Serxwebûnxwaz û otonomîst li EFA’yê ne

Més per Menorca, Siciliani Liberi û Union Valdôtaine bûn endamên nû yên EFA’yê.

Tifaqa Azad a Ewrûpî EFA tevneke siyasî ye ku di bin banê wê de 41 partiyên serxwebûnxwaz, herêmparêz û otonomîst cî digirin.

Tifaqa Azad a Ewrûpî EFA bi endamên nû tevna xwe ya siyasî berfireh dike.

Rêxistin di Civîna Giştî de derî ji endamtiya sê partiyên din ên ji herêmên Ewrûpayê vekir.

Bi biryara delegeyên civînê, Més per Menorca, Siciliani Liberi û Union Valdôtaine bû endamên nû yên EFA’yê.

Més per Menorca partiyeke girava Menorca ya Herêma Xweser a Balearê ye ku li Îspanyayê ye.

Ev partî li ser bingeha sosyalîzma demokratîk û mafên neteweyî yên Katalan hatiye damezrandin.

Siciliani Liberi partiyeke serxwebûnxwaz a girava Sicîlya ya Îtalyayê ye.

Union Valdôtaine jî partiyeke otonomîst a Herêma Xweser a Aostayê ye ku daxwaza wê berfirehkirina otonomiyê ye.

EFA partiyeke serxwebûnxwaz û otonomîstan e ku di Yekitiya Ewrûpayê de tê temsîlkirin

Partiyên navborî beriya bibin endam, salekê berê statuya namzetiya ji bo endamtiyê bi dest xistibûn.

EFA di heman civînê de statuya namzetiyê ya Estau Aragones a ji Îspanyayê jî qebûl kir.

Ev partiya çepgir a ji Herêma Xweser a Aragonê, ji bo serxwebûna Aragonê xebatê dike.

Biryarên Civîna Giştî

EFA di civîna xwe ya dawî de ji bilî endamtiya partiyên navborî, li ser van mijaran biryaran girt:

  • Bi taybetî, li herêmên otonom û giravan û ji bo kêmaran rakirina bendavên hilbijartinê
  • Pêşxistina hîndekariya herêmên cîran ên li welatên Yekitiya Ewrûpayê
  • Cîbicîkirina însîyatîfa Pakêta Ewlehiyê ya Kêmaran (Minority Safe Pack)
  • Bihêzkirina jinê di jiyana civakî de
  • Pêdiviya rêzgirtina Fransayê ya ji bo mafên zimanî û çandî ya welatiyên wê
  • Desteka ji bo self-determînasyona Korsîkayê û parastina zimanê Korsîkî
  • Rakirina dorpêça Komara Artşakê (Qerebaxa Çiyayî)

Tifaqa Azad a Ewrûpî

Bi endamtiya her sê partiyên dawî, hejmara endamên rêxistinê digihîje 44’an.

EFA di heman demê de ji aliyê Parlamentoya Ewrûpayê wekî partiyeke polîtîk hatiye naskirin.

Tifaqa Azad a Ewrûpî EFA tevneke siyasî ye ku di bin banê wê de 41 partiyên serxwebûnxwaz, herêmparêz û otonomîst cî digirin.

Bi endamtiya her sê partiyên dawî, hejmara endamên rêxistinê digihîje 44’an.

Hin ji van partiyan li Skotland, Katalonya, Flander, Frîzland, Valensiya, Giravên Balearê, Navarra, Aragon, Scleswig-Holstein, Sîlezya, Qerebaxa Çiyayî û Korsîkayê hatine ser kar.

EFA di heman demê de ji aliyê Parlamentoya Ewrûpayê ve wekî partiyeke polîtîk hatiye naskirin.

————

Fotoyê bergê: Alên hin partiyên endamên EFA’yê.  (Jêder: TheGreens/ EFA) 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …