Li Tîrola Başûr SVP şikestin xwar

Li Tîrola Başûr a li bakurê Îtalyayê hilbijartina ji bo parlamentoya parêzgehê hat lidarxistin.

Süd-Tiroler Freiheit (STF) a dixwaze herêm ji Îtalyayê veqete, dengên xwe du qat zêde kir û 10,9 ji % dengan bi dest xist.

Li Tîrola Başûr a li bakurê Îtalyayê hilbijartina ji bo parlamentoya parêzgehê hat lidarxistin.

Partiya sereke ya herêmê Partiya Gel a Tîrolê (SVP) encax 34.4 ji % dengan bi dest xist.

Ev jî di diroka vê partiya herêmparêz de bû têkçûna herî mezin a polîtîk.

SVP’ya li deverên bi zimanê Îtalyanî diaxive dengên xwe parast.

SVP hêza sereke ya civaka Almanîaxêv e û lewma jî encameke wiha wekî surprîzekê hat qebûlkirin.

Herçî partiya Süd-Tiroler Freiheit (STF) bû, vê hêza siyasî dengên xwe du qat zêde kir û 10,9 ji % dengan bi dest xist.

Süd-Tiroler Freiheit dixwaze Tîrola Başûr ji Îtalyayê veqete û tevlî Tîrola Bakur a Awusturyayê bibe.

Bi van encamên hilbijartinê, çav li rêye li herêmê hukumeteke koalîsyonê dîsa wê bê damezrandin.

Otonomiya Tîrola Başûr

Tîrola Başûr piştî aloziyeke dûvedirêj di 1948’an de bû xwedî statuya otonomiyê.

62.3 ji % nifûsê bi Almanî, 23.4 ji Îtalyanî û 4.1 ji % bi Ladînî diaxivin.

Tîrola Başûr herêmeke Almanîaxêf a li Bakurê Îtalyayê ye ku li ser sînorê Awusturyayê cî digire.

Berfirehbûna erdên herêmê 7,399.97 km2 ye û nifûsa wê li derdora 530,000’ye.

62.3 ji % nifûsê bi Almanî, 23.4 ji Îtalyanî û 4.1 ji % bi Ladînî diaxivin.

Tîrola Başûr piştî aloziyeke dûvedirêj di 1948’an de bû xwedî statuya otonomiyê.

Tîrola Başûr û heşt navçeyên wê. Nav bi Almanî/Îtalyanî hatine nivîsandin. /Harite: Wikipedia

Xweseriya herêmê di nava demê de hatiye xurtkirin û erkên di destên hukumeta herêmî de hatine berfirehkirin.

Aliyê her balkêş ê xweseriya Tîrola Başûr ji sîstema kotaya zimanî pêk tê.

Hemû karên fermî û xizmetên gelemperî di çarçoveya kotaya ziman de pêşkêşî civakê tê kirin.

Foto: Daxuyaniya Süd-Tiroler Freiheit (STF) a piştî hilbijartinê. /Medyaya sosyal 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …