Di roja sirûda Mallorcayê de li giravê çalakîyên girseyî hatin lidarxistin. Di bernameyan de nasnameya kolektîf a Mallorcayê û bi awayekî giştî jî ya Giravên Balearê ku dîrok û zimanê katalanî du stûnên wê yên sereke ne, derketin pêş.
Girava Mallorcayê 100 salîya sirûda xwe ya neteweyî La Banguerayê pîroz kir. Bi boneya salverê, di 29ê gulanê de li hemû zanîngeh, dibistan û sazîyên din çalakîyên pîrozbahîyê hatin lidarxistin.
Obra Cultural Balearê (Saziya Çandê ya Balear) ji van çalakîyan re pêşengîyê kir. Çalakîya herî mezin a li bajarê Mallorcayê, li Plaça Major hat lidarxistin. Nûnerên hemû beledîyeyan, 258 navendên perwerdehîyê û 300 sazîyên çandî û civakî tevlî bernameyên pîrozbahîyê bûn.
Beşdarên çalakîyan tevlî xwendina sirûda La Balanguerê bûn ku gotinên wê ji alîyê Joan Alcover ve hatîye nivîsandin û muzîka wê ji alîyê Amadeu Vives ve hatîye çêkirin.
Bernameyên îsal bi beşdarîya xwe ve bû hewldaneke mezin a ji bo nîşandana nasnameya kolektîf a Mallorcayê û bi awayekî giştî jî ya Giravên Balearê ku dîrok û zimanê katalanî du stûnên wê yên sereke ne.
Serokê OCByê Antoni Llabres di axaftina xwe ya di pîrozbahîyan de got, La Balanguerayê “ji sirûdekê wêdetir e” û semboleke hevpar a çand, ziman, hiş û nasnameyê ye ku ji ku derê hatibin bila hatibin, hemû mallorcayîyan dike yek.”
Giravên Balearê û ziman
Giravên Balearê herêmeke bi ser Îspanyayê ve ye û di 1982an de bûye xwedî statuya otonomîyê. Katalan, Balearê ji aliyê dîrokî û zimanî ve wekî parçeyeka “Welatên Katalan (Els Paisos Catalans)” pênase dikin.

Îspanyolî û katalanî du zimanên fermî yên herêma xweser in. Katalanî zimanê dayikê yê % 33.7 ê welatiyan e ku temenê wan di navbera 18 û 69an de ne.
Di 2016’an de 43 ji % welatiyên Balearê katalanî wekî zimanê xwe yê dayikê diyar kiribûn.Ev jî nîşand dide ku li herêmê gav bi gav zimanê îspanyolî dibe serdest.
Loma jî aktîvîstên balearî di rojên dîrokî yên wekî roja La Balanguerê de, dixwazin hişmendîya parastina ziman û û çanda giravan pêş bikeve.
Foto: Pîrozbahîya ji bo La Balanguerayê ya li Mallorcayê/Obra Cultural Balear
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat