Belçîka Federasyona Walonya-Brukselê nîqaş dike

Belçîkaya Fransîaxêv fikra ji bo kêmkirina erkên di destên  Federasyona Walonya-Brukselê de nîqaş dike.

PS, MR û Ecolo plan dikin xizmetên tenduristî, desteka ji bo salên ewil ên zarokatiyê, spor û radyo-televîzyon dewrî Bruksel û Walonyayê bikin.

Belçîkaya Fransîaxêv fikra ji bo kêmkirina erkên di destên  Federasyona Walonya-Brukselê de nîqaş dike.

Partiya Sosyalîst (PS), MR û Ecolo dixwazin hin erkên di destên federasyonê de dewrê Bruksel û Walonyayê bikin.

Tê ragihandin, partiyên navborî ji bo gotûbêja li ser rêûrêbaza vê, di civînekê de hatine cem hev.

Her sê hêzên siyasî dixwazin bi kêmkirina erkên federasyonê, rêvebiriyên Bruksel û Walonyayê bêtir bi bandor bibin.

Li gorî wan, ev ê jî destûrê bide xizmetên ji bo Fransîaxêvên li Belçîkayê baştir bên kirin.

Lê hin hêzên siyasî yên civaka Fransîaxêv vê pêşniyaza nû erênî nabînin.

DeFI (Demokrat Federalîst Serbixwe) partiyeke Fransîaxêve ku ku dijî vê derdikeve.

Serokê vê partiyê Francois de Smet bi daxwuyaniyekê her sê partiyên tevlî civînê bûne sûcdar kir.

Smet got, kêmkirina erkên Federasyona Walonya-Brukselê wê zirarê bide civaka Fransîaxêv.

Li gorî Smet, erkên nû yên ji bo Bruksel û Walonyayê wê li herdu herêman bibe sebeba tevlîheviyê û her du rêvebirî ji bo hin erkan têkevin nava reqabetê.

Endamê DeFI’yê yê meclîsa şaredariya Uccleê Beersel Maxime Timmerman jî got, “divê em mafên 300,000 Fransîaxêven li Flanderê dijîn jî bînin rojevê.”

PS, MR û Ecolo plan dikin xizmetên tenduristî, desteka ji bo salên ewil ên zarokatiyê, spor û radyo-televîzyon dewrî Bruksel û Walonyayê bikin.

Perwerde wê wekî berê xizmeta sereke di destên federasyonê de bimîne.

Çi ye Federasyona Walonya-Brukselê?

Federasyona Walonya-Brukselê (FWB) rêvebiriya civaka Fransîaxêv a Belçîkayê ye.

Federasyona di 2011’an de hat damezrandin 4.6 Fransîaxêvan temsîl dike.

Federasyona Walonya-Brukselê (FWB) rêvebiriya civaka Fransîaxêv a Belçîkayê ye.

Federasyona Walonya-Brukselê bi giranî derbarê mijarên çandî-zimanî de biryaran dide. Herêmên sor ên di harîteyê de erdên vê federasyonê ne. /Jêder: www.wbi.be

Federasyona di 2011’an de hat damezrandin, li ser yekitiya herêma Walonya û bajarê Brukselê bilind dibe.

Ev sazî 4.6 milyon kesên Fransîaxêv temsîl dike ku 3.6 milyon li Walonyayê û li derdora milyonekî jî li Brukselê dijîn.

Parlemantoya Federasyona Walonya-Brukselê piranî xwedî erkên mijarên çandî û civakî ye.

Parlamento dikare di meseleyên ziman, perwerde, desteka malbatê û tenduristiyê de biryaran bide.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …