Kantona Bernê di sedsala 14an de bû bajar-dewleta herî bi hêz a li bakurê Çiyayên Alpan. Bern di sedsala 15an de Aargauyê dagir kir û di sedsala 16an de jî Vaudê (Pays de Vaud) tevlî erdên xwe kirin. Di dema Reformasyona dînî de Bern Protestantîyê qebûl kir (1528) û bi vê pengavê xwe kir hêzeke Ewrûpayê.
PROFÎL
Nifûs: 1.063.533
Rûzemîn: 5938,90 km²
Paytext: Bern
Zimanê fermî: Almanî – Fransî
Tevlîbûna Swîsreyê: 1355
Kantona Bernê ji alîyê rûzemîn û nifûsê ve kantona duyemîn a mezin a Swîsreyê ye. Bajarê Bernê hem paytexta Swîsreyê ye hem jî ya kantonê ye. Erdên Bernê ji Çiyayên Jura heta Çîyayên Alpan dirêj dibe û deştên mezin ên rojavayê Swîsreyê dikevin nava sînorên kantonê. Ji ber mezinbûna erdên wê Bern bi 11 kantonên Swîsreyê sînordar e. Li bakur Jura, Solothurn, Aargau; li rojava Neuchâtel, Vaud, Fribourg; li rojhilat Lucerne, Nidwalden, Obwalden, Uri; û li başûr Valais cîranên kantonê ne.
Erdên kantonê li alîyê başûr (Oberlanda Bernê) seranser ji çiyayên bilind pêk tên ku gelek ji wan di ser 4 hezar mêtroyî de ne. Finsteraarhorna li vê herêmê bi bilindahîya xwe ya 4274 mêtroyî çiyayê herî bilind ê kantonê ye.
Her wiha, Jungfrau (4158 mêtro) ku yek ji semboleke Swîsreyê ye, li heman herêmê ye. Çemê herî mezin ê kantona Bernê Aare ye û çem piştî ku bi qasî 300 km li bakurê kantonê diherike, digihîje ser Çemê Renê.
Kantona Bernê ji ber sebebên cografîk, dîrokî Û zimanî wekî hestîyê piştê ya yekitîya Swîsreyê tê qebûlkirin. Bern li ser xeta almanîaxêf û fransîaxêf e. Ji ber ku li rojavayê Swîsreyê ye, nêzîkî herêma fransîaxêf e û loma jî wekî pireke di navbera vê herêmê û rojhilatê Swîsreyê de ku bi almanî diaxivin wekî pirekê ye. Ev faktora coxrafîk tevlî rewşa wê ya duzimanî sebebeke esasî ye ka çima Bern bûye paytexta Swîsreyê.
Pêlên reformasyona olî ya di sedsala 16an de gihîşt Vallaisê jî û tevgera reformîst xwest protestantîyê li herêmê belav bike. Lê belê hemû hewldanên ji bo serdestîya protestantîyê rastî reaksîyona katolîkan hat û bi ser neket.
Kurtedîrok
Dîroka Kantona Bernê 800 sal kevn e û di sala 1191ê de bi damezrandina bajarê Bernê dest pê kirîye. hatiye damezrandin.
Di belgeyeke 1208an de hatîye destnîşankirin, bajar ji alîyê malbata Zähringen ve hatîye avakirin. Xanedana Zähringen di nava demê de mîrektîya xurt bû û erdên mîrektîya xwe berfireh kir. Ji damezrandinê û bi şûn ve Bern bi almanî wekî Die Stadt und Republik (Bajar û Komar) hat pênasekirin. Li aliyekî din, navê bi latînî Respublica Bernensis jî ji bo Bernê dihat bikaranîn.
Di sala 1353an de, Bernê bi kantonên Uri, Schwyz û Unterwalden re hevpeymaniyek çêkir û ev gav bû sebeba avakirina Konfederasyona Swîsreyê. Hevpeymanîya Bernê ya bi her sê kantonan re kir ku ji yekitîya polîtîk a kantonan ber bi rojava ve berfireh bibe û vî milê konfederasyonê ewle bibe. Bi pêkhatina konfederasyonê, serdestîya Habsbûrgan li ser Bernê û kantonên navbrorî kêm bû û konfederasyon gav bi gav wekî entîteyeke polîtîk bû serbixwe.

Kantona Bernê di sedsala 14an de bû bajar-dewleta herî bi hêz a li bakurê Çiyayên Alpan. Bern di sedsala 15an de Aargauyê dagir kir û di sedsala 16an de jî Vaudê (Pays de Vaud) tevlî erdên xwe kirin. Di dema Reformasyona dînî de Bern Protestantîyê qebûl kir (1528) û bi vê pengavê xwe kir hêzeke Ewrûpayê. Midaxaleya Napolyon a di 1798an de dawî li serdestîya Bernê anî û hemû sazîyên dema feodal ji hev hatin xistin. Fransîyan Vaud, Aargau û Oberlanda Bernê ji Kantona Bernê veqetandin û kantonê kirin endameke Komara Helwetîk. Avakirina komareke yekgirtî ya ji ber modela Fransayê li Bernê rastî reaksîyona elîtan hat û di 1802an de bajêr ji serhildaneke bi armanca federalîyê re malovanîyê kir. Vekişîna leşkerên fransî berîya serhildanê bû faktoreke erênî ji bo serfirazîya hêzên federalîst.
Di 1803an de Swîsreyeke ji 19 kantonan pêk dihat hat damezrandin û Bern bû endameke vê kantonê. Swîsre di 1848an de bi reorganîzasyonekê bû dewleteke federal a modern. Bern wekî paytexta fermî ya vê dewletê hat damezrandin. Bi vê re giringîya Bernê ya ji bo Swîsreyê di asta herî bilind de hat qebûlkirin.
Sînorên kantonê bi tevlîbûna Oberlandê lê belê bi veqetîna Vaud û Aargauyê di vê proseya kurt de zelal bûn. Herême Jurayê ya fransîaxêf di sala 1979an de bi referandûmekê ji Kantona Bernê veqetîya. Bajarê Moutierê ya di nava sînorê Bernê de jî bi referandûma 2021ê de da ser heman şopê û di serê sala 2026an de tevlî Jurayê bû.
Demografî û ziman
Bern bi nifûsa xwe ya di ser yek milyonî re, piştî Zurichê kantona herî mezin a Swîsreyê ye. Almanî ji damezrandinê û vir ve zimanê serdest ê kantonê ye lê tevî vê jî ji % 11yê nifûsê bi fransî diaxive. Loma jî ji ber vê realîteya duzimanî, fransî ligel almanî zimanê fermî yê kantonê ye. Axaftina her du zimanan li Bernê û hin deverên kantonê, yek ji sebeba hilbijartina bajarê Bernê wekî paytexta Swîsreyê ye.
Lêbelê hebûna fransîaxêvan a li kantonê bi avabûna Kantona Jurayê û paşê jî bi veqetîna bajarê Moutierê di nava demê de kêm bûye. Tevî vê jî, karaktera duzimanî ya kantonê bi giranî bi saya hebûna herêma Juraya Bernê (bi fransî Jura Bernois) a di nava kantonê de hîn jî didome. Biel bi nifûsa xwe ya(bi almanî Bienne) li derdora 55 hezarî bajarê herî mezin ê fransîaxêv (ji % 44) a li kantonê ye. Tevlî vê jî, Biel ne di nava herêma Juraya Bernê de ye. Konseya Karûbarên Fransîaxêv li Bielê di biryarên zimanî-çandî ya ji bo fransîaxêvan xwedî erk e.

JI bilî her du zimanên sereke, îtalî ji % 3 û îngilîzî zimanên ji % 3yê şênîyên kantonê ne. Portûgalî, sirbî, kroatî, albanî, îspanyolî û tirkî zimanên din in ku herî zêde ji alîyê koçberan ve tên axaftin. Hebûna bîyanîyan a di nava nifûsê de di salên dawî de zêde bûye û gihîştîyê ji % 18yê hemû nifûsa Kantona Bernê. Lê hîn jî ev hejmar di bin rêjeya bîyanîyan di nava nifûsa Swîsreyê ( % 27) de ye.
Bern ji sedsala 16an û vir ve li Swîsreyê wekî keleya protestanîyê ye. Digel lawazbûna nasnameya dîn a ku dema modern de welêt pêk tê, hîn jî ji % 53,7ê kantonê protestan in. Rêjeya katolîkan a di nava nifûsê giştî ya kantonê de digihîje ji % 16.3an. Kesên ne xwedî aîdîyeta dînî be jî ji % 16.9 nifûsê pêk tînin. Bi zêdebûna koçberan hejmara kesên ji dînên din jî di salên dawî de zêde dibe.
Aborî
Kantona Bernê navendeke girîng a aborîyê ya Swîsreyê ye. Bern bi mezinbûn û taybetîyên erdên xwe ve paralel xwedî aborîyeke cihêreng e. Ji ber paytexta welêt e, sektora rêveberiya giştî û ya xizmetê gelek li pêş e. Bi hezaran xebatkar kes di sazîyên federal an li bajarê Bernê kar dikin. Makîneyên ji bo endustrîyê û çêkirina saetan ji %45ê hinardekirina berhemên Kantona Bernê pêk tînin. Çandinî û xwedîkirina heywanan û bi vê jî girêdayî çêkirina penêr ji dîrokê û vir ve taybetîyeke girîng a Bernê tê qebûlkirin. He rwiha, navenda şîrketa ragihandinê Swiscomê li Bernê ye û ev jî bûye sebeb ku kanton di xizmetên posteyê, telekomunîkasyonê û teknolojîya ICTê de pêş bikeve. Çiyayên Alpan tevlî tesîsên li ser van hatine çêkirin, ji alîyê tûrîzmê ve çavkanîyeke dahatê ye. Li alîyekî din, ji ber binesazîya xurt hatûçûnê û derfetên din Kantona Bernê malovanîyê ji hejmareke zêde şîrketên mezin ên navneteweyî re dike.
Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya (HNN) ya Kantona Bernê salane 89,9 milyar frank e û ev jî Bernê li welêt dike kantona duyemîn. Bi gotineke din, Kantona Bernê ji % 11,3yê HNNya li welêt pêk tîne. Ji alîyê Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ya serê herkesî Bern bi 85,000 frankî li Swîsreyê di rêza nehemîn de ye.
Kantona Bernê, ku di warê enerjî û teknolojiya jîngehê de jî li pêş e. Hikumeta kantonê bi stratejiyeke nû dixwaze kapasîteya hilberîna enerjîya paqij pêş bixe. Şîrketa BKWê bi vê armancê projeya tesîsa panelên rojê ya li Balafirgeha Bernê dimeşîne ku dema biqede wê ji 15,000 kesan elektrîk peyde bike.
Erkên kantonê
Bern di çarçoveya destûra xwe ya bingehîn de xwedî erkên berfireh ên xwerêvebirinê ye. Qebûlkirina qanûnan, daraza herêmî, ewlekarîya nava kantonê, perwerde, aborî û bi vê ve girêdayî, bacên herêmî qadên sereke yên otonomîyê ne. Bajarên li Bernê piştî kantonê asta duyemîn in ku ji otonomîyeke lokal sûdê werdigirin. Hemû qadên xwerêvebirinê ya li derveyî asta herêmî ji beledîyeyan re hatîye hiştin.
Erkên kantonê di asta hiqûqî de ji alîyê Parlamentoya Bernê (Grosser Rat) tê bikaranîn. Parlamento ji 160 endaman pêk tê ku ji bo 4 salan tên hilbijartin. Hikumeta Bernê ku di encamên hilbijartina parlamentoyê de derdikeve holê, ji 7 endaman pêk tê ku 4 sal li ser kar dimînin. Bern wekî kantonên din, di Konseya Swîsreyê de bi 2 nûneran tê temsîlkirin.
12 kursîyên parlamentoya kantonê ji Berna Jurayê (bi fransîaxêv) û 3 kursî ji bo herêma duzimanî ya Biel/Biennê hatine veqetandin. Her wiha, yek ji endamên hikumeta Kantona Bernê ji Juraya Bernê tê hilbijartin. Juraya Bernê ji alîyê Co

nseil du Jura Bernois (Konseya Juraya Bernê) ve tê birêvebirin.
Destûra Bingehîn a Kantona Bernê belgeyeke balkêş e ji bo çareserkirina alozîyên etnîk, olî û zimanî. Destûra bingehîn mafê self-determînasyona hundirîn ligel mafên temsîlîyeta polîtîk û çandî nas dike. Jura bi saya vê bingeha hiqûqî ya demokratîk di sala 1979an de ji Bernê veqetîya ye û xwe wekî kantoneke fransîaxêv saz kirîye. Her wiha, heman destûr temsîlyeta polîtîk a Berna Jurayê û herêma duzimanî ya Biel/Bienneê nas kirîye.
Di destûra bingehîn di xalên 4an û 5an ên di bin sernivîsa Kêmaran de ev cî digire:
1.Pêdivîyên kêmaran ên zimanî, çandî û herêmî li ber çav tên girtin
2.Bi vê armancê, erkên taybet dikarin ji bo van kêmaran bên dayîn.
Xala 5an a di bin sernivîsa Berna Jurayê de wiha ye:
1. Statuyeke taybet ji bo Berna Jurayê tê naskirin ku herêma îdarî ya Berna Jurayê pêk tîne. Bi vê statuyê destûr tê dayîn ku herêm nasnameya xwe biparêze, taybetîya xwe ya zimanî û çandî bidomîne û bi awayekî aktîf bikaribe tevlî jîyana polîtîk a kantonê bibe.
2. Kanton wê ji bo xurtkirina pêwendîyên di navbera Berna Jurayê û alîyên din ên kantonê tedbîran bigire.
Fotoyê sereke: Ala Kantona Bernê
Amadekar: Necat Ayaz – Fatoş Demirtaş
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat