Fînland dixwaze Alandê mîlîtarîze bike

Siyasetmedarên Fînlandê mîlîtarîzekirina Giravên Alandê tînin rojevê.

Fînlanda îsal bû endamê NATO’yê, bi hevkariya vê rêxistina leşkerî dixwaze Deryaya Baltikê mîlîtarîze bike.

Alanda di vê deryayê de cî digire, xwedî ciyekî stratejîk tê qebûlkirin.

Êrişa Rûsyayê ya li hember Ukraynayê niha bandorê li statuya bêçek a Giravên Alandê dike.

Siyasetmedarên Fînlandê gav bi gav mîlîtarîzekirina van giravan tînin rojevê.

Hukumeta nû ya Fînlandê ya di bin serokwezîriya Petteri Orpo de, li meseleya biçekirina giravan erênî dinêre.

Orpo heta niha di derbarê vê meseleyê de neaxivîbe jî, endamên partiya wî Kokoomus (Partiya Koalîsyona Neteweyî) çendekiye mijarê germ dikin.

Pekka Toveri ku berpirsê berê yê îstixbarata Fînlandê ye û niha wekîlê vê partiyê ye, bi eşkereyî dixwaze statuya bêçekbûnê ya Giravên Alandê bê betalkirin.

Dîmenek ji paytexta Aland Mariehamnê. Foto: Wikipedia

Fînlanda îsal bû endamê NATO’yê, bi hevkariya vê rêxistina leşkerî Deryaya Baltikê mîîltarîze bike.

Alanda di vê deryayê de cî digire, xwedî ciyekî stratejîk tê qebûlkirin.

Li aliyekî din, zêdebûna tedbîrên leşkerî yên li girava Gotlandê ya bi ser Swêdê bandorê li nîqaşa dawî dike.

Swêd bi şerê Ukraynayê re hêzeke nû ya tevlî tankan şandibû vê giravê.

Welatiyên Giravên Alandê nîqaşa dawî ji nêzîk ve dişopînin û naxwazin statuya bêçek a giravan bê guherandin.

Rêvebiriya Alandê jî tevlî hemû partiyên siyasî destekê dide daxwaza welatiyan.

Dîrokçeya otonomiya Alandê

Fînland di 1917’an de giravan dagir kir û di 1920’an de Aland piştî hevdîtinên Fînland û Swêdê ya bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, bû herêmeke xweser.

Giravên Alandê di 1809’an de tevlî Fînlandê ji aliyê Rûsyayê ve hate dagirkirin.

Giravên Aland di navbera Fînland û Swêdê de, xwedî ciyekî stratejîk in. NATO û hukumeta nû ya Fînlandê dixwazin dawî li statuya bêçek a giravan bînin. /Harîte: Googlearth

Piştî Rûsya di Şerê Kirimê ya 1956’an de têk çû, girav bi Konferansa Parisê statuya bêçek bi dest xist.

Fînland di 1917’an de giravan dagir kir û di 1920’an de Aland piştî hevdîtinên Fînland û Swêdê ya bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, bû herêmeke xweser.

Sebeba esasî ya otonomiya Alandê axaftina zimanê Swêdî ya li vê herêmê ye.

Nifûsa herêmê li derdora 30,000’ye û piraniya nifûsê bi zimanê Swêdî diaxive.

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …