Dîmena morkirina Peymana Den Haagê. /Wikipedia

Den Haag riya serxwebûna Îndonezyayê vekir

Peymana Den Haagê ya di 2’ê Mijdara 1949’an de hat morkirin, derî li serxwebûna Îndonezyayê vekir.

Holanda bi vê peymanê damezrandina Komara Eyaletên Yekbûyî yên Îndonezyayê qebûl kir.

Peymana Den Haagê qonaxeke girîng a  ji bo şerê rizgariya Îndonezyayê ye.

Ev peymana di 2’yê Mijdara 1949’an de di navbera nûnerên Îndonezya û Holandayê de hatiye morkirin, derî li serxwebûna Îndoezyayê vekir.

Bi vê peymanê, Holanda qebûl kiriye erka serdestiya polîtîk a li welêt dewrî nûnerên Îndonezî bike.

Berî vê, tevgera rizgariyê di 1945’an de serxwebûna welêt ragihandibû.

Holanda bi şîdetê bersiv dabû û dest bi êrişên mezin kiribû.

Dewleta Holandî bi peymana Den Haagê damezrandina Komara Eyaletên Yekbûyî yên Îndonezyayê qebûl kir.

Artêşa Holanda di 1945-49’an de li Îndonezyayê komkujiyên mezin kir.

Dewleta nû bi yekitiya federal a 15 koloniyên Holandayê hatibû avakirin.

Gîneya Rojava ku navê wê yê eslî West Papua ye, li derveyî sînorên dewletê dima.

Lê paşê wê Îndonezyayê vî welatî dagir bikirana.

Netewperestên Îndonezî ji vê peymanê memnûn nebûn û piştî demekê dewleteke yekgirtî û navendî damezrandin.

Parlamentoya Îndonezyayê bi biryarake di 1956’an de Peymana Den Haagê betal kir.

Komkujî û lêborîn

Di 2021’an de serokwezîrê Holandayê Marc Rutte ji ber sûcên şer ên di 1945-1949’an pêk hatin, lêborînê ji Îndonezyayê daxwaz kir.

Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê II.,lîderên Îndonezî Sukarno û Muhammed Hatta serxwebûna Îndonezyayê ragihandin.

Kralîyeta Holandayê serxwebûnê qebûl nekir û artêşa xwe şand giravên Cava û Sumatrayê.

Di êriş û komkujiyên artêşa kolonyalîst de ji 100 hezarî zêdetir Indonezî hatin kuştin

Di 2021’an de serokwezîrê Holandayê Marc Rutte ji ber sûcên şer ên di 1945-1949’an pêk hatin, lêborînê ji Îndonezyayê daxwaz kir.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …