Weqfa Coppitiers di lêkolîna xwe ya dawî de bi riya çar mînakan meseleya paradîplomasiyê bêtir ronî dike.
Ev saziya li Belçîkayê, di vê xebatê de dîplomasiya herêmên Ewrûpayê ji xwe re kiriye mijar.
Sernivîsa bi navê Li Ewrûpayê Paradîplomasî li ser dîplomasiya herêmên Galîsya (Îspanya), Aland (Swêd), Flander (Belçîka) û Greenland (Denmark) disekine
Dîplomasî herwext wekî qadeke di bin kontrola dewletan de hatiye qebûlkirin.
Lê hin herêmên xweser an federal bi hewldanên xwe di vê qadê de gav bi gav derdikevin pêş.
Performansa dîplomatîk a van herêman bûye sebeb qadeke nû ya dîplomasiyê derkeve pêş.
Ev qada nû ya navneteweyî wekî “paradîplomasî” tê pênasekirin.
Weqfa Coppitiers di lêkolîna xwe ya dawî de bi riya çar herêman meseleyê bêtir ronî dike.
Ev saziya li Belçîkayê di vê xebatê de dîplomasiya herêmên Ewrûpayê ji xwe re kiriye mijar.
Sernivîsa bi navê Li Ewrûpayê Paradîplomasî li ser dîplomasiya herêmên Galîsya (Îspanya), Aland (Swêd), Flander (Belçîka) û Greenland (Denmark) disekine.
Lêkolîna dawî bi beşa Xebata Derveyî Welat a Herêmên Ewrûpayê ya di 2021’an de dest pê dike.
Piştî dayina hin agahiyan li ser lîteratura di vê meseleyê de çar gotarên li ser herêmên navborî cî digire.
Di dawiya xebatê de vê carê Galîsya, Aland, Flander û Greenland tên miqayesekirin û paşê hin encam tên bidestxistin.
Encamên lêkolînê
Kurteya hin encamên vê xebatê gihîştiye ev in:
- Her çar herêm li herêmeke cografîk a girîng e û ev herêm li wir roleke stratejîk dilîzin. Ev qadên cografîk Atlantîk (Greenland û Galisya), Deryaya Bakur (Flander), Deryaya Baltik (Aland), Herêma Arktîk (Greenland).
- Bruksel bajarekî girîng e û Flanders dixwaze ev bajar wekî paytexta wê bimîne. Ev jî qîmeta Flanderê hîn bêtir zêdetir dike.
- Bi awayekî dîrokî her çar herêm li hemberê zextên çandî, polîtîk û aborî di ber xwe dane.
- Her çar herêm jî dixwazin di asta Yekitiya Ewrûpayê de derfetan bi dest bixin.
- Greenland û Aland digel daxwaza miletê, di proseya dekolonîzasyonê ya di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de bi ser neketine.
- Galîsya û Flander bi riya Îspanya û Belçîkayê tevlî xebata Konseya Ewrûpayê dibin. Lê Aland û Greenland ji vê mafî bêpar in.
- Galîsya ji bo paradîplomasiyê qanûna Xebata Derveyî Welat qebûl kiriye û ev jî di vê mijarê de wê kiriye tekane herêm.