Bakurê Baskê û perwerdeya ziman

Bi qasî 20 ji % nifûsa li Bakurê Baskê bi zimanê baskî diaxive.

Duzimaniya pasîf a fransî-baskî di nava koma di temenê 16-34’an de bilind dibe. Lê digel vê jî bikaranîna rojane ya baskî di nava vê komê de kêm dibe.

Ji bo pêşîgirtina paşveçûna zimanê baskî divê polîtîkayeke ziman a pro-aktîf bê şopandin.

Fransaya wekî netew-dewletekê hate damezrandin, herdem bi asîmîlasyona xwe ya li dijî zimanan hate naskirin.

Ev polîtîkaya jakoben a hêza xwe ji Şoreşa Fransî digirt, di deh salên dawî de hate nermkirin.

Bi guherîna polîtîkaya ziman re deriyên perwerdeya fermî ji zimanên kêmar re hate vekirin.

Ev guherîn bû sebeb, tevlî hin zimanên din zimanê baskî jî di perwerdeyê de gav bi gav ciyê xwe bigire.

Navenda Lêkolîna Ewrûpî Mercator bi dosyeyekê dawî li ser vê mijarê agahiyên berfirek parve kir.

Lêkolîna dawî ji aliyê xwendekarê doktorayê yê Beñat Lascano ve hatiye kirin.

Lascano dosyeya ewil a li ser perwerdeya zimanê baskî ya 1998’an kiriye bingeha xebata xwe.

Naveroka lêkolînê

Hin encamên balkêş ên vê dosyeyê wiha ne:

  • Yek ji sêyan xwendekarên li Bakurê Baskê dersa zimanê baskî werdigirin.
  • Zimanê baskî di piraniya sektora perwerdeyê de hîn jî derseke hilbijarî ye û di tu astên perwerdeyê de nehatiye ferzkirin. Li ser daxwaza dêvaban xwendekar dibin derfeta perwerdeya baskî.
    Berga lêkolîna dawî ya li ser perwerdeya zimanê baskî ya li Fransayê.
  • Duzimaniya pasîf a fransî-baskî di nava koma di temenê 16-34’an de bilind dibe. Lê digel vê jî bikaranîna rojane ya baskî di nava vê komê de kêm dibe.
  • 48 ji % xwendekarên pêşdibistanê, 40 ji % yên dibistanên seretayî û 23 ji % yên dibistanên navîn yek ji formeke perwerdeya baskî werdigirin (duzimanî yan yek ji formên perwerdeya îmersiyonê).
  • Bi qasî 20 ji % nifûsa li Bakurê Baskê bi zimanê baskî diaxive.

Lêkolîner Lascano ji bo parastina zimanê baskî ev pêşniyazan dike:

  • Ji bo pêşîgirtina paşveçûna zimanê baskî divê polîtîkayeke ziman a pro-aktîf bê şopandin.
  • Divê di her dibistanê de zimanê baskî bibe parçeyeke mifredata perwerdeyê. Qet nebe divê derfeta perwerdeya duzimanî ya fransî-baskî hebe.
  • Ji bo parastina ziman divê îradeyeke polîtîk û derfetên aboriyê hebin.
  • Hejmara mamosteyên zimanê baskî têra daxwazan nake. Lewma divê ji bo çareserkirina vê meseleyê gav bên avêtin.

Ku der e Bakurê Baskê?

Di 2016’an de ji nîvê zêdetir belediyeyan û herwiha ji nîvê zêdetir nifûsa li Bakurê Baskê piştî dengdanê herêmekê damezrandin.

Welatê Baskê ya Bakur ku navê wê yê esil Iparralde de ye, girêdayê departmana Pyrénées-Atlantiques a li başûrêrojavayê Fransayê ye.

Berfirehbûna vê herêmê bi qasî 3000 km² ye û herêm ji Nafarroa Beherea, Lapurdi û Zuberoa pêk tê.

Her sê erdên Bakurê Baskê ya li Fransayê

Nifûsa vê herêmê li derdora 300,000 ye.

Di 2016’an de ji nîvê zêdetir belediyeyan û herwiha ji nîvê zêdetir nifûsa li Bakurê Baskê piştî dengdanê herêmekê damezrandin.

Ev herêm di 2017’an de ji aliyê Fransayê ve hate qebûlkirin û bû xwediyê statuyeke fermî.

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …