Autonomos

Albaniyên li Sirbîstanê gaveke ber bi xweseriyê de avêtin

        Albaniyên li ser sînorên Kosowayê yên Sirbîstanê dijîn statuyeke wekî ya Herêma Şaredariyên Sirb ên li Kosowayê yê li bakurê Kosowayê daxwaz kirin. Lê nûnerê hikumeta sirb ê Kosowayê bi lez vê pêşniyazê red kir. Albaniyên li bajarokên Preşevo, Bujanovac û Medvedja yên li Sirbîstanê, di 12’yê …

Bêtir »

Encûmena Bilind a Êzdiyan hat damezrandin

        Bi mebesta baştir birêvebirina karûbarê kurdên êzdî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê damezirandina Encûmena Bilind a Êzdiyan erê kir. Nûnerê kurdên êzdî yê di Parlemena Kurdistanê de Şêx Şamo got ku damezirandina vê encûmenê gelekî girîng e. Nûnerê Kurdên Êzidî Şêx Şamo di derbarê mijarê de wiha axivî: …

Bêtir »

Doza self-determînasyonê li Faroyê geş dibe

      Piştî hilbijartinên giştî yên li Giravên Faroyê, doza self-determînasyona li welat xurt bû. Partiya Komarê (bi zimanê faroyê Tjóðveldi) di hilbijartina ku di 1’ê Îlonê de hat lidarxsitin de di Parlamentoya Faroyê de (Løgting ) bû partiya duyemîn. Partiya Komarê doza serxwebûna Giravên Faroyê dike.   Giravên …

Bêtir »

Nûnerên katalan li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn

      Nûnerên katalan di mijara pêvajoya serxwebûna Katalonyayê de beşdarê civîneke li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn. Wekî nîqaşên li Parlamentoya Danîmarkayê û Îrlandayê ku çend meh berê pêk hatibûn, vê carê jî rewşa siyasî ya Katalonyayê li Parlamentoya Ûrûgûayê bû mijara nîqaşê. Sekreterê Têkiliyên Derve û Yekitiya Ewropayê yê …

Bêtir »

Kêmar nakokiyên li başûr xetere dibînin

      Nûnerên kêmarên di Parlamentoya Kurdistana Iraqê de didin zanîn ku nakokiyên di navbera partiyên başûr de herêma Kurdistanê dixe nava xetereyê. Endamê şeş partiyên kêmar bi daxuyaniyekê dan xuyakirin ku beriya bidawîbûna serokatiya Mesût Barzanî divê hemû partî li ser peymanekê li hev bikin. Partiyên kêmar bi …

Bêtir »

Gilgit-Baltîstan mafên aboriyê dixwaze

      Serokê Tevgera Gilgit-Baltîstanê Manzûr Parwana ji Pakîstanê daxwaz kir ku di warê projeyên aboriyê yên li herêmê berjewendiyên Gilgit-Baltîstanê jî li ber vê girtin. Manzûr Parwana di daxuyaniya xwe de got ku divê herêma wî jî wekî aliyê sêyemîn beşdarê projeya Korîdora Aboriyê ya Çîn-Pakîstanê bibe û …

Bêtir »

Cochabamba xweseriyê pîroz kir

        Cochabamba pejirandina qanûna xweseriyê ya Bolîvyayê pîroz kir. Bi mebesta pîrozbahiya salvegera xweseriyê, Gerînendetiya Departmana Xweseriya Cochabambayê bernameyekê li dar xist. Rêvebirî û endamên Meclîsa Qanûnsaz a Departmanê, hin nûnerên hikumeta navendî, sazî û welatiyên Cochabambayê beşdarê bernameyê bûn. Di bernameyê de li ser dîroka damezrandina …

Bêtir »

Îzetbegovîç “li Bosnayê dewleteke yekgirtî û şerîetê dixwaze”

      Serokê Republika Sirpska (RS) ya li Bosna-Hersêkê Dodîk diyar kir ku kesê ku li ser riya pêvajoya Bosnayê dibe asteng Bakir Îzetbegovîç  e. Milorad Dodîk rexneyên giran li endamê boşnak ê Serokatiya Bosna-Hersekê Îzetbegovîç kir û wiha axivî: “Bingeha hemû meseleyan nakokî û têkoşîna li dijî pergala …

Bêtir »

Li Kongreya Amerîkayê civîna li ser Belûcîstanê

        Li Kongreya Amerîkayê di bin rêberiya endamê kongreyê û Serokê Jêr-Komîteya Têkiliyên Derve Chris Smith ê ji New Jerseyê civîneke li ser rewşa eyaleta Belûcîstanê ya li Pakîstanê hat lidarxistin. Wekîlê kanadayî û serokê Jurayê Russ Hiebert, endamê îtalî yê Parlamentoya Ewropayê Elisabetta Gardini, rêvebirê Meclîsa …

Bêtir »

Ji Îspanyayê deklerasyona enternasyonalîst

      Her çar partiyên siyasî yên herêmî yên li Îspanyayê bi deklerasyoneke hevpar êrîşen dawî yên Tirkiyeyê û stratejiya wê ya çewsîner a li dijî hêzên demokratîk şermezar kirin. Belgeya hevpar ji aliyê Bloka Neteweperest a Galîsî (BNG) ya Galîsyayê, Namzetên Yekitiya Gel (CUP) a Katalonyayê, Yekitiya Gelê …

Bêtir »