Siyaset namzetiya Zana Farqînî red kir

Partiya Çep a Kesk namzetiya di lîsteya xwe ya ji bo hilbijartinê dezimanzanê Kurd Zana Farqînî nîşan neda.

Ev jî di medyaya civakî de bû sebeba reaksiyonên tund ên li dijî vê partiyê.

Partiya Çep a Kesk (YSP) lîsteya namzetên xwe yên ji bo hilbijartina 14ê Gulanê ya li Tirkiyeyê eşkere kir.

Di lîsteya partiyê de navê zimanzanê Kurd Zana Farqînî cî negirt.

Ev jî di medyaya civakî de bû sebeba reaksiyonên tund ên li dijî Partiya Çep a Kesk.

Farqînî agahiya derbarê vê de pêr bi tweetekê ji raya giştî re ragihand.

Zimanzanê Kurd kurtedemek berê ji bo têkeve lîsteya namzetên hilbijartina wekîltiyê serî li Partiya Çep a Kesk dabû.

Farqînî gotibû, li ser daxwaza hin hevalan nêzîk wî biryareke wiha daye.

Herwiha Farqînî diyar kiribû, eger ew bê hilbijartin, ew ê di Parlamentoya Tirkiyeyê de hewl bide qedexeyên li ser Kurdî bê rakirin.

Ferhenga Kurdî-Tirkî. Ev berhema giranbuha ku li Tirkiyeyê yekemîn ferhenga berfireh a di vê mijarê de bû, ji aliyê Farqînî ve hatibû amadekirin.

Zimanzanê Kurd di hevpeyvîna xwe ya di Bianetê de wiha axivî bû:

TRT Kurdî li vî welatî weşanê dike. Eger Kurdî “zimanekî nayê zanîn e” ew dem divê em ji serokê Parlamentoyê Mustafa Şentop bipirsin, ka TRT Kurdî di çarçoveya kîjan qanûnê de weşanê dike? Li Tirkiyeyê enstîtu û zanîngeh hene. Li ser Kurdî xebat tê kirin, bernameyên lîsans û doktorayê tên meşandin. Teqez divê nav li vî zimanî bê kirin.

Ji kar hatibû derxistin

Zana Farqînî dema di Belediyeya Batmanê de xebatê xwe dimeşand, ji kar hatibû derxistin.

Qeyûmê ji aliyê dewleta tirk ve hatibû peywirdarkirin, di Nîsana 2020’an de dawî li karê Farqînî anîbû

Zana Farqînî dema di Belediyeya Batmanê de xebatê xwe dimeşand, ji kar hatibû derxistin.

Qeyûmê ji aliyê dewleta tirk ve hatibû peywirdarkirin, di Nîsana 2020’an de dawî li karê Farqînî anîbû.

Farqînî ji bo pêşxistina xebatên çand û ziman li belediyeyê dest bi kar kiribû.

Zimanzan xwe amade dikir li belediyeyê perwerde bide kesên ku derbarê folklora Kurdî de xebatan dikin.

Kî ye Zana Farqînî?

Zana Farqînî

Zana Farqînî di 1967’an de li Amedê (Diyarbekir) hate dinyê. Farqînî perwerdeya xwe ya bilind li Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê kir.

Paşê li Stenbolê di Navenda Çanda Mezopotamyayê de dest xebatê kir. Zimanzan di kovara Rewşenê û di rojnameyên Welat û Welatê Me û Azadiya Welat de nivîsî.

Herwiha zimanzan, di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de di beşa ziman de xebatê kir.

Berhemên Zana Farqînî: Ferhenga Tirkî-Kurdî,  Ferhenga Kurdî-Tirkî.

Wergerên Farqînî: Mamosteyê Sêyemîn Xanî, Rastiyên Destana Memê Alan, Xanî û Newroz. Xanî û Memzayên Wî.

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …