Li Welatê Baskê şoreşa ziman

Encamên Anketa Sosyolîngûîstîk a 2021’an a Welatê Baskê hate weşandin.

Daneyên dawî nîşan didin, di 30 salên dawî de 261.000 kes fêrî zimanê Baskî bûne.

Ev serfirazî li Welatê Baskê ji bo parastina ziman wekî şoreşekê tê qebûlkirin.

Li Welatê Baskê polîtîkaya parastina ziman encamên serfiraz bi xwe re tîne.

Anketa Sosyolîngûstîk a 2021’an a Welatê Baskê asta parastina ziman li ber çavan raxist.

Daneyên dawî nîşan didin, di 30 salên dawî de 261.000 kes fêrî zimanê Baskî bûne.

Bi gotineke din, rêjeya zanîna ziman a civaka Baskê niha gihîştiye 36 ji %.

Di 1991’an de 24 ji % civakê ango li derdora 400.000 kes bi zimanê Baskî diaxivîn.

Ji vê koma nifûsê jî bi tenê 15 ji % di jiyana rojane de Baskî ji Spanyolî zêdetir diaxîvîn.

Digel vê paşxaneya bi xetere ya berê, niha hejmara kesên zimanê Baskî bi kar tînin gihîştiye 680.000’î.

Lewma jî ev serfirazî li Welatê Baskê ji bo parastina ziman wekî şoreşekê tê qebûlkirin.

Ciwan û ziman

Li gorî anketê, niha ji çaran sêyê ciwanan bi zimanê Baskî diaxivin.

Ev jî ji bo parastina ziman a di paşerojê de wekî îşaretek erênî tê dîtin.

Anketa Sosyolîngûstîk a 2021’an a Welatê Baskê nîşan dide, ciwan zêdetir Baskî bi kar tînin.

Li Baskê guherîna helwesta ziman a civakê. Di 2021’an de rêjeya desteka ji bo parastina ziman gihîştiye 67 ji %. Çavkanî: Anketa Sosyolîngûîstîk a Welatê Baskê

Li gorî anketê, niha ji çaran sêyê ciwanan bi zimanê Baskî diaxivin.

Ev jî ji bo parastina ziman a di paşerojê de wekî îşaretek erênî tê dîtin.

Li aliyekî din, 16 ji % ciwanên fêrî ziman bûne, nikarin wê di jiyana xwe ya rojane de bi kar bînin.

Perwerde sebeba sereke ya zêdebûna zanîna ziman a di nava ciwanan de tê nîşandayîn.

Koma ciwanên ku herî zêde zimanê Baskî bi kar tînin, kesên temenê wan di navbera 16 û 24’an de ne.

Herêm û ziman

Gipuzkoa bi rêjeya 52 ji % ya bikaranîna ziman bû keleya parastina zimanê Baskî.

Bizkaia bi 31 ji % ya rêjeya bikaranîna ziman bû parêzgeha duyemîn.

Di Anketa Sosyolîngûstîk a Welatê Baskê de agahiyên derbarê bikaranîna ziman ên li her sê parêzgehên Baskê jî hatin weşandin.

Gipuzkoa bi rêjeya 52 ji % ya bikaranîna ziman bû keleya parastina zimanê Baskî.

Bizkaia bi 31 ji % ya rêjeya bikaranîna ziman bû parêzgeha duyemîn.

Araba (Alava) ya herî zêde rastî asîmîlasyonê hatiye rêjeya bikaranîna ziman encax gihîşt 22 ji %.

Di sala 1991’an de ev dane ji bo her sê herêman wiha bûn:

Gipuzkoa: 44 ji %, Bizkaia: 31 ji % û Araba: 22 ji %.

Helwesta ziman a civakê

Encameke din a bi Anketa Sosyolîngûstîk a Welatê Baskê derket holê helwesta ziman a miletê Baskê ye.

Welatê Baskê. Gipuzkoa, Bizkaia û Araba Herêma Otonom a Baskê pêk tînin. Nafarroa (Navarra) bi tena serê xwe herêmeke otonom e. Nafarroa Beherea, Lapurdî û Zuberoa di bin kontrola Fransayê de ne û ne xwediyê mafê polîtîk in. Çavkanî: Wikipedia.

Desteka civakê ya ji bo parastina ziman di 30 salên dawî de zêde bûye.

Di 2021’an de 67 ji % civakê destekê didin polîtîkaya parastina zimanê Baskî.

Di 1991’an de 55 ji % civakê destekê didan polîtîkaya ziman a hukumeta Baskê.

Sebebeke xurtbûna helwesta pozîtîf a ji bo ziman ferzbûna bikaranîna Baskî ya di rêvebiriyê de ye.

75 ji % civakê dane zanîn, ji bo dîtina kar di saziyên hukumeta Baskê û belediyeyan de zanîna Baskî pêwîst e.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …