Otonomiya Qerebaxê di xetereyê de ye

Alîyev got, an wê Qerebaxî kontrola Azerbaycanê qebûl bikin û bibin welatiyên wê an jî divê Ermenî terka herêmê bikin.

Lîderê Azerî diyar kir, ew ê ne otonomiyê muzakere bike ne jî mafeke taybet bide Ermeniyên li herêmê.

Hebûna Qerebaxa Çiyayî ya Ermenî lê dijîn di xetereyê de ye.

Lîderê Azerbaycanê Îlham Aliyev di hevpeyvîna xwe ya di televîzyonê de gef li herêmê xwar.

Alîyev got, an wê Qerebaxî kontrola Azerbaycanê qebûl bikin û bibin welatiyên wê an jî divê Ermenî terka herêmê bikin.

Lîderê Azerî diyar kir, ew ê ne otonomiya Qerebaxê muzakere bike ne jî mafeke taybet bide Ermeniyên li herêmê.

Hêjayî gotinê ye, di 23’yê nîsanê de jî Azerbaycan li ser korîdora Laçînê ya di navbera Qerebaxa Çiyayî û Ermenistanê de nuqteyeke leşkerî danîbû.

Bi vê nuqteyê, Azerbaycan dorpêça xwe ya li ser Qerebaxê derxistibû asta herî bilind.

Korîdora Zengezûrê 

Piştî şerê 2020’an Azerbaycan polîtîkaya xwe ya kûrkirina aloziyê ya bi Ermenistan û ermeniyên li Qerebaxê didomîne.

Bi dûv şer re, Azerbaycan ji bilî dorpêça Qerebaxê berê xwe dabû herêma Syunik a li başûrê Ermenistanê.

Artêşa Azerî çend caran li ser vî sînorî êriş kiribû û di encam de bi dehan leşkerên Ermenî hatibûn kuştin.

Şerîda axê ya di navbera Azerbaycan û Nexçîvanê de wekî “korîdora Zengezûrê” tê pênasekirin.

Tirsa Ermenistanê ev e, Azerbaycan dixwaze bi riya kûrkirina aloziyê vê carê vê korîdorê dagir bike.

Syunik şerîdeke teng a axa Ermenistanê ye ku di navbera Azerbaycan û herêma Nexçîvanê ya bi ser Azerbaycanê ve dirêj dibe.

Ku ev der ji destê Ermenistanê derkeve wê Nexçivan û Azerbaycan bikaribin bigihîjin hev.

Herwiha, Azerbaycan ji Ermenistanê dixwaze destûrê bide di navbera wê û Nexçîvanê de riyeke bejahî bê çêkirin.

Ev şerîda axê ya Ermenistanê wekî “korîdora Zengezûrê” jî tê pênasekirin.

Tirsa Ermenistanê ev e, Azerbaycan dixwaze bi riya kûrkirina aloziyê vê carê vê korîdorê dagir bike.

Şerê Qerebaxê ya 2020’an

Azerbaycan di cotmeha 2020’an de bi desteka leşkerî ya Tirkiyeyê êrişî Ermenistan û Qerebaxa Çiyayî kiribû.

Artêşa Azerî di demeke kurt de parçeyeke Qerebaxê jî tê de 7 deverên di bin kontrola Ermenistanê de dagir kiribû.

Paşê bi navbeynkariya Rûsyayê agirbestek hatibû îmzekirin û hêzên Rûs di çarçoveya aştiyê de li herêmê hatibûn bicîkirin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …