Welatê Gal otonomiyê nîqaş dike

Welatê Galê ya bi ser Brîtanyayê ve otonomiyeke berfireh nîqaş dike.

Sendîkaya Unison Cymru Wales di vê proseya gotûbêja di asta dînamîkên demokrasiyê de, pêşengiyê dike.

Endamên vê sendîkayê di wê baweriyê de ne, divê erkên Welatê Galê bên zêdekirin.

Nîqaşa dawî ji ber meseleya zêdekirina heqdestên xebatkarên sektora tenduristiyê dest pê kir.

Welatê Galê ya bi ser Brîtanyayê ve otonomiyeke berfireh nîqaş dike.

Sendîkaya Unison Cymru Wales di vê proseya gotûbêja di asta dînamîkên demokrasiyê de, pêşengiyê dike.

Endamên vê sendîkayê di wê baweriyê de ne, divê erkên Welatê Galê bên zêdekirin.

Nîqaşa dawî ji ber meseleya zêdekirina heqdestên xebatkarên sektora tenduristiyê dest pê kir.

Hukumeta Galê piştî muzakereyên dûvedirêj, di dawiya dawî de heqdestên xebatkarên tenduristiyê NHS piçek zêde kir.

Lê digel vê jî Unison Cymru Wales ji pozîsyona xwe paş ve gav navêt û nîqaşa li ser otonomiyê domand.

Sekreterê herêmî yê sendîkayê Dominic MacAksill got peymana otonomiyê di pratîkê de zêde bi kêr nayê.

Dominic MacAksill. Sekreterê herêmî ya Unison Cymru Wales

MacAksill got, hukumeta Brîtanyayê nahêle Welatê Galê biryarên derbarê meseleyên xizmetên gelemperî bide.

Hêjayî gotinê ye, di nîqaşên dawî yên li ser otonomiyê de gav bi gav meseleya federalîzmê derdikeve pêş.

Gelek ji parazvanên mafên neteweyî yên Galê di wê baweriyê de ne, pergala herî baş xwe xwerêvebirinê federalîzm e.

Sînorên otonomiyê

Sekreterê Unison Cymru Walesê derbarê otonomiya bisînor û midaxaleya hukumeta Londonê de wiha axivî:

Mafê Galê heye derbarê xizmetên giştî de biryarên xwe bide. Lêbelê erkên hukumeta Galê tune ye ev mafan cîbicî bike.

Li aliyekî din, hukumeta herêmî nikare heqdestên xebatkarên sektora gelemperî têra xwe zêde bike û xebatkarên nû bibîne.

Dixwazî mesele bila tenduristî an perwerde be, wezîrên galî dibêjin: “Di destên me de fon tune ne ku em bikaribin xizmeteke baş bikin. Ji bo em bikaribin armancên xw epêk bînin divê Westminster zêdetir pere ji me re bişîne.”

Meseleya îdeolojiyê

Welatê Galê ev sala 2010’an û vir ve ji aliyê hukumeta Partiya Kedê ve tê birêvebirin.

Di sê hilbijartinên dawî de ev partî bi ser ket û mafê damezrandina hukumeta Welatê Galê bi dest xist.

Berevajiya vê, niha li Londonê hukumeta Partiya Muhefazakar li ser kar e û lewma jî her du hukumet di warê îdeolojîk ve jî li pêşberî hev disekinin.

London naxwaze hukumetên Galê ji bo sektorên gelemperî zêde mesrefê bike û lewma jî çavkaniyên pêwîst ji bo vê terxan nake.

Welatê Gal (bi galî Cymru) tevlî Skotland û Îrlandaya Bakur yek ji sê herêmên xweser a bi ser Brîtanyayê ve ye.

Brîtanya di 1999’an de otonomiya Galê nas kir û li welêt parlemena herêmî Senedd hat avakirin.

Welatê Gal

Welatê Gal (bi galî Cymru) tevlî Skotland û Îrlandaya Bakur yek ji sê herêmên xweser a bi ser Brîtanyayê ve ye.

Brîtanya di 1999’an de otonomiya Galê nas kir û li welêt parlemena herêmî Senedd hat avakirin.

Nifûsa Galê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê bi qasî 20 hezar km2 ye.

Gal xwedî hukumeteke otonom e li welêt ligel îngilîzî zimanê galî jî fermî ye.

Li gorî anketeke 2021’an, ji sedî 35’ê civaka Galê otonomiyeke berfireh dixwazin.

Heman anket nîşan dide, alîgirên serxwebûna welêt sedî 14’ê civakê ne.

 

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …