Autonomos

Macron otonomiyê pêşniyazê Korsîkayê kir

Fransa bi girava Korsîkayê re ji nû ve dest bi hevdîtinên ji bo otonomiyê kir. Serokomarê Fransayê Emanuel Macron ligel delagasyona hukumetê tevlî civînê bû. Tê ragihandin, pêşniyaza Fransayê li gorî modelên otonomiya giravên Derya Spî yên wekî Balear, Sîcîlya û Sardînyayê hatiye amadekirin. Fransa bi girava Korsîkayê re ji …

Bêtir »

Welatê Gal otonomiyê nîqaş dike

Welatê Galê ya bi ser Brîtanyayê ve otonomiyeke berfireh nîqaş dike. Sendîkaya Unison Cymru Wales di vê proseya gotûbêja di asta dînamîkên demokrasiyê de, pêşengiyê dike. Endamên vê sendîkayê di wê baweriyê de ne, divê erkên Welatê Galê bên zêdekirin. Nîqaşa dawî ji ber meseleya zêdekirina heqdestên xebatkarên sektora tenduristiyê …

Bêtir »

Li Ewrûpayê paradîplomasî

Weqfa Coppitiers di lêkolîna xwe ya dawî de bi riya çar mînakan meseleya paradîplomasiyê bêtir ronî dike. Ev saziya li Belçîkayê, di vê xebatê de dîplomasiya herêmên Ewrûpayê ji xwe re kiriye mijar. Sernivîsa bi navê Li Ewrûpayê Paradîplomasî li ser dîplomasiya herêmên Galîsya (Îspanya), Aland (Swêd), Flander (Belçîka) û …

Bêtir »

Li Fransayê pîrozbahiya otonomiya komunal

Bajarê Toulousê Peymana Azadiyên Komunal ên Serdema Navîn pîroz kir. Toulouse (bi oksîtanî Tolosa) bajarekî li başûrê Fransayê ye ku di dîrokê de parçeyeke welatê Oksîtanyayê tê qebûlkirin. Bajarê Toulousê Peymana Azadiyên Komunal ên Serdema Navîn pîroz kir. Bi minasebeta 834. a vê roja girîng, li Capitola Toulousê merasîmekê hate …

Bêtir »

Bask ji bo girtiyên ETA’yê meşiya

Bi meşeke girseyî ya li Bilbaoyê polîtîkaya girtîgehan a Îspanyayê hate protestokirin. Çalakger ji Îspanyayê daxwaz kirin, girtiyên ji Baskê neşîne girtîgehên dûrî Welatê Baskê. Niha bi tevahî 191 girtiyên siyasî yên ETA’yê di girtîgehên Îspanyayê de ne. Li Welatê Baskê meşeke mezin a ji bo girtiyên siyasî hate lidarxistin. …

Bêtir »

Katalonya rastî cudaxwaziya aboriyê tê

Par 7.4 ji % ê fonên çandiniyê yên Yekitiya Ewrûpayê gihîştiye ber destên herêmên katalanîaxêv. Lewma jî katalan di wê baweriyê de ne, hukumeta Madridê polîtîkayeke taybet li hemberê wan dimeşîne. Îspanya di warê belavkirina fonên Ewrûpayê de neheqiyê li Katalonya, Valenciya û Giravên Balearê dike. Ev her sê herêmên …

Bêtir »

Guy Heraud: Pêşengê federalîzma Ewrûpayê

Guy Heraud di hemû jiyana xwe de li hember Ewrûpaya ji dewletan pêk tê, fikra “Ewrûpaya gelan” parast. Ev teoriya federalîzmê, li ser esasê mafê self-determînasyonê hatibû avakirin. Heraud di riya self-determînasyona miletên Ewrûpayê de rola tevgerên katalan, bask û flaman girîng qebûl dikir. 28’ê kanûnê salvegera mirina parazvanê federalîzma …

Bêtir »

Skotland ji bo serxwebûnê amade ye

Anketa dawî nîşan dide, 56 ji % welatiyan wê ji serxwebûnê re bêjin “erê.” Piraniya skotlandiyanwê di hilbijartinên giştî de destekê didin partiya serxwebûnxwaz SNP’ê Li Skotlandê desteka ji bo serxwebûna welêt bilind dibe. Anketa dawî nîşan dide, 56 ji % welatiyan wê ji serxwebûnê re bêjin “erê.” Lêkolîna dawî …

Bêtir »

Li Ewrûpayê Self-Determînasyon

Li Ewrûpayê ji 200 milyonî zêdetir mirov li herêmên ku desentralîzasyon an serxwebûnê daxwaz dikin, dijîn. Polîtîkaya serwer a li dewletên Ewrûpayê, herdem li dijî daxwazên meşrû yên ji bo herêmparêz û serxwebûnxwazan argumanên dijber hildiberîne. Weqfa Coppitiers xebata xwe ya bi navê Movements for Self-Determination in Europe (Tevgera Self-Determînasyonê …

Bêtir »

Katalonya xebata dîplomasiyê xurtir dike

Konseya Komara Katalan delegasyonên dîplomasiyê dişîne  Andorra, Meksîka, Afrîkaya Başûr û Şîliyê. Konseya ku di 2018’an de li Katalonyayê hate damezrandin, dixwaze bi riya dîplomasiyê destekê bide doza serxwebûnê. Katalonya tora xwe ya dîplomasiya li cîhanê berfirehtir dike. Konseya Komarê ji bo dîplomasiyê çar delegasyonên din wezîfedar kir. Ev delegasyon …

Bêtir »

Li Kanadayê nîqaşa li ser mafên federalîzmê

Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe ya li nava erdên xwe, Qanûna Serweriya Albertayê amade kir. Albertayê bi vê pêşniyazqanûnê dixwaze midaxaleya hukumeta federal a ji bo karûbarên Albertayê asteng bike. Li Kanadayê eyaleta Albertayê doza parastina mafên xwe yê xwerêvebirinê dike. Hukumeta Albertayê ji bo parastina otorîteya xwe …

Bêtir »

Katalonya dibe xwediyê binesaziya hatûçûnê

Îspanya wê bi butçeya sala 2023’an  2.3 milyar euro transferê Katalonyayê bike. Par, butçeya ji Katalonyayê re hatibû veqetandin 2.2 milyar euro bû. Bi gotineke din, 17.2 ji % butçeya total a Îspanyayê dibe para Katalonyayê. Butçeya îsal a Îspanyayê bi desteka partiyên katalan hate qebûlkirin. Ji bo hukumeta Pedro …

Bêtir »

Brîtanyayê pêşiya serxwebûna Skotlandê girt

Dadgeha Bilind a Brîtanyayê daxwaza referandûma duyemîn a hukumeta Skotlandê red kir. Serokê dadgehê Robert Reed got, biryara derbarê referandûmê de di çarçoveya qanûna otonomiya Skotlandê de di destê Parlemena Brîtanyayê de ye. Serokwezîra Skotlandê û seroka SNP’ê Nicola Sturgeon got, ji ber ku rêka referandûmê hate girtin, ew ê …

Bêtir »

Sirbên Kosovayê ji karên dewletê îstifa dikin

Du daxwazên çalakgerên sirb hene: Divê hukumet biryara guherandina plaqeyên trafîkê yên Sirbistanê yên bi plaqeyên Kosovayê re betal bike. Bila ji bo damezrandina Yekitiya Belediyeyên Sirb destûr bê dayîn. Kosova piştî aramiya kurt dom kir, deriyên xwe li aloziyeke din vedike. Sirbên li vî welatî biryar dan, bi awayekî …

Bêtir »

Fînland reforma samiyan nîqaş dike

Fînland dixwaze bi reformeke nû têkiliyên xwe û Parlemana Samiyan ji nû ve dîzayn bike. Reforma hukumeta Sanna Marinê ji aliyê samiyan ve wekî midaxaleya karûbarên navxweyî tê qebûlkirin. Pêşniyazqanûna Parlemena Samî ya li Fînlandiyayê di nava samiyên li vî welatî dibe sebeba nerazîbûnan. Samiyên li bakurê welêt ji ber …

Bêtir »