digel polîtîkaya zextan a ji 1991’an ve dom dike, hîn jî 20 ji % nifûsa Estonyayê ji welatiyên rûs pêk tê.

Li derdora 5-10 ji % nifûsê jî bi zimanê rûsî diaxivin lê mafê wan ê welatîbûnê ji destên wan hatine girtin.

Digel polîtîkaya zextan a ji 1991’an ve dom dike, hîn jî 20 ji % nifûsa Estonyayê ji welatiyên rûs pêk tê.

Li derdora 5-10 ji % nifûsê jî bi zimanê rûsî diaxivin lê mafê wan ê welatîbûnê ji destên wan hatine girtin.

Estonya bi qanûna 1995’an mafê welatîbûnê ya kesên piştî 1940’î li welêt bicî bûbûn, betal kiribû.

Li Estonyayê belavbûna cografîk kesên bi zimanê rûsî diaxivin

Rûsên li Estonyayê herî zêde li bakurê welêt, berûberê peravên Deryaya Baltik û li ser sînorên Rûsyayê dijîn.

Welatiyên rûs perwerdeyê de wekî qadeke bingehîn ê parastina nasnameya xwe qebûl dikin û lewma jî bi awayekî kolektîf dibistanan birêxistin dikin.

Bo nimûne, li paytexta Estonya Tallinnê 65 dibistanên belediyeyê hene û li 25 ji wan perwerde bi zimanê rûsî tê dayîn.

 

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …