Polînezya dengê xwe da serxwebûnê

Piştî Kaledonyaya Nû, di hilbijartinên Polînezyaya Fransî de jî serxwebûnxwaz bi ser ketin.

Di tûra duyemîn a hilbijartina gişytî de partiya Tavini ku dixwaze Polînezya ji Fransayê veqete, bû yekemîn.

Pêla serxwebûnê ya li Okyanûsa Pasîfîkê di demên dawî de bilind dibe.

Piştî Kaledonyaya Nû, di hilbijartinên Polînezyaya Fransî de jî serxwebûnxwaz bi ser ketin.

Di tûra duyemîn a hilbijartina giştî de partiya Tavini ku dixwaze Polînezya ji Fransayê veqete, bû yekemîn.

Tavini 44.3 ji % dengan bi dest xist û bi vê encamê bû xwediyê 38 kursiyên Parlementoya Polinezyayê.

Partiya otonomîst Tapura ya li ser kar bi wergirtina 38.5 ji % dengan bû partiya duyemîn.

Bi vê encamê, Taviniya serxwebûna Polînezyaya Fransî daxwaz dike wê bikaribe hukumetê ava bike.

Tavini cara dawî di 1977’an de hatibû ser kar û paşê ji ber problemên navxweyî bûbû partiya duyemîn.

Herçiqas ne bi dilê wê be jî, hukumeta Fransî bi parvekirinekê encamên hilbijartina qebûl kir.

Wezîrê Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin di tweeteke xwe de got, “hukumeta Fransî encamên demokratîk ên hibijartinê qebûl dike.”

Otonomiya Polînezyayê

Polînezya di bin statuya Eyaleta li Derveyê Fransayê, ji 2004’an û vir ve xwedî otonomiyeke berfireh e.

Welatiyên giravan her 5 salan carekê parlamentoyeke ji 57 kursiyan pêk tê hildibijêrin.

Polînezyaya Fransî welatekî li Okyanûsa Pasîfîkê ye ku ji 130 giravan pêk tê.

Nifûsa welêt li derdora 270,000’ye û piraniya nifûsê ji miletê otokton (%66) pêk tê.

Polînezya di bin statuya Eyaleta li Derveyê Fransayê, ji 2004’an û vir ve xwedî otonomiyeke berfireh e.

Tavini Huiraatira ku di 1977’an de hatibû damezrandin li Polînezyaa Fransî bû partiya yekemîn.

Welatiyên giravan her 5 salan carekê parlamentoyeke ji 57 kursiyan pêk tê hildibijêrin.

Herwiha Polînezya 3 wekîlan dişîne Parlamentoya Fransayê.

Fransî zimanê fermî yê giravan e lê 7 zimanên Polînezyayê jî bi fermî hatine naskirin.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …