Federalîzma Kesk û parastina jîngehê

Forûma Federasyonan li ser têkiliya parastina ekolojiyê û xwerêvebirinê jî berheman diweşîne.

Di vê meseleyê de berhema Forûmê ya naskirî, di bin sernivîsa Federalîzma Kesk: Tecrûbe û Pratîk de hatiye weşandin.

Forûma Federasyonan (Forum of Federations) ku li ser federalîzmê xebatan dike, li ser têkiliya parastina ekolojiyê û xwerêvebirinê jî berheman diweşîne.

Di vê meseleyê de berhema Forûmê ya naskirî, di bin sernivîsa Federalîzma Kesk: Tecrûbe û Pratîk de hatiye weşandin.

Ev pirtûka ji 176 rûpelan pêk tê, bi hevkariya Enstîtuya Enerjî û Çavkaniyan (TERI) ya Hîndistanê ve hatiye çapkirin.

Berhem bersiveke xurt dide pirsa çawa federasyon problemên xwe yên ekolojiyê û parastina avhewayê çareser dikin.

Riyên çareseriyê yên ji bo her du mijaran di konteksta hukumetên federal û herêmên federal de tê dayîn.

Hin mijarên di vê pirtûkê cî digirin ev in:

  • Mekanîzmayên xurtkirina Federalîzma Jîngehê ya li Brazîlê
  • Federalîzma Kanadayê ya di çarçoveya têkoşîna li dijî guherîna avhewayê
  • Federalîzma Kesk: Tecrûbeya Nîjeryayê
  • Li Afrîkaya Başûr bi riya Plankirina Parêzgehê xebata ji bo guherîna avhewayê
  • Beşdariya federal û demokratîk a ji bo polîtîkaya jîngehê ya Swîsreyê
  • Nêrînek li ser Federalîzma Koperatîf a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Forûma Federasyonan rêxistineke navdewletî ye di 1999’an de eyaleta Quebecê ya Kanadayê hate damezrandin.

Kanada, Swîsre, Belçîka, Etiyopya, Almanya, Hîndistan, Meksika, Nîjerya endamên vê rêxistinê ne.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …