Greenland serxwebûnê gotûbêj dike

Pêşnûmaya destûra bingehîn a ji bo serxwebûnê hate rojeva Parlamentoya Greenlandê.

Yek ji xala di belgeyê de cî digire têkiliya azad a Greenlandê ya bi Denmarkê re ye.

Li gorî vê, Greenland wê bi Denmarkê re xwedî peymaneke azad be ku di çarçoveya vê de wê statuya xwe bi serbestî diyar bike.

Girava herî mezin a cîhanê Greenland serdestiya neteweyî gotûbêj dike.

Pêşnûmaya destûra bingehîn a welatekî serbixwe hate rojeva Parlamentoya Greenlandê.

Belgeya pêşnûmayê ji aliyê destûra bingehîn ve hate amadekirin.

Pêşnûmaya ev çar sal in bi baldarî tê amadekirin, ji 49 paragrafên ku bi zimanê Inuitî (Greenlandî) hatiye nivîsandin pêk tê.

Yek ji xala di belgeyê de cî digire têkiliya azad a Greenlandê ya bi Denmarkê re ye.

Teksta Qanûna Otonomiyê ya 1979’an. Jêder: Pirtûkxaneya Kongreya Amerîkayê

Li gorî vê, Greenland wê bi Denmarkê re xwedî peymaneke azad be ku di çarçoveya vê de wê statuya xwe bi serbestî diyar bike.

Ev xal, ji aliyê pisporên mijarê wekî gaveke ber bi serxwebûnê ve tê qebûlkirin.

Tevî ku naveroka pêşnûmayê bi giştî bi perspektîfa serxwebûnê hatiye nivîsandin, mijarên wekî dayina pasaportan û rêvebiriya edaletê cî nagirin.

Ji bilî vê, di belgeya destûra bingejîn de nayê diyarkirin ka şefê siyasî yê Greenlandê wê wekî berê qral/qralîçeya Denmarkê be an na.

Nûnerên siyasî yên Greenlandê di wê baweriyê de ne, piştî qebûlkirina destûra bingehîn a nû wê di nava 10 salan de hukumeta giravê bi Denmarkê re dest bi muzakereyên serxwebûnê bike.

Ji bo serxwebûnê referandûm

Greenland ku demeke dirêj koloniya Denmarkê bû, di 1979’an de mafê otonomiyê bi dest xist.

Girav bi Qanûna Xwerêvebirinê ya 2009’an naveroka xweseriya xwe berfirehtir kir.

Niha ji bilî karûbarên derve, parastina leşkerî û rêvebiriya edaletê erkên mayî di destên hukumeta Greenlandê de ne.

Yek ji mafekî girîng ê giravê bi serbestî diyarkirina statuya xwe ya polîtîk e.

Eger miletê Greenlandê bixwaze, bi riya referandûmê dikare serxwebûna xwe rabigihîne.

Lê beriya referandûmê, divê hukumetên Denmark û Greenlandê li hev bikin.

Greenland welatekî li Arktîkê ye û 2500 km dûrî Denmarkê ye.

Girav di navbera parzemîna Amerîka û Ewrûpayê de xwedî ciyekî jeostratejîk e.

Herwiha, Greenland ji aliyê çavkaniyên binerdê dewlemend e û ev jî bala hêzên mezin ên cîhanê dikişîne.

————–

Foto: Ala Greenlandê.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …