Zazakî wê li Stenbolê bê fêrkirin

Belediyeya Stenbolê ku 3 sal berê dest bi dayîna dersên kurdî (kurmancî) kiribû, niha jî ji bo kirmanckî/zazakî qursê vedike.

Bernameya ku dê 96 saetan bidome, yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin.

ÎSMEK (Qursên Perwerdehiya Pîşe û Hunerê) di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de di gelek waran de dersê dide. Ji huner, grafîk, turîzmê bigire heta ziman û teknolojiyê di gelek waran de dersê dide. ÎSMEK’ê 3 sal berê dest bi dayîna dersên kurdî (kurmancî) kiribû, niha jî ji bo kirmanckî/zazakî qursê vedike.

Beşa dersên zimanan zêdetir di “Dîl Okulu” ya ÎSMEK’ê ya li Şişliya Stenbolê de têne dayîn. Ji almanî, fransî, erebî bigire heta farisî gelek ders hene.

Di beşa kurmancî de çar beş hene “Kurmancî Asta A1”, “Kurmancî Asta A2”, “Kurmancî ASta A1-A2 Klûba Axaftinê” û “Kurmancî Asta A2 Atolyeya Xwendina Testan”.

Lê beşa zazakî (kirmanckî) beşek nû ye, loma jî tenê beşek heye ku ew jî asta destpêkê ye. Ji bo vê beşê wisa hatiye gotin:

“Zazakî asta destpêkê; Yên ku agahiyên bingehîn ên zazakî nizanin, yên ku dê nû hînê zazakî bibin, di asta herî bingehîn de, ji bo hînkirina peyvên zazakî, xwendin, nivîsandin û sazkirina têkiliyê û pêşxistina vê ev bername hatiye sazkirin.”

Bernameya ku dê 96 saetan bidome, yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin.

Destpêk 2020 bû

ISMEK di 2020’an de biryar dabû Kurdî (Kurmancî) jî têxe nava qursên xwe yên ziman.

Ji bo asta yekemîn a Kurmancî 136, ji bo asta duyemîn ji bo 160 saetî dem hatiye diyarkirin.

ÎSMEK saziya “Perwerdehiya Qursên Huner û Pîşeyê” ye ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye. ÎSMEK di sala 1996’an de dest bi xebatan kiriye lê yekem car e dê di bin banê xwe de bi kurdî jî qursan bide. Yên bixwazin herin qursên ÎSMEK’ê yên kurdî dikarin navên xwe binivîsin.

Li Stenbolê li gelek bajaran beşên ÎSMEK’ê hene. Vekirin an venekirina qursan (ha ziman, ha huner û tiştên din) li gor daxwazê çêdibe.

ISMEK di 2020’an de biryar dabû Kurdî (Kurmancî) jî têxe nava qursên xwe yên ziman.

Di beşa “Alan Lîstesî” (Lîsteya Beşan) de “Yabanci Diller” (Zimanên Biyanî) hene ku kurdî jî di nav vê beşê de ye.

Ji bo asta yekemîn a Kurmancî 136, ji bo asta duyemîn ji bo 160 saetî dem hatiye diyarkirin.

Ji bo kesên bixwazin serî lê bidin divê bikevin malpera “www.ismek.ist” û di wir de beşa “Programa gore ara” (Li gor bernameyê lê bigere) serî li Kurdî bidin.

——————-

Ev nûçe ji her du nûçeyên Diyarnameyê ya derbarê mijarê de hatiye berhevkirin

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …