Roja Neteweyî ya Katalan hate pîrozkirin

Roja neteweyî ya Katalonyayê (Onze de Setembre) bi beşdariya 800,000 kesî li Barselonayê hate pîrozkirin.

Çar kortejên meşê, çar stûnên ku “nirxên sereke yên komara Katalan” –azadî, ziman, welat û serdestiyê- temsîl kirin.

Roja neteweyî ya Katalonyayê (Onze de Setembre) bi beşdariyeke xurt li paytexta welêt Barselonayê hate pîrozkirin.

Ji bo pîrozbahiyên vê roja ku wekî “Diada” jî tê zanîn, saziyên sivîl ên Katalonyayê pêşengî kirin.

Meclîsa Neteweyî ya Katalan (ANC) ragihand, li derdora 800,000 kes tevlî çalakiyên pîrozbahiyê bûne.

Lêbelê rêvebiriya polêsên Barselonayê hejmara beşdaran 115,000 ragihand.

Pîrozbahiya îsal, berevajiya yên salên din, bi çar meşên cuda yên li Barselonayê dest pê kir.

Ev çar kortejên meşê, çar stûnên ku “nirxên sereke yên komara Katalan” –azadî, ziman, welat û serdestiyê- temsîl kirin.

Slogana îsal a çalakiyên Roja Neteweyî “Via Fora” (serî hildin) bû ku cara ewil di serhildanên berê yên li Katalonyayê hatibû bikaranîn.

Hate ragihandin, îsal bi qasî 80 komên serxwebûna Katalonyayê dixwazin, tevlî çalakiyan bûne.

Dîrokçeya Onze de Setembreyê

Paytexta Katalan piştî berxwedana 14 mehan, di 11’ê Îlona 1714’an ji aliyê artêşa Felibeyê V. hate dagirkirin.

Bi dûv vê şikestinê re hukumeta Katalan Generalitat û saziyên din ji hev hatin xistin.

Bikaranîna Katalanî di qada fermî de hate qedexekirin û bikaranîna Îspanyolî hate ferzkirin.

Roja Neteweyî ya Katalan xwe dispêre dagirkirina Barselonayê ya di 11’ê Îlona 1714’an de.

Rêvebiriya Katalan li hemberê Qralê Îspanyayê Felîpeyê V. tevlî Împaratoriya Habsbûrg şer ragihand.

Artêşa Îspanyol ji bo Katalonyayê têk bibe berê xwe da Barselonayê.

Paytexta Katalan piştî berxwedana 14 mehan, di 11’ê Îlona 1714’an ji aliyê artêşa Felibeyê V. hate dagirkirin.

Bi dûv vê şikestinê re hukumeta Katalan Generalitat û saziyên din ji hev hatin xistin.

Dewleta Îspanyol bi biryarên bi navê Nueva Plantayê Katalonyayê bi sîstemeke navendîparêz birêve bir.

Ligel tedbîrên siyasî, bikaranîna zimanê Katalanî di qada fermî de hate qedexekirin û bikaranîna Îspanyolî hate ferzkirin.

Infowelat

Foto: Pîrozbahiyên Roja Neteweyî ya Katalan yên li Barselonayê. Foto: Twitter

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …