Zimanekî Kanadayê bû xwedî derfetên perwerdeyê

Zimanê gelê Stoney Nakoda ya li Kanadayê wê ji îro pê ve bibe xwedî derfetên perwerdeyê.

Li Kanadayê ji bilî îngilîzî û fransî ku her du jî zimanên fermî ne, 60 zimanên xwecî tên axaftin.

Hejmara kesên zimanên xwecî zimanên wan ên dayikê ne nêzîkî 215,000 e.

Zimanê gelê Stoney Nakoda ya li Kanadayê wê ji îro pê ve bibe xwedî derfetên perwerdeyê.

Ev zimanê ji aliyê kêm kesan ve tê axaftin, heta niha bi tenê di malbatê de dihate fêrkirin.

Saziya Perwerdeya Stoneyî, piştî xebateke bilez û bez ferheng û pirtûkên perwerdeyê amade kirin.

Yek ji amûreke din a perwerdeyê jî wê podcast in ku tê de kesên pîr çîrokên bi zimanê Stoneyî dibêjin.

Kordînatorê bernemaya ziman û çandê ya saziya perwerdeyê Cherith Mark bi van gotinan pêdiviya perwerdeyê îzeh dike:

“Zimanê me di xetereyê de ye. Lewma, divê em hînî nivîsandina wê bibin.”

Di sala ewil a perwerdeyê de wê 1500 zarok dersa zimanê Stoneyî werbigirin.

Ferheng û pirtûkên perwerdeya zimanê Stoneyî

Gelê Stoney Nakoda

Stoney Nakoda ku wekî Îyârhe Nakoda jî tê binavkirin, komeke ji gelên xwecî yên Kanadayê ye.

Ev gel bi giranî li rezerveke xweser a li başûrêrojavayê eyaleta Albertayê dijî.

Stoney Nakoda ku wekî Îyârhe Nakoda jî tê binavkirin, komeke ji gelên xwecî yên Kanadayê ye.

Ev gel bi giranî li rezerveke xweser a li başûrêrojavayê eyaleta Albertayê dijî.

Ji bilî Albertayê, hin ji endamên vî gelî belavî eyaletên Saskatchewan a Kanadayê û eyaleta Montana ya DYA’yê bûne.

Li gorî daneyên fermî yên Kanadayê hejmara endamên Stoney Dakota li derdora 2,000 e.

650 kes ji vê hejmarê Stoneyî wekî zimanê yekemîn diaxivin.

360 kes jî zimanê xwe yê dayikê di bi endamên malbatê re diaxivin.

Zimanên xwecî yên Kanadayê

Piraniya zimanên xwecî ji aliyê ji 1000’î kêmtir kesan ve tên axaftin û lewma jî hebûna wan a ji bo siberojê ne misoger e.

Li Kanadayê ji bilî îngilîzî û fransî ku her du jî zimanên fermî ne, 60 zimanên xwecî tên axaftin.

Herêmên Kanadayê yên zimanên xwecî lê tên axaftin.

Hejmara kesên zimanên xwecî zimanên wan ên dayikê ne nêzîkî 215,000 e.

Lêkolînên dawî nîşan didin, nîvê zimanên xwecî bi xetereya jinavçînê re rû bi rû mane.

Tê ragihandin, bi tenê çend ziman –cree, ojibwa û inuit-kêm zêde xwedî siberojeke baş in.

Piraniya zimanên mayî ji aliyê ji 1000’î kêmtir kesan ve tên axaftin û lewma jî hebûna wan a ji bo siberojê ne misoger e.

—————–

Fotoyê bergê: La Presse Canadienne / Jeff Mcintosh

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …