Ji bo serxwebûna welatê xwe bûn yek

Li Katalonyayê Tifaqa Neteweyî ya Tevgera Sivîl a ji bo Serxwebûnê hate avakirin.

Meclîsa Neteweyî ya Katalan, Omnium Cultural, Konseya Komarê, Komeleya Şaredariyên ji bo Serxwebûnê û Konfederasyona Sendîkayan CSC bûn endamên vê tifaqê.

Platforma nû, ligel pêkanîna kordînasyona di navbera saziyên sivîl de, wê civakê ji bo serxwebûnê têxe nava tevgerê.

Saziyên sivîl ên Katalonyayê Platforma bi navê Tifaqa Neteweyî ya Tevgera Sivîl a ji bo Serxwebûnê ava kirin.

Civîna ji bo avakirina platformê li paytexta Katalonya Barselonayê hate lidarxistin.

Meclîsa Neteweyî ya Katalan, Omnium Cultural, Konseya Komarê, Komeleya Şaredariyên ji bo Serxwebûnê û Konfederasyona Sendîkayan CSC tevlî vê civînê bûn.

Tifaqa Neteweyî ya Tevgera Sivîl a ji bo Serxwebûnê wê kordînasyona di navbera saziyên sivîl de pêk bîne.

Ligel vê, tifaqa saziyên sivîl wê di qadên girîng ên çalakiyan de civakê ji bo serxwebûnê têxe nava tevgerê.

Di daxuyaniya hevpar de hate ragihandin, wê koma nû nîqaşa ji bo xurtkirina tevgera serxwebûnê bimeşîne û di navbera saziyên endam de sînerjiyê ava bike.

Koma nû ji bo analîza rewşa tevgera serxwebûnê wê salê du caran civîneke giştî li dar bixe.

Seroka Meclîsa Neteweyî ya Katalan Dolors Feliu di daxuyaniyê de got, tifaqa saziyan di encama xebata salekê de pêk hatiye.

Yekitiya sivîl û yekitiya siyasî

“Ku em bikaribin bibin yek, partiyên siyasî jî wê neçar bimînin heman gavî bavêjin.”

Cîgira seroka Omniumê Marina Gay balê kişand ser hêza koma saziyan û wiha axivî:

“Dema em bi hev re tevdigerin em xurtir dibin. Dewlet hay ji hêza me heye. Em dizanin me di salên borî de çi kir û em ê carekê din heman tiştî bikin.”

Nûnera Konseya Komarê Teresa Vallverdu jî di axaftina xwe de bi van gotinan balê kişand ser rola tifaqa neteweyî ya ji bo yekitiya siyasî:

“Ku em bikaribin bibin yek, partiyên siyasî jî wê neçar bimînin heman gavî bavêjin.”

Infowelat

Foto: Daxuyaniya ji bo damezrandina Tifaqa Neteweyî ya Tevgera Sivîl a ji bo Serxwebûnê ya li Barselonayê. /Foto: Vilaweb 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …