Abhazya naxwaze tevlî Rûsyayê bibe

Abhazya naxwaze bibe parçeyeke Federasyona Rûsyayê.

Çend roj berê Dmitry Medvedev meseleya kontrolkirina Abhazyayê ya ji aliyê Rûsyayê anîbû rojevê.

Cîgirê serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Medvedev gotibû, Rûsya dikare Abhazya û Osetyaya Başûr tevlî erdên xwe bike.

Abhazya ku welatekî li Başûrê Qefqesyayê ye, naxwaze bibe parçeyeke Federasyona Rûsyayê.

Wezîrê Karên Derve yê Abhazyayê bi daxuyaniyekê ragihand, Abhazya ligel dostaniya xwe ya bi Rûsyayê re wê serxwebûna xwe biparêze.

Sekreterê Konseya Ewlekariyê yê Abhazyayê Sergey Şamba jî da xuyakirin, li herêmê tu welêt ji bo tevlîbûna Rûsyayê ne dilxwaz in.

Şamba wiha axivî bû:

Dimitry Medvedev. Siyasetvanê Rûs îlheqkirina Abhazya û Osetyaya Bakur anîbû rojevê. /Foto: Wikipedia

“Me heta niha ji bo tevlîbûnê ji Federasyona Rûsyayê tu daxwazek fermî wernegirtî ye. Ez nikarim qala tu hêzên siyasî yên Abhazyayê bikim ku serdestiya Rûsyayê qebûl bikin.”

Çend roj berê Dmitry Medvedev meseleya kontrolkirina Abhazyayê ya ji aliyê Rûsyayê anîbû rojevê.

Cîgirê serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Medvedev gotibû, Rûsya dikare Abhazya û Osetyaya Başûr tevlî erdên xwe bike.

Medvedev îdîa kiribû, “eger bi kêr were, her du herêm dikarin bibin parçeyeke Rûsyayê.

Abhazya û Serxwebûn

Abhazya 1992’an de li hemberê Gurcistanê serhildaneke çekdarî li dar xist.

Hêzên Abhaz bi alîkariya artêşa Rûs, Gurcîstanê têk birin û di 1994’an de serxwebûna Abhazyayê ragihandin.

Abhazya welatekî di navbera Derya Reş û Çiyayên Qefqes de ye ku mezinbûna wê 8.600 km² ye.

Li welêt piraniya wan Abhaz, li derdora 250,000 kes dijîn.

Abhazya 1992’an de li hemberê Gurcistanê serhildaneke çekdarî li dar xist.

Hêzên Abhaz bi alîkariya artêşa Rûs, Gurcîstanê têk birin û di 1994’an de serxwebûna Abhazyayê ragihandin.

Abhazya ku welatekî li Rojhilatê Derya Reş e, di 1990’î de ji Gurcistanê veqetiya. Hêzên serhildêr di 1992’an de serxwebûnê ragihandin. /Harîte: Infowelat 

Di şer de herêma Galî ya Abhazyayê ku Gurcî lê dijiyan, ket bin kontrola hêzên Abhaz.

Rêvebiriya Abhaz li vê herêmê dest bi guherandina demografyayê kir û bi sedhezeran Gurcî neçar man terka herêmê bikin.

Hêjayî gotinê ye, serxwebûna Abhazyayê ji bilî Rûsya, Venezûela, Nikaragua, Sûriye û Naûrû û pê ve ji aliyê tu dewletên din ve nayê naskirin.

Infowelat

Fotoyê bergê: Ala Abhazyayê. /Wikipedia 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …