Sirbên Kosovayê neçûn ser sindoqan

Sirbên Kosovayê hilbijartina ji bo çar belediyeyên boykot kirin.

Boykot bi daxwaza partiya Srpska Lista (Lîsteya Sirban) pêk hat.

Lewma jî bi tenê 3.5 % hilbijêrên li herêmê tevlî hilbijartinê bûn.

Li Kosovayê aloziya di navbera welatiyên Sirb û hukumetê de kûr dibe.

Sirbên li bakurê welêt hilbijartina ji bo çar belediyeyên ku şaredarên wan îstifa kiribûn, boykot kirin.

Boykot bi daxwaza partiya Srpska Lista (Lîsteya Sirban) pêk hat.

Lewma jî bi tenê 3.5 % hilbijêrên li herêmê tevlî hilbijartinê bûn.

Digel vê jî Kosova encamên hilbijartinê qebûl kir û namzetên partiya serokwezîr Albin Kurti wekî serkeftî nişan da.

Ev jî bû sebeb bêaramiya li herêma Sirban hîn bêtir zêde bibe.

Di hilbijartinê de wê şaredarên Mitrovicaya Bakur û 3 belediyeyên din bihatana hilbijartin.

Serokwezîrê Sirbistanê Alexander Vucic li ser mijarê daxwuyaniyekê da û desteka xwe ya ji bo sirbên Kosovayê dûbare kir.

Vucic pesnê boykotê da û got, “ev rewş dîsîplîn û yekitiya Sirban ku di dîroka modern a gelê me de heta niha pêk nehatî ye, nîşan dide.”

Bakurê Kosovayê û aloziya dawî

Bakurê Kosovayê ji 10 belediyeyan pêk tê ku piraniya wan Sirb in.

Sirbên li bakurê Kosovayê bi riya yekitiyeke belediyeyan daxwaza otonomiyê dikin.

Bakurê Kosovayê ji 10 belediyeyan pêk tê ku piraniya wan Sirb in.

Beşeke mezin a 140.000 Sirbên li Kosovayê di nava sînorên van belediyeyan de dijîn.

Mitrovica wekî paytexta de facto ya vê herêmê tê qebûlkirin.

Sirbên li bakurê Kosovayê bi riya yekitiyeke belediyeyan daxwaza otonomiyê dikin.

Serokwezîrê Sirbistanê Alexander Vucic destekê da boykota Sirbên Kosovayê.

Hukumeta Kosovayê bi tirsa parçebûna welêt her car vê daxwazê red dike.

Aloziya dawî ya Kosovayê ji ber biryara hukumetê ya derbarê plaqeyên trafîkê û nasnameyên welatiyên sirb de dest pê kiribû.

Kosova li kêmara sirb ferz kiribû plaqeyên trafîkê û nasnameyên Sirbistanê bi kar neynin.

Piştî vê, çalakiyên berfireh hatibûn lidarxistin û paşê şaredar, polês û xebatkarên qada gelemperî ya Sirbên li Kosovayê îstifa kiribûn.

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …