Îspanya îxanetê bi Sahraya Rojava re kir

Bi ya min, ev vegera ji nişka ve, piştî îxaneta 75 û 76’an, îxaneta hetî mezin a hukumeta Îspanyayê ya li hemberê me ye. Divê tiştine gelek cidî, veşartî, şantaj li dijî cenabê serokwezîr an kesên li dora wî hatibe kirin.

Ev, piştî peymana sêalî ya Madridê ya di 14’ê Mijdara 1975’an de û vekişîna ji Sahraya Rojava ya di 26’ê Sibata 1976’an de, îxaneta sêyemîn e.

Krîstîna Berasan: Hin biyografiyên derbarê we de hatine nivîsandin, di înternetê de hatine weşandin. Di yek ji wan de tê gotin, hûn endamekî yekîneyên xwecî yên Îspanyayê bûne. Ev rast e?

Îbrahîm Galî: Ez ê bersiva vê pirsê nedim.

Hûn ji destpêkê heta roja îro şahidê rasterast ê çîroka tevgera rizgariya neteweyî ne. Armanca we ya damezrandina dewletekê pêk nehat. Hûn derbarê Eniya Polisario de çi difikirin?

Di meseleya me de rewşeke yekta heye. Di destpêkê de em 17 kes bûn. Îro, artêşeke me ya xwedî her derfetî heye. Eniya Polisario gelek tiştan serfiraziyan bi xwe re anî. Ev çîrok bi dagirkirin û parvekirina erdên me dest pê dike. Me tevgereke veşartî ya rizgariya neteweyî ava kir û me yekitiya neteweyî pêk anî. Em vê her sal pîroz dikin. Bi saya vê yekitiyê, gelek ji Sahrawiyan tevlî Eniya Polisarioyê bûn. Serfiraziya duyemîn rojekê piştî 27ê Sibatê 1976’an ku Îspanya terka welêt kir, damezrandina Komara Demokratîk a Ereb a Sahrawî bû. Îro 84 welat me bi fermî nas dikin. Komara Demokratîk a Ereb a Sahrawî yek ji welatê damezrîner ê Yekitiya Afrîkayê ye. Û îro bi gelek welatên Afrîka, Amerîkaya Latîn û Asyayê re têkiliyên me yên dîplomatîk hene. Di heman demê de, li piraniya endamên Yekitiya Ewrûpayê nûnergehên me hene. Mixabin, digel hebûneke li ber çavane jî, heta niha tu welatê Ewrûpî ceger nekiriye Komara Demokratîk a Ereb a Sahrawî nas bike.

We li sirgûnê dewletekê damezrand…

Binesaziya me ya dewletê heye. Serokatî, hukumet û parlamento hene. Piştî serxwebûnê, binesaziya ji bo cîbicîkirina xebata dewletê bi tevahî amade bû. Rastî ev e, ji bo em vê armancê pêk bînin Polisario hate damezrandin. Digel dijwarî û astengiyan derket pêşiya me, em gihiştin ciyê em lê ne lê ev bandorê li têkoşîna me nekir. Her nifş ji ya berê radîkaltir e û bi vî awayî jî berxwedan dom dike. Armanca me serxwebûna welêt e û damezrandina dewleteke Sahra ya xwedî hemû erkan û serbixwe ye ya di nava sînorên ji aliyê qada navneteweyî ve hatiye naskirin.

Di Mijdara 2020’an de, piştî Marok agirbesta 1991’an binpê kir, şer ji nû ve dest pê kir. Ev şer bi rengekî bêdeng dimeşe.

Nedîtina berxwedana Sahrayê ne rewşeke nû ye. Ne tenê di şer de, lê di meseleya zilm û zora li erdên dagirkirî, binpêkirinên mafên mirov, talana çavkaniyên xwezayî de û di meseleya berxwedana gelê pir êş kişandî û bi tenê tiştê ji wan hatiye girtin daxwaz dikin de jî, bêdengiyeke qestî heye. Çavên xwe ji rastiyê re digirin. Em erdên kesekî din naxwazin lê em bi tenê yê xwe, erdên xwe dixwazin.

Eniya Polisario di kongreya dawî de biryara bilindkirina têkoşîna çekdarî girt. Hûn dikarin çîroka vê biryarê bêjin?

Sahraya Rojava. Rojavayê welêt tevlî hemû peravên Okyanûsa Atlantîkê û hebûnên binerdê di bin dagirkeriya Marokê de ye.

Îro civak bi taybetî li kampên vir ê li diyasporayê di nava seferberiyeke giştî de ye. Hemû Sahrawî dixwazin tevlî artêşê bibin. Em ji aliyê leşkerî ve hewl didin li gorî rewşa nû gavan bavêjin. Şerê îro ne şerê berî niha pêk hatibû û em li eniya şer bi avakirina balansekê adapteyê vê rewşa nû dibin. Bi ya min, di dema bê de, li gorî du salên borî wê ji bo me rewş hîn bêtir rihet be. Êrişên li dijî dagirker zêde dibin. Windahiyên însanî û alavên şer ên dijmin gelek mezin in. Ev, şerekî hevdû westandin û qelskirinê ye. Ev cure şer ji aliyê moral û windahiyên çavkaniyan de bandorê li yekîneyên Marokê dike. Hêdî hêdî em ê di vî şerî de bighîjin nuqteya herî bilind û di eniya şer de balansê pêk bînin.

Marok dronên ji aliyê Îsraîl, Tirkiye û Fransayê ve tê tedarîkkirin bi kar tîne. Rewşa heyî pir zêde di lehê Marokê de ye.

Lewma em hewl didin adapteyê rewşa nû bibin. Ji bo meşandina ev cûre şer hin alav, taktîk, rêbaz û stratejiyên nû pêwîst in. Amedakariyên me ji bo vê ye.

Tê gotin, ji dema destpêka şerê duyemîn û vir ve çi sivîl çi jî leşker li derdora 100 Sahrawî hatine kuştin. Hema hema hemû windahî ji ber êrişên dronan pêk hatiye.

Ev hejmar ne rast in.

Gelek ji malbatên Koçer ên li erdên rizgarkirî dijîn, ji ber xetereya dronan neçar dimînin biçin kampên penaberan…

Ev rast e. Piraniya jin û zarok tên vir. Piraniya mêr koçer in û ew tevlî heywanên xwe li welêt dimînin. Ji bo kesên hatine kuştin jî ez dikarim bêjim, hejmara wan nagihîje hejmara hûn dibêjin. Lê windahiyên dijberê me jî heye û ew hejmara rastî vedişêr in. Piştî her êrişî, ew hewl didin giliyê me bi MINURSO’yê (Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Referandûma Sahraya Rojava) bikin. Helbet niyeta wan tiştekî din be jî di dawiya dawî de diyare windahiyên wan hene.

Hûn qala MINURSO’yê, mîsyona Neteweyên Yekbûyî dikin. Nûnerê nû yê NY’yê yê Sahraya Rojava Staffan de Mistura ji ber vetoya Marokê nikaribû biçûna Sahraya Rojava. Hemû delegeyên mîsyonê îstîfa kirin û hevdîtin hatin sekinandin. Hûn di vê meseleyê de çi hêvî dikin?

Gelê Sahrawî hêvîşkestî bû, ji ber ku wan bawer dikir civaka navneteweyî sozên dabûn wan wê pêk bianiya. Mixabin, pêkanînê tu li wir bihêle, ew di heman demê de bi êrişkar û dagirker re hevkariyê dikin. De Mistura li Marokê bi astengiyan re rû bir û ma. Bi ya min, niyeta wî baş bû lê wî ji bo li dijî dewlet an jî rejîma ku destekê ji Rojava digire zextan bike, têra xwe ji Konseya Ewlekariyê alîkariyê wernegirt. Ev rewş wiha dom nake. Rewşa hundir a li Marokê li ber teqînê ye û bi ser vê de jî lehiya aborî, leşkerî û ehlaqî li holê ye ku ji ber dijminahiya rejîma Marokê ya li dijî gelê Sahrawî pêk tê. Em hêvî dikin De Mistura wê ji Konseya Ewlekariyê destekê bigire û zexta Amerîka û Fransayê ku hevalbendên herî nêzîk ên Marokê ne, bi dawî  bibe. Ew ê heta kengî nakokî bidome? Û ew ê bandorên wê yên di dema navîn û dirêj de çawa be? Ez bawer dikim ew xetereya şer û rewşa civakî, polîtîk û aborî ya li Marokê nanirxinîn.

Saleke berê Marok nameyekê ku tê de serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez digot ew destekê dide otnomiya Sahraya Rojava weşand. Di yek ji hevpeyvînên xwe de we got, divê Îspanya vê daxuyaniya xwe ji nû ve binirxîne. Hûn ji bo guherîna polîtîkaya Îspanyayê çi difikirin? Çi sebeb li paş vê hene?

Em hêvî dikin miletê Îspanyayê vê razê deşîfre bike. Bi ya min, ev vegera ji nişka ve, piştî îxaneta 75 û 76’an, îxaneta hetî mezin a hukumeta Îspanyayê ya li hemberê me ye. Divê tiştine gelek cidî, veşartî, şantaj li dijî cenabê serokwezîr an kesên li dora wî hatibe kirin. Ez nikarim hîn zêdetir biaxivim. Vedîtina tiştine veşartî yên li paş vê guherînê, berpirsiya Îspanyola ne. Ev, îxaneta sêyemîn a li dijî gelê Sahrawî ye û me vê ji hukumeta Îspanyol hêvî nedikir. Îspanya li hember gelê Sahrawî xwedî berpirsiya ehlaqî, hiqûqî û polîtîk e. Bi vê tevgera xwe, ew nikare liyaqê dîrok û çanda hevpar ku me bi hev girêdide. Çima ev vegera ji nişkave pêk hat? Çi ne sebeb? Em ji bo sebeban îzeh bikin, vê pirsê ji hemû civaka Îspanyayê dikin. 47 sal şûn ve, Îspanya heman kêrî li heman birînê dixe û ev, dibe sebeba êşeke mezin. Lê wê tu tişt neguhere. Ev ê ne bandorê li berxwedana gelê Sahrawî bike ne jî bandorê li dilxwaziya wan bike ku heta bigihîjin armancên xwe şerê xwe bidomînin.

Hûn dibêjin îxaneta sêyemîn…

Erê. Ev, piştî peymana sêalî ya Madridê ya di 14’ê Mijdara 1975’an de û vekişîna ji Sahraya Rojava ya di 26’ê Sibata 1976’an de, îxaneta sêyemîn e. Ev welat, demeke dirêj bû qurbanê bêêdaletiyê û mixabin, hukumetên Îspanyayê parçeyeke vê ne. Ez nizanim ka ew dikarin vê neheqiyê bidawî bikin. Ez hêvî dikim, pozîsyona serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez a di guherîna polîtîkayê de şexsî û yekalî be û guherîneke temamî ne di hukumetê de, ne di Parlamentoyê de, ne di Senatoyê de, ne di partiyan de û heta ne jî di burokrasiyê de pêk hati be. Tu kes destekê nade vê helwestê lê ez hêvî dikim, civaka sivîl û hêzên polîtîk ji bo bidawîkirina vê helwestê û neheqiyên gelek caran dûbare bûne, bikaribin zextan li hukumetê bikin.

——————–

Ev hevpeyvîna ji aliyê rojnamevana ji Welatê Baskê Kristina Berasan ve hatiye kirin û cara ewil di malpera Vilaweb a Katalan de bi Îngilîzî hatiye weşandin. Hevpeyvîn ji aliyê edîtorê Infowelatê Necat Ayaz ve hatiye wergerandin û sernivîs hatiye kurtkirin. 

Foto: Îbrahîm Galî (Morning Star)

Not: Îbrahîm Galî yek ji damezrînerê Eniya Polisario û Serokê Komara Demokratîk a Ereb a Sahrawî ye. Galî niha li Tindûfê ya li Cezayirê dijî. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …