Guardiola vê havînê dawî li karîyera xwe ya li Manchester Cityê tîne. Guardiloayê li tevahîya cîhanê wekî menajerekî serfiraz tê naskirin, destekê dide doza serxwebûna Katalonyayê.
Guardiola di 2016an de hat Manchesterê û di kurtedemekê de tîma Manchester Cityê li Îngilîstan û Ewrûpayê de kir tîmeke herî serkeftî. Di dema wî de tîma îngilîz 20 serkeftinan bi dest xistin.
Manchester Cityê ragihand, tevî ku Guardiola wê ji karê xwe vekişe, wê wekî Sefîrê Global a Koma Futbolê ya Manchesterê xebatê bike. Herwiha wê Guardiola di warê mijarên teknîkî de pêşnîyazên xwe car caran ji tîmê re bêje.
Guardiola berîya Manchesterê li Barselona û Bayern Munichê serkeftinan bi dest xistibû. Salên wî yên li Mancesterê jî wekî dema fînalê ya karîyera wî hatibû qebûlkirin.

Serxwebûna Katalonyayê dixwaze
Guardiola li derveyê futbolê herî zêde bi desteka xwe ya ji bo serxwebûna Katalonyayê tê naskirin. Guardiola ku Katalonyayê hatîye dinyê, nasîna xwe ya di futbola cîhanê de ji bo doza serxwebûnê bi kar tîne.
Di 2015an de Guardiola di lîsteyên koalîsyona serxwebûnxwazan de li Katalonyayê tevlî hilbijartinê bû. Wî bi armanca parastina doza serxwebûnê, li Barselonayê li pêşberî girseyeke mezin axaftinekê kir. Guardiola di axaftina xwe de bang li qada navneteweyî kir ku piştevanîya serxwebûna Katalonyayê bike.
Tevî rexneyên li wî tê kirin jî, Guardiola xeta xwe ya ji bo self-determînasyona Katalonyayê didomîne û diyar dike ku ew doza serxwebûnê di çarçoveya demokrasî, mafên sivîl de diparêze.
Fotoyê sereke: Pep Guardiola û ala serxwebûnê ya Katalonyayê
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat