Mirina zazakî û xwekuştina ziman

Em dikarin bêjin yek ji sebeba herî girîng a çima Zazakî terka mirinê hatiye kirin, “xwekuştina ziman”e ya bi riya sekna mirina wê ye ku di çarçoveya vê de Zaza têra xwe qîmetê nadin axaftin, nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe.

Helbet divê neyê jibîrkirin, di meseleya “xwekuştina ziman” a Zazayan de polîtîka û pratîkên sed salî yên dewletê û tirkiya ku bûye zimanê kolanê sebebeke esasî ye.

Îro li Tirkiyeyê piştî Tirkî û Kurmancî sêyemîn zimanê mezin ê axaftinê Zazakî ye. Zaza girêdayî cudahiyên cografî û mezhebî xwe wekî Zaza, Kird, Kirmanc, Dimilî û Şarê Ma û zimanê xwe jî wekî Zazakî, Kirdkî, Kirmanckî, Dimilkî ve Zonê Ma pênase dikin. Ligel vê rastiyê, di salên dawî de ji ber leza bajarbûnê û pêşketina navgînên ragihandinê yên girseyî, bikaranîna navê Zaza belav dibe û ev nav li hemû herêmên Zaza lê dijîn tê bikaranîn. Digel ku mirov nikare qala cografyayeke yekgirtî ya Zaza li dijîn bike, Zaza bi giranî li herêmên rojhilat û başûrêrojhilat ên Tirkiyeyê bi cî bûne.

Parêzgehên Çewlik (Bîngol) û Dêrsim (Tunceli) du bajar in ku bi giranî Zaza li wir dijîn. Ji bilî her du bajaran, li Xarpêt (Elazig), Amed (Diyarbekir), Ûrfa, Sêwas, Semsûr, Erzingan, Erzirom, Mûş û Bedlîsê û navçeyên wan nifûseke zêde Zaza hene. Ji bilî van ciyan, li metropolên Tirkiyeyê û lig elek welatên li Ewrûpayê hejmareke zêde Zaza hene. Kesên li ser Zazayan lêkolînan dikin diyar dikin, nifûsa Zazayan di navbera du û şeş milyonî de ye. Lê divê bê gotin, ev dane bi tenê texmîn in.

Înkar, qedexe û sansur

Komara Tirkiyeyê ku li ser erdên mayî ya împaratoriyê hatibû damezrandin, kurtedemek piştî damezrandinê hewleke mezin da ku ji bilî tirkî zimanên din ji qada gelemperî derbixe. Rejîma Kemalîst li her qada jiyana gelemperî ji bilî tirkî zimanên din înkar kir, ew qedexe û sansur kir.

Kadroyê Kemalîst, ji bo van zimanan tune bike ji makeqanûn û qanûnên din dest pê kir û bi riya enstîtuyan (Enstîtuyên Keçan, Enstîtuyên Kamilbûnê, Enstîtuyên Gundan) Komeleya Vekolînê ya Zimanê Tirkî, Saziya Dîrokê ya Turk, Mufettîşiyên Giştî, Ucaxên Tirk (Tirk Ocaklari), Halkevlerî/Halkodalari (Malên Gel/Odeyên Gel) ket nava hewldaneke mezin.

Ji bilî vê, bi gelek biryarên meclîsên parêzgehan û meclîsên belediyeyan kesên ji bilî tirkî bi zimanekî din axivîn rastî cezayê girtîgehê û pereyan hatin. Ev biryar, destûrê ne dida wekî zimanên din ên li welêt, Zazakî jî li dibistanan, nexweşxaneyan, belediyeyan, li dadgehan, girtîgehan û hwd. û herwiha li sûkê (çarşî), kolanê, qehwexaneyê û di qadên din ên jiyana rojane de bê axaftin û ew di nava sînorên malê de dorpêç dikir.

Lê divê bê gotin, ev hemû biryarên “qanûnî”, hiqûqî” û lokal bi piranî ne xema Zazayan bû û lewma jî Zazakî digel hemû înkar, qedexe, sansur û zextan hebûna xwe domand.

Lê digel vê jî, wekî li hemû coxrafyaya Kurdan pêk hat, li coxrafyaya ku Zaza ekserî lê dijiyan, piştî 1980’yan bi riya modernbûyîn, bajarîbûyîn, zêdebûna hejmara dibistanan û xwendin-nivîsandinê, koça ji gundan ber bi bajaran ve, hilweşîna gundan, zêdebûna navgînên ragihandinê yên wekî televîzyon, radyo, rojname û înternetê rêjeya zanîna Zazakî bi awayekî pir lez kêm bû.

Li coxrafyaya ku Zaza ekserî lê dijiyan, piştî 1980’yan bi riya modernbûyîn, bajarîbûyîn, zêdebûna hejmara dibistanan û xwendin-nivîsandinê, koça ji gundan ber bi bajaran ve, hilweşîna gundan, zêdebûna navgînên ragihandinê yên wekî televîzyon, radyo, rojname û înternetê rêjeya zanîna Zazakî bi awayekî pir lez kêm bû.

Zazakî nivîsê dereng nas kir 

Dema bi zimanên li Rojhilata Navîn û Balkanan re bê miqayesekirin, Zazakî gelek bi derengî bûye zimanê nivîskî. Helbet hin sebebên vê hene. Sebebên esasî ev in, Zaza bi piranî li herêmên gundewar dijiyan, derfetên wan ên bajarîbûyînê, xwendina li dibistanan, weşangerî û çapemeniyê kêm bûn.

Ya ji vê jî girîngtir, di coxrafyaya Zaza li dijiyan, di dema împaratoriyan de erebî û farisî serdest bûn û “siltanekî Zazayan ku jê re qasîde bê pêşkêşkirn tune bû.” Ev jî bûye sebeb Zazakî bi derengî nivîsê û edebiyata nivîskî nas bike. Di serdema netewe-dewletan a piştî împaratoriyan jî tunebûna statuya siyasî ya Zazayan, hebûna Zazakî ya bi tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de û bi dehan salan domandina qedexeyên hişk ên li ser ziman û çandê ya ji ber encama polîtîkayên înkarê ya rejîma Kemalîst, bûye sebeb Zazakiya nivîskî pêk neyê. Bi gotineke hîn zelal, polîtîkayên qedexe û asîmîlasyonê yên li Tirkiyeyê bûye zehmetiyek li ser riya pêkhatina “edebiyateke xwedî sazî û dezgeyan” û weşangeriya Zazakî.

Ev hemû sebeb, bi giştî pêşî li derfeta weşangeriya bi Zazakî û bi taybetî jî afirandina berhemên edebiyata nivîskî ya Zazakî girtiye heta wê bêîmkan kiriye. Ev jî ji aliyekî ve nivîsandina Zazakî dereng xistî ye û ji aliyekî din jî bûye sebeb Zazakî bi derengî bibe zimanê nivîskî û edebiyata Zazakî derkeve holê.

Digel van aliyên neyênî ku bi kurtî hat qalkirin, bi weşangerî û edebiyata Zazakî ya li Ewrûpayê ya piştî 1980’an û li Tirkiyeyê ya ji destpêka sala 2000’an û vir ve, bi dereng be jî bûye sebeb Zazakî bibe zimanê nivîsê û weşangerî û edebiyat pêk were. Lêbelê divê em bêjin, ev weşangerî/edebiyateke xwedî sazî û dezgehe û piranî xebateke ku bi hewldanên şexsî tê meşandin.

Dawiya dawî, em dikarin bêjin digel ku teksta ewil a nivîskî ya Zazakî di demeke dereng de (1899) derketibe holê jî, îro bi Zazakî hejmareke zêde pirtûkên mevlûd, tefsîr.meal, hedîs, siyer, fikih, akaîd, helbest, roman û çîrokê hatine weşandin. Bêguman, ev berhemên di van qadan de hatine nivîsandin, di warê nivîsandina Zazakî de xwedî girîngiyeke mezin in.

Digel ku teksta ewil a nivîskî ya Zazakî di demeke dereng de (1899) derketibe holê jî, îro bi Zazakî hejmareke zêde pirtûkên mevlûd, tefsîr.meal, hedîs, siyer, fikih, akaîd, helbest, roman û çîrokê hatine weşandin.

Astengiyên polîtîk û burokratîk

Ji bilî vê, vekirina beşên Ziman û Edebiyata Zazakî ya li zanîngehên Çewlik û Mûnzûrê, hebûna derfeta dersa hilbijarî ya di perwerdeya seretayî de û li çend zanîngehên li herêmê vekirina bernameyên lîsans û doktoraya Zazakî, bûye sebeb Zazakî di qada weşangerî û jiyana rojane de hîn bêtir xwe nîşan bide. Lêbelê divê bê gotin, ev hewldan jî rastî astengiyên polîtîk û burokratîk tên û derfetên dewletê pêşkêş dike tên bisînorkirin.

Salane yek an du caran peywirdarkirina mamosteyên Zazakî, tunebûn û kêmasiya mamosteyên têkevin dersa hilbijarî ya Zazakî, wekî ku di çapemeniyê de jî cî digire astengiyên rêvebiriyên dibistanan ên di proseya serîlêdana ji bo dersa hilbijarî de û problema peydekirina kadroyekê di akademî û di saziyên din ên dewletê de yên ji bo kesên lîsans û doktorayê kirine, hin astengiyên polîtîk û burokratîk in.

Ligel vê, di vê dema ku gelek zimanên cîhanê ji aliyê linguîstîkê ve standartbûna xwe pêk anîne de lihevnekirina li ser alfabeyekê û zimanê nivîsê ya di weşangeriya Zazakî de ku bi ked û hilberîna şexsî dimeşe, bi awayekî cidî zirarê dide pêşketina Zazakî. Ev jî dibe astengî ji bo zêdebûna xwendin-nivîsandina Zazakî. Eger em rastiyê bêjin, îro hejmareke zêde lêkolîner û nivîskar ku Zazakî wekî zarava an ziman qebûl dikin û Zazakiya standart bi kar naynin.

Divê konsensûs pêk were

Problema herî giran ev e, çend kesên ku bi Zazakî dinivîsin hîn li ser alfabeya Zazakî li hev nekirine. Digel ku di weşangeriya Zazakî de piranî Alfabeya Zazakî tê bikaranîn, hin kes Alfabeya Jacobson û hin alfabeyên şexsî jî bi kar tînin. Helbet ev rewş li ser riya pêkhatina zimanê standart a nivîskî ya Zazakî astengiya herî mezin e.

Bêguman, berpirsiya ewil a kesên bi Zazakî dinivîsin divê li ser ziman konsensûsekê pêk bînin. Encax bi vî awayî xwendin-nivîsandina Zazakî dikare zêde bibe û nifşên nû bi Zazakî bipeyivin. Eger wiha nebe, ew ê Zazakî bibe qurbana îhtiras û kompleksa çend kes û koman.

Ev jî bi eşkereyî nîşan dide, em bi rastiya tahl re rûbirûne ku têkoşîna bi dehan salan a Zazakî ya ji bo jiyanê wê têk biçe û wê deriyên mirinê ji Zazakî re vebe. Di rewşeke wiha de divê neyê jibîrkirin, tiştê ku wê bibe para Zazayan şîna li dûv cenazeyê ziman e.

Problema herî giran ev e, çend kesên ku bi Zazakî dinivîsin hîn li ser alfabeya Zazakî li hev nekirine. Digel ku di weşangeriya Zazakî de piranî Alfabeya Zazakî tê bikaranîn, hin kes Alfabeya Jacobson û hin alfabeyên şexsî jî bi kar tînin.

Xetereya mirina ziman

Bê şik û guman, di roja îro ku li gelek aliyê cîhanê “krîzeke ziman” heye, problema herî mezin a Zazakî xetereya mirina ziman e. Li gorî rapora “Atlasa Zimanên Cîhanê yên di Xetereyê de” ku UNESCO di 21ê Sibata 2009’an di Roja Zimanê Zikmakî de weşandibû, yek ji zimanên li Tirkiyeyê di xetereyê de Zazakî ye. Li gorî tesnîfkirina UNESCO’yê, zimanên ku herî zêde bi xetereya mirinê re rû bi rû ne “zimanên ne di ewlehiyê de ne”. Zimanekî di vê kategoriyê de “ji aliyê zarokan ve bê axaftin jî di hin qadan de hatiye bisînorkirin”.

A rast, “mirina ziman” di tevahiya dîrokê de pêk hatibe jî îro rewş cuda ye. Îro globalîzasyon, netewe-dewlet, netewperestî, bajarîbûyîn, zêdebûna dibistanan, pêşketina di xwendin-nivîsandinê de û bi taybetî jî pêşketinên di teknolojiyên di qada ragihandinê de (radyo, TV, înternet, telefonên baqil) pêk tên hem dibe sebeb ziman bi lez bimirin hem jî alîkariyê ji bo rizgariya ziman dike.

Eger em rastiyê bêjin, îro “mirina ziman” ji netew-dewletê serbixwe pêk nayê, berevajiya vê, ev yek rasterast bi helwesta netew-dewletan a asîmîlasyonîst, qedexeker, cûdaxwaz û astengkar a netewe-dewletan a li dijî zimanên ji bilî zimanê neteweyî re eleqeder e. Sebebên din jî, zimanên di xetereyê de ne zimanên weşangerî, perwerde û bazarê ne.

Îro problema bingehîn a Zazakî rû bi rû ye, hem “mirina ziman” e ku sebeba wê polîtîka û pratîkên dewletê ne û hem jî helwesta Zazayan a li hemberî zimanê xwe ye ku “xwekuştina ziman” bi xwe re tîne.

Di meseleya Zazakî de “mirina ziman” piranî ji derve, ji ber polîtîka û pratîkên asîmîlasyonîst û qedexeker a dewletê pêk tê. Lêbelê, “xwekuştina ziman” a Zazakî meseleyeke navmalê ye ku ji ber sebeba Zaza “terka” zimanê xwe kirine, pêk tê.

Paşveçûna ziman

Bi gotineke din, mirina ziman ne ji ber “windabûna ziman” an “paşveçûna ziman” pêk tê ku êdî mirov nema zimanê xwe bi kar tînin. Lêbelê ev yek bi riya “xwekuştina ziman” pêk tê ku ligel polîtîka û pratîkên asîmîlasyonîst û qedexeker ên dewletê mirov gav bi gav terka zimanê xwe dikin. Niha problema herî mezin a Zazakî niha rû bi rû ye ev e.

Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin yek ji sebeba herî girîng a çima Zazakî terka mirinê hatiye kirin, “xwekuştina ziman” a bi riya sekna mirina wê ye ku di çarçoveya vê de Zaza têra xwe qîmetê nadin axaftin, nivîsandin û xwendina bi zimanê xwe. Bêguman, ji bo Zazakî ji “xwekuştina ziman” rizgar bibe divê di nava civaka Zazayan de “sedeqeta ziman” an “hişmendiya ziman” pêş bikeve.

Helbet divê neyê jibîrkirin, di meseleya “xwekuştina ziman” a Zazayan de polîtîka û pratîkên sed salî yên dewletê û tirkiya ku bûye zimanê kolanê sebebeke esasî ye. Wekî ku Umberto Eco dibêje, zarok ne zimanê dayika xwe lê zimanê kolanê qebûl dikin.

Ji bilî van, rêxistinên polîtîk ên kurd ên li Tirkiyeyê, belediye, saziyên sivîl, weşanxane, medyaya dîtbarî û ya nivîskî bala xwe nadin Zazakî –helbet hemû kes ne xwedî heman helwestê ne- û ev jî bandorê dike li ser sebebên tunebûna ewlehiya ji bo Zazakî gav bi gav jiholêrabûna wê.

Eger bikare bibe zimanê zarokan…

Roja îro Zazakî hema hema ji aliyê kesên di bin temenê 30’î de ne nayê axaftin. Bê guman, ev rewş îşareteke girîng e ji bo dîtina xetereya mezin.

Domandina hebûna Zazakiya di bin xetereyê de encax bi riya “pêkanîna prestîjê” ya ji bo ziman dikare pêk were.

Wekî ku tê zanîn, yek ji rastiya herî girîng a dibe sebeba mirin an mayina zimanan, veguhezandina nav-nifşî ye. Bi gotineke din, eger zimanekî ji nifşekê derbasî nifşeke din dibe, yanî dikare bibe zimanê zarokan xetereya mirina ziman piranî ji bolê radibe. Lêbelê eger veguzandina nav-nifşî ya zimanekî pêk neyê, bikaranîna wê ya di nava nifşa nû de kêm bibe ew ziman rastî xetereya mirinê tê. Îro meseleya Zazakî rû bi rû ye ev e.

Roja îro Zazakî hema hema ji aliyê kesên di bin temenê 30’î de ne nayê axaftin. Bê guman, ev rewş îşareteke girîng e ji bo dîtina xetereya mezin. Encax zarokekî dema bi zimanê dayikê perwerde bibe dikare wê veguzîne siberojê. Lewma ewil divê “prestîja” Zazakî bê bilindkirin û rojek beriya rojekê perwerdeya bi zimanê dayikê pêk were. Encax bi vî awayî Zazakî bikare bibe zimanê zarokan û berxwedana ji bo hebûnê dom bike.

A dawî, dema ev hemû alî bên dîtin, dikare bê gotin ku ji bo zimanekî bi xetereya mirinê re rû bi rû ye hebûna xwe bidomîne, divê di serî de dewlet, hemû kesên eleqeder şert û mercên vê bi awayekî lezgîn amade bikin û herwiha destekê bidin xebatên akademîk/zanistî ya Zazakî.

Em rasterast divê bêjin, domandina hebûna Zazakiya di bin xetereyê de encax bi riya “pêkanîna prestîjê” ya ji bo ziman dikare pêk were. Bêguman hin riyên pêkanîna prestîjê heye ji bo ziman.

Zazakî dikare bijî

Di nava rêûrêbazan de hebûna statuya kesên bi vî zimanî diaxivin a di nava civaka serdest de, xurtbûna hebûna aboriyê yên van kesan û bikaranîna wan a baş a teknolojiyê û herwiha ciyê ziman di nava sîstema perwerdeyê de jî cî digirin. A rast, şertê yekemîn û ya herî girîng a ji bo ku di cîhana îro de zimanekî zindî bimîne hebûna wê ya di perwerdeyê de ye an derfeta perwerdeya bi vî zimana ye.

Eger em careke din jî dûbare bikin, encax perwerdeya bi zimanê dayikê dest pê bike Zazakî dikare bijî. Wekî ku John Breully jî bi awayekî baldar destnîşan dike, encax dewlet dikare barê perwerdeya bi zimanê dayikê hilbigire. Eger ev pêk neyê, divê em ji bîr nekin di demeke nêzîk de em ê tevlî zimanê xwe ruhê xwe jî winda bikin. Bi îfadeyeke Oliver Wendell Holmes, “her ziman ciyekî îbadetê ye ku ruhê kesên ew pê diaxivin di hundirê wê de ye.”

Harîte: Orientierung-m.de

—————-

Ev gotara ji aliyê Ercan Çaglayan ve hatiye nivîsandin, cara ewil di Bianetê de hatiye weşandin. Gotar ji tirkî hatiye wergerandin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …