Etiyopya paşeroja federalîzmê gotûbêj dike

Forûma Federasyonan ji bo pêşxistina diyalogê ya di nava kirdeyên federalîzma Etiyopyayê bernameyeke du hefteyan li dar xist.

Ji seranserê Etiyopyayê 90 kesên ku hukumeta navendî, rêveberiyên herêmî û civaka sivîl temsîl dikirin tevlî kargehên vê bernameyê bûn.

Etiyopya yek ji welatê federal ê Afrîkayê ye ku ji civakekî pirmiletî, pirzimanî û pirolî pêk tê.

Modela federalîzmê ya vî welatî heta salên dawî bi serfiraziya xwe wekî nimûne dihat nîşandayîn.

Lêbelê bi Şerê Tîgreyê û paşê jî bi aloziya Amharayê, Etiyopyayê kete nava krîzeke kûr.

Forûma Federasyonan (Forum of Federations) ji bo pêşxistina diyalogê ya di nava kirdeyên federalîzma Etiyopyayê bernameyeke du hefteyan li dar xist.

Ji seranserê Etiyopyayê 90 kesên ku hukumeta navendî, rêveberiyên herêmî û civaka sivîl temsîl dikirin tevlî kargehên vê bernameyê bûn.

Paşê encamên bernameya di 14-28’ê Tîrmehê de li Bishoftuyê hatibû lidarxistin, wekî raporekê hat weşandin.

Ev rapora bi sernavê Gotûbêja li ser Federalîzma Etiyopyayê, ji aliyê Forûma Federasyonan ve hat weşandin.

Beşdarên bernameyê di bin rêberiya pisporên federalîzmê de paşeroja modela federal a welêt gotûbêj kirin.

Mijarên gotûbêjê

Mijarên gotûbêjê ev bûn:

Rapora derbarê encamên bernameya federalîzmê ya li Etiyopyayê. /Forumfed
  • Faktorên konseptî ku bû sebeba pejirandina sîstema federal
  • Famkirina konseptî ya federalîzmê
  • Meşrûiyeta dewletê û sîstema federal
  • Dîzayn û pratîka sîstema federal
  • Feraseta federal û çanda polîtîk
  • Li Etiyopyayê federalîzm û alozî
  • Pênasekirina meseleyên sereke yên nîqaşbar ên federalîzmê û hin îstîqametên muhtemel ên li pêş.

——————

Fotoyê sereke: Harîteya herêmên federal ên Etiyopyayê / Jêder: Borkena.com

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …