Autonomos

Roja Neteweyî ya Katalan hate pîrozkirin

Roja neteweyî ya Katalonyayê (Onze de Setembre) bi beşdariya 800,000 kesî li Barselonayê hate pîrozkirin. Çar kortejên meşê, çar stûnên ku “nirxên sereke yên komara Katalan” –azadî, ziman, welat û serdestiyê- temsîl kirin. Roja neteweyî ya Katalonyayê (Onze de Setembre) bi beşdariyeke xurt li paytexta welêt Barselonayê hate pîrozkirin. Ji …

Bêtir »

Ji bo serxwebûna welatê xwe bûn yek

Li Katalonyayê Tifaqa Neteweyî ya Tevgera Sivîl a ji bo Serxwebûnê hate avakirin. Meclîsa Neteweyî ya Katalan, Omnium Cultural, Konseya Komarê, Komeleya Şaredariyên ji bo Serxwebûnê û Konfederasyona Sendîkayan CSC bûn endamên vê tifaqê. Platforma nû, ligel pêkanîna kordînasyona di navbera saziyên sivîl de, wê civakê ji bo serxwebûnê têxe …

Bêtir »

Puigdemont: Referandûma serxwebûnê nas bikin

Puigdemont  duh bi daxuyaniyekê şertên xwe yên ji bo muzakereyên bi PSOE’yê re diyar kir. Lîderê Katalan got, divê hemû dozên Îspanya li hemberê wî û serxwebûnxwazan daye destpêkirin, bê betalkirin. Duyemîn şertê Puigdemont derbarê naskirina encamên referandûma serxwebûnê ya 2017’an bû. Puigdemont di heman demê de ji Îspanyayê daxwaz …

Bêtir »

Abhazya naxwaze tevlî Rûsyayê bibe

Abhazya naxwaze bibe parçeyeke Federasyona Rûsyayê. Çend roj berê Dmitry Medvedev meseleya kontrolkirina Abhazyayê ya ji aliyê Rûsyayê anîbû rojevê. Cîgirê serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Medvedev gotibû, Rûsya dikare Abhazya û Osetyaya Başûr tevlî erdên xwe bike. Abhazya ku welatekî li Başûrê Qefqesyayê ye, naxwaze bibe parçeyeke Federasyona Rûsyayê. …

Bêtir »

Fînland dixwaze Alandê mîlîtarîze bike

Siyasetmedarên Fînlandê mîlîtarîzekirina Giravên Alandê tînin rojevê. Fînlanda îsal bû endamê NATO’yê, bi hevkariya vê rêxistina leşkerî dixwaze Deryaya Baltikê mîlîtarîze bike. Alanda di vê deryayê de cî digire, xwedî ciyekî stratejîk tê qebûlkirin. Êrişa Rûsyayê ya li hember Ukraynayê niha bandorê li statuya bêçek a Giravên Alandê dike. Siyasetmedarên …

Bêtir »

Rola Puigdemont a ji bo hukumeta Îspanyayê

Li Îspanyayê ji bo damezrandina hukumetê pêdiviya her du partiyên mezin bi koalîsyonê heye. Ev jî pêdiviya partiyên Îspanyol a bi partiyeke serxwebûnxwaz a Katalan Juntsê derdixe holê. Li Îspanyaya ku hilbijartineke giştî li dûv xwe hişt, hîn hukumet nehatiye damezrandin. Hejmara wekîlên her du partiyên mezin ên Îspanyayê nêzîkî …

Bêtir »

Partiyên herêmî bûn xwediyê 38 wekîlên Îspanyayê

Partiyên li Katalonya, Bask, Galîsya, Giravên Kanarya û hin herêmên din ên otonom 38 kursiyên li Parlamentoya Îspanyayê bi dest xistin. 37 ji wekîlên parlamentoyê ji lîsteyên serxwebûnxwaz, federalîst û otonomîxwaz hatin hilbijartin. Hilbijartinên giştî yên Îspanyayê îsal ji bo partiyên li herêmên xweser encamekî cihê bi xwe re anî. …

Bêtir »

Roja Neteweyî ya Galîsyayê hate pîrozkirin

Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê Roja Neteweyî hate pîrozkirin. Bi hezaran welatparêzên ji çaraliyê Galîsyayê tevlî çalakiyê mezin a li paytexta Galîsyayê bûn. Lê digel damezrandina Herêma Xweser a Galîsyayê, Îspanya heta 1984’an destûrê neda ev roj bê pîrozkirin. Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li Îspanyayê …

Bêtir »

Parlamentoya Korsîkayê ji bo otonomiyê civiya

Parlamentoya Korsîkayê li ser rapora otonomiyeke berfireh duh rûniştineke taybet li dar xist. Rapora otonomiyê bi însîyatîfa serokê desteya rêvebir a Korsîkayê Gilles Simeoni ve hate amadekirin. Belge daxwaza otonomiya xwedî erka qanûnçêkirinê di hundirê xwe de dihewîne. Belge daxwaza otonomiya xwedî erka qanûnçêkirinê di hundirê xwe de dihewîne. Girava …

Bêtir »

Orkney veqetîna ji Brîtanyayê gotûbêj dike

Gelo wê Orkney ji Brîtanyayê veqete û tevlî Norwêcê bibe? Serokê Konseya Orkneyê James Stockan çendekî berê diyar kir, Orkney “formên rêvebiriyeke nû” gotûbêj dike. Lîderê Orkneyê got, ji ber “têkiliyên kûr ên çandî” girav herî zêde nêzîkî Norwêcê ne. Gelo wê Orkney ji Brîtanyayê veqete û tevlî Norwêcê bibe? …

Bêtir »

Korsîka statuya otonomiyê amade kir

Statuyeke nû ya otonomiyê ya Korîsîkayê di bin pêşengiya serokê desteya rêvebirinê ya Korsîkayê Gilles Simeoni de hate amadekirin. Hukumeta Korsîkayê hêvî dike pêşniyaza ji bo otonomiyê ji aliyê piraniya parlementoyê ve bê qebûlkirin. Di statuyê de tê nivîsandin, Parlamentoya Korsîkayê wê bikaribe hemû qanûnên derbarê giravê de amade bike. …

Bêtir »

Li Baskê serxwebûnxwaz bi ser ketin

Hilbijartinên 28’ê Gulanê li Welatê Baskê bi serkeftina partiyên netewperwer bi dawî bû. EH-Bildu di hilbijartinên belediyeyan de li seranserê Welatê Baskê 1050 kursiyên meclîsên belediyeyan bi dest xist. PNV di hilbijartinên belediyeyan de dengên xwe kêm kirin û bû xwediyê 981 kursiyên meclîsên bajaran. Di hilbijartinên ji bo her …

Bêtir »

Le Monde: Komar rastî serhildana herêman tê

Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Ev gotar derbarê daxwazên desentralîzasyon, otonomî û serxwebûnê yên herêmên Fransayê de ye. Rojnameya Fransî Le Monde li ser daxwazên otonomî û self-determînasyonê yên li Fransayê gotarekê weşand. Gotara ji aliyê Benoît Floc’h ve hate nivîsandin, bi …

Bêtir »

Federalîzma Kesk û parastina jîngehê

Forûma Federasyonan li ser têkiliya parastina ekolojiyê û xwerêvebirinê jî berheman diweşîne. Di vê meseleyê de berhema Forûmê ya naskirî, di bin sernivîsa Federalîzma Kesk: Tecrûbe û Pratîk de hatiye weşandin. Forûma Federasyonan (Forum of Federations) ku li ser federalîzmê xebatan dike, li ser têkiliya parastina ekolojiyê û xwerêvebirinê jî …

Bêtir »