Ulysses hişmendiya kolonîzebûyî têk bir-1

Joyce bi berhemên xwe ve, nemaze bi Ulyssesa xwe ve, li hemberî kolonyalîzma giran a ingilîzan karekî gewre û ‘ezîm pêk aniye û berê hişmendiya kolonîzebûyî daye têkçûnê. Niha îro, bêtir ji her demê, pêdiviya me kurdan bi vê yekê heye.

Nivîskar û wergêr Kawa Nemirî têkildarî wergera Ulyssesê got: “Ji bo wergera Ulyssesê ji klasîkên kurdî û ji jêderkên devkî yên kurdî min ferhengeke terrûteze durist kir.”

Pirtûka Ulyssesê ya James Joyce yek ji girîngtirîn berhemên wêjeya cîhanî ye. Ji ber şêwe û naveroka xwe berhemeke têra xwe grîft e. Ev pirtûka ji klasîkên cîhanê, hem ji bo wergêr û hem jî ji bo xwîner zahmetiyên wê pir in. Ulyssesa ku James Joyce li dijî kolonyalîzma Ingilîzan di sala 1924an de nivîsiye, tenê behsa rojekê dike ku -16 Hezîrana 1904- li Dublinê derbas dibe.

Salên dirêj in ku nivîskar û wergêr Kawa Nemir ji bo vê berhema ‘qerase’ wergerîne kurmanciyê, kar dike. Têkildarî Ulysses, James Joyce û derbarê rêwitiya wergera wê ya bi kurdî de Kawa Nemirî bersiva pirsên bianet kurdiyê da.

Nemirî ji bo wergera Ulyssesê got: “Di qonaxên xebatên min ên wergerê de ferhengên heyî yên zaravayên kurdî hemûyan çu caran têra min nekir wekî min bikariya wê luxeta bêserî û bêbinî ya Ulyssesê bi kurdî damezirînim.”

Bi bihara 2023an re te mizgîniya James Joyce jî da me. Em bixêrhatinê didine Joyce-ê ku hate nava wêjeya kurdî…

Siheta te xweş, mala te ava. Xwedê! Bila dengê me were te!

Ji bo wergerandina Ulyssesê tê gotin ku ne karê mirovên baqil e. Qey tu dîn bûyî te dest bi karekî wiha zehmet kir?

Erê, şuxulê du textikan û bizmarekî ye… Di nezera min de wisa ye wekî di jiyana xwe ya edebî de, wexta ku ez dest bi karekî dikim, ez rêka xwe baş tayîn dikim; hindek kar giring in ku êdî ev bêtirî 30 salan e ez tê de berdewam im, wek mînak, wergerandina kulliyata William Shakespeare û hin navên ku dubare û dubare ez li ser wan dixebitim, her wekî William Butler Yeats, Walt Whitman, T. S. Eliot, Sylvia Plath û gelek navên din ên wergerên wan çap bûyî û hê çap nebûyî… gelek in, yek ji wan jî bê guman James Joyce e û wergerandina sercem berhemên wî ye. Ez î lê dinihêrim, hê ji roja roj de, hê sal 1992 bû, tevî wê cahaliya xwe ya di wê heyamê de, li Stembolê, wekî xwendekarekî dibûrî yê kolêceke li Floryayê, min biryar da ku ez ê van navan wergerînim û min ev yek wekî hedefeke wazjênehên danî ber xwe. Heta ku ez li dinyayê xweş bim jî, ez ê li ser wan bixebitim. Ye’nî mêjûya edebî ya şexsî ji wir dest pê dike.

Vêca berhemên van navan, hemû jî (bo nimûne, Whitman ne tê de! Whitmanî şi’reke kûr-sade ye rîtmîk e lexgîr nivîsiye, pêşî wî Xewna Emerîkan terîf û bi lêv kiriye…) berhemên gelekî zehmet in. Bo nimûne, bi şi’r û şanonameyên xwe ve kulliyata William Butler Yeats gelekî zehmet e, T. S. Eliotî jixwe beşekî zêde ji bîra şi’ra modêrn a sedsala 20em ava kir, ku hê jî tesîra welatê wî yê bejî pê de pê de zêdetir dibe. Ev ew metn in ku cîhana wan gelekî berfireh e, hemû wek çiyayên asê ne. Meseleya min ew e ku, pêşî wekî xwîner û pişt re wekî wergêr, ez bikarim xwe bidime ber wê cercereya hezê (ku dibêjim, hez, yekser şa’irê xas, Arjen Arî, tê ber çavên min…), wan bixwînim û wergerînime zimanê xwe yê zikmakî. Xasseten, awayên vegêranê yên nû, sîntakseke nû û ruhpêdehatî bînim pê re. Li hemberî berfirehî û kûrayiya wan zimanan, bi riya wergerê, ber li zimanê kurdî fireh bikim. Lewma min ev metnên zehmet her tim hilbijartine ji nava gelekên mayîn de, lê di vir de ji layê min ve tiştê hêsanker ew e ku ev gewreyên afirîner hemû jî hostayên min ên edebiyatê ne. Heçî ez werdigerînim, ez bi hezkirineke bênezîr û bêpayan werdigerînim, wekî 1001 salan temen bikim jî, ez ê li ber û li ser wan bim.

“Wergerandina sed rûpelên pêşîn bi qasî 2 salan kişand”

Di destpêkê de, bê guman, bergehê li ber min tev mij û moran bû; ez behsa 32 salan dikim. (Li darê dinyayê tektenê kesek heye ku rind tê bîrê gava ku li Stembolê, li Tayyareci Orhan Sokakê, çi ka çawa min da ser vê riya xwe, ku ew kes birayê min ê heq, kurxalê min, Zanayê Mistefayê Resûl e, yê ku niha li Bakûya paytexta Azirbêcanê akincî ye.) Wate, bo nimûne, heta ku di sala 2012an de min dest bi wergerandina Ulyssesê kir, di nav re min hin kurteçîrok û şi’rên Joyce di salên 1990î û 2000î wan çaxan de wergerandibûn. Axirî, dereng be jî, par sercem şi’rên wî jî li ser destê Avestayê çap û belav bûn. Lê hinde berhemên ku min wergerandin, hetta bêjim hindek gewretirîn berhemên Shakespeare jî di nav de, her wekî Hamlet, Şah Lear, Bahoz, Othello, Bazirganê Venedîkê, Macbeth û sercem soneyên wî, hemû amadekarî bûn bo wergerandina Ulyssesê. Her wisa bo Finnegans Wakeê.

Paşiya paşîn, 16ê Hezîrana 2012an, roja Bloomsdayê ya ku roja pîrozbayiyê ye bo romanê, li Stembolê min hevoka yekem a Ulyssesê ya ku dibêje, “Stately, plump Buck Mulligan came from the stairhead, bearing a bowl of lather on which a mirror and a razor lay crossed.” wergerand wekî, “Sertîmar, tevkutayiyê Buck Mulligan, di dêst de zerikeke çilk ji kefa sabûnê, ku neynikek û gûzanek çeperast danîbû ser, numa di serê derencokê re.” Roja din, ez vegeriyame Amedê û ez bi dest xwe re bi kulmê çûme dirrêşkê, êdî şerê giran ê bi salan dest pê bû. Wergerandina bi tenê sed rûpelên wê yên pêşîn bi qasî 2 salan kişand. Hewce ye ku mirov pêşî li teksteke wisa kûrediltezên germ bibe. Di sêrî de teql-tiqûlên wê zeft bike û wekî werger kûrtirîn şêweyê xwendinê ye, mirov pê de pê de hînî wê kûrayiyê bibe. Em cilika xwe li cehenemê ranexin, erê, hetmen, gelek ji mirovên ku dest bi xwendina vê pirtûkê dikin, nikarin pê de herin, çi bi ‘ingilîzî’ bixwînin, çi jî bi zimanine din. Anekdota meşhûr e der barê Ulyssesê de, wekî dibêje, li dinyayê pirtûkek heye ku hema bêje her kesek der barê wê de derewan dike û dibêje, min xwendiye, lê a rast, gelekan ji wan nexwendiye: ev pirtûk jî Ulysses e.

“Destê Xanî timî li ser destê min”

Lê êdî bila qismê ekrad ebeden nebêjît ko min hewil da ez bi ‘erebî, bi farisî, bi tirkî bixwînim, lê ez tê negihiştim. Bila kes nebêje, “Bê behre ne ew ji ‘işqebazî / Farix ji heqîqî û mecazî”, çi ku heqîqet e Ulyssesa me ya ‘eczayê kîtabê ‘işqebazî, sehhafê mucelledê mecazî’ bang li tiflên xwe yên taze yên Nûbara Biçûkan dike da ku ew serê lodê her paktir bigirin.

Destê Xanî timî li ser destê min, li gel dijwariyên heyî hemûyan, ez bi wergerandina wê berdewam bûm. Bes di nava salan re çend caran ez tê de asê mam. Carekê bi qasî 6 mehan ez bi riya heft gundan ji Ulyssesê reviyam. Werger sekini. Min gelek metnên nû nivîsîn û hindek berhemên din wergerandin. Lê pişt re ji ciyê mayî de ez dîsa tê de berdewam bûm û hingî çû, jê û pê de ez bêtir lê vebûm. Di esasê xwe de 3 sal berê min kutayî bi wergerandina Ulyssesê anî. Lê min ew dubare û dubare xwend. Di ber karên xwe yên din re bê westan û rawestan min ew revîze kir, ez lê xebitîm wekî wê çaktir û paktir bikim. Bê hesab têbînî û refirins tê de hene ku ez neçar bûm bi salan li ser bixebitim. Ji ber wê jî min qiyametek jêderk bi kar anîn. Bi çendîn zimanan wergerên cuda yên Ulyssesê, kitêbên der barê Joyce û berhemên wî de, çapên ciyawaz ên Wêneyekî yê Hunermend wekî Peyayekî Xort, Derbiderekan, Stephen Hero, Giacomo Joyce, şi’rên wî, kurteçîrokên wî, nameyên wî û Finnegans Wake, bi salan min her tişt berhev kir û xwend û îro ro ji vê berhevkirinê û xwendinê kollekşineke baş jî çêbûye û çêdibe.

Ev kollekşina min, di nezera min de, destpêka damezirana mûzexaneya min a şexsî ye. Ev jî ji bo kurdî destkeftiyek e ku dê her bimîne ji Kurdistanê re. Lê heke Kurdistan xweyîtiyê lê bike. Sebaret bi vê yekê, yek ji hedefên min ew e ku di paşerojê de bo tevayiya kitêbxaneya min a bûyî sê parçe û li sê welatan belav bûyî û bi taybetî jî, bo vê kollekşina berhemên Joyce, li Kurdistanê pirtikek cî hebe ku wekî mûzexaneyekê vebe da ku bikeve ber xizmeta qewmê min ê delal. Lê belê, min ne bawer e wisa biqewime. Çi ku çîrok her ew e: “Qewmê min qewmekî zindîkuj î mirîperest e û ji xelqê hez dike, ne ku ji xwe!” Di vê ‘esrê de ez jî yek ji wan kurdan im ku bi şêweyekî zordestane hê jî tûşî wê malwêrankeriyê tên. Li vê cîhanê, li Kurdistana ‘ezîz, malek, xaniyek, heylo, ebeden ne, pirtikek ‘erd jî dê nebe para min. Lewma jî krematoryûm her baştir e. Ji mêj ve ye ez hinde dilî rihet, firêqet û aza me ji şayîşên bi wî rengî. her wekî bûn yan jî nebûn, mirin…

“Ji Qersê heta Kerkûkê, kurdî yek e”

Di Hezîrana 2012an de te dest bi wergera Ulyssesê kir. Te rojê çi qas dem da wergera wê? Ferhengên heyî çi qasî ji te re bûn alîkar? Pêvajoyeke çawa bû? Wisa bi giştî, rêwîtiya wergêriya Ulyssesê çawa bû?

Ez î a ha bêjim sewa k’ ew ên êdî rind li ser dêlla xwe vedayî dîsa bi devşorbetî di civat û caxiyan de kenê xwe bikin. Zagona min her ev e: Ez rojê 25 saetan dixebitim.

Vêca jixwe zimanekî berdest î berteng çu caran têra berhemeke bi vî rengî nake. Ne ji ber ku Ulysses metneke xwedayî ye. Ber‘eks, çîroka vê romanê gelekî sanayî ye. Lê ‘etf û refirinsên wê zehf in. Ne îşê wişwişan in. Heylo, mîna ku danzdeh ‘eşîr rabine ser te. Zehmetî di wir de ye ha. Zimanekî heyî yê rojane li bikarhatinê ebeden têra wê nake; ev e rastiyek e ji bo zimanên cîhanê hemûyan. Jê re lodeke dewlemend a jêderkên zimanê nivîskî û devkî divê. Îja ku em bînine ser kurdiya kurmancî, heylo, navî giran e, warî hingî diçe bêtir dibe wêran e. Kurdiya hinde rûçikandî axirî ti caran têra 5 ji sedê vê tekstê nake. Çiyayê dezawantacên dîrokî, qonaxa ku em hatine û tê re derketine, asîmîlasyona kûr e avtomatîk, bêxemiya me bi xwe û nebûna pîlan û proceyeke me ya zimanî ya neteweyî, ya ku me bi xwe daneniye, ku bayîsê vê yekê jî bizzebit bêxîretiya me ya polîtîkî-keltorî ye û bi navê xwe û di naxê xwe de întegrasyon e…

Ev ji mêj ve ye ev meseleya navhatî, jinavbirina zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê, ji nava lepên dijminê kolonyalîst derketiye û êdî bi destên me bi xwe bi rê ve diçe. Axirî, li ber bergeh û derwazeyekî wiha, gelo wergêrekî wek min dikare berê xwe bide kîjan jêderkê, kaniyê û serekaniyê? (Li dera ku gotî serêşiya me hemûyan ev be, lê belê rojev hê jî pirrî caran dagirtî ye ji çêr û sixêfên bêedebên kurd…) Di heyama me de ferhenga kurmanciyê û kirmanckiyê ta astekê saz bû bê guman. kak Zana Farqînî yek ji wan kesên sereke ye ku ‘emrê xwe dane wan xebatan û xweşbextane ew hê jî xebatên xwe revîze û berfireh dike. Lê belê, di qonaxên xebatên min ên wergerê de ferhengên heyî yên zaravayên kurdî hemûyan çu caran têra min nekir wekî min bikariya wê luxeta bêserî û bêbinî ya Ulyssesê bi kurdî damezirînim. (Dîsa jî, li dû ew qas xebatên wergerê, di nava salan re kollekşineke min a ferhengan jî çêbû.)

“Ev teknîka min e”

Bo nimûne, hevokine Ulyssesê hene ku bêyî xalbendî û bêhnok û der û îş bi rûpelan berdewam in. De tu yê ji hêlekê de ji mebesta Joyceî fam bikî, ji hêlekê de li ser birrek jêderkên alîkar bixebitî da ku ji dûvçûna li ser sîstematîka romanê veneqetî, ji hêlekê de jî wekî çi ka di wan sehneyên lehzeyî de çi û çi diqewime. Her çend sercem babeta çîroka wê ron û eşkere ye, sercema vegêranê gelekî komplîke ye. Ku ev binema çareser bibin jî, vêca gir û girîftên sîntaksê hene. Ingilîziya terkîba zimanê ingilîzî û mantiqa zimanê ayrlendî heye, argo heye, lîstikên bi peyvan û palîndromên dojehî hene… Ka tu yê bi kîjan potenşilê, bi kîjan hêza veşarî ya ku tu bi cî pê nizanî çi ka di kû de veşarî ye, bi kîjan ferhengê bikarî van hemûyan bi vî zimanê xwe durist bikî. Heçku ev durist bibin jî, ez pê nayême ser, ez bi xwe lê dixebitim ku bi ser asta teksta orcînal bikevim. Hindek heval û hogir rexneyê li vî tehrê min digirin, lê ev teknîka min e, meyla min a diyar e, bi raya min ciyê afirandinê ye.

Hal û medde wiha, vêca bi salan min çi kir? Ji bilî ferhengan, ji bilî kollekşina der barê Joyce de çêbûyî, bo nimûne, bi tenê ji bo duristkirin û biserxistina zimanê beşê 14an ê bi navê Gayên Hetavê (Oxen of the Sun) yê Ulyssesê, 20 sal berê ez pê ketim bê navbirrî li ser klasîkên zimanê kurdî xebitîm, min ew kelepora gewre ji sêrî de xitim kir. Mînak, hevrêtiya întellekçil a cenabê Selîm Temo her carê ji çongên min re bû taqet. Civatên li gel Ekrem Yildiz, berhemên Mem Zînistanî, şi’ra Rizgar Elegez, Selamî Esen, Emerîkê Sidîqayê, Yehya Omerî, xweyîtîkirina Sedêyê Sehernazê yê qehremanê me yê veşartî û gelek hogirên qedirgiran ji min re bûn hêz û şiyan. Ji ber ku zimanê wî beşê Ulyssesê bi ingilîziya dêrîn e û nema pê tê axiftin yan jî nivîsîn.

Ji ‘Eliyê ‘Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, ‘Ehmedê Xanî, Siyehpoş, Nalî, Koyî, Şêx Riza Talabanî û berhemên binemala Axtepiyan bigire heta bi Goran û şi’rine berfireh ên Cegerxwîn, ji van tevan min ferhengeke din derêxist. Xasseten, bo wî beşê Ulyssesê. Di vê yekê de dijwariyeke dîtir hebû, ku ew jî ew e wekî zimanê klasîkên me zimanekî poetîk e. Klasîkên me ji şi’ran pêk tên, hevoksazî ne ya pexşanî ye. Zehmetî ew bû ku min zimanê klasîkên kurdî ji sîstema poetîk transferî sîstema pexşanî kir. Bê guman Mela Mehmûdê Bazîdî di wir de berdest e, şabaş ji Xwedê re! Lê belê, di qonaxa xwendin, pêdeçûn, sererastkirin û kemilandina Ulyssesa me de du xebatên nayab û kûrebedew jî bi hewara min ve hatin, ku a pêşîn Mem û Zîna Hewramî, xebata destbirakê min Cumhur Ölmez û mamostayê ‘ezîz Şahab Walî ye û ya duyem Bazeber, Nivîsarên Mela Se’îd Şemdînanî ye, xebata Ergîn Sertemê ku gotî qewmê kurd her pê serbilind bibe. Şa’ir, wergêr û zimannas Sertemê ku rêxweşkertirîn edîtorê Ulyssesa me ye. Pê van her du xebatên peykerên ‘ezametê serê lodê hat girtin.

Û pir û gelek caran jî bi berhemên xwe ve bi hewara min ve hatin; ‘Heciyê Cindî, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Çerkezê Reş, Reso, Şakiro, Şener Ozmen, Rojda Yaşîk û hela hê kî û kî…

Çiqr û gevereke din jî ev bû: Sala 1990î, piştî asîmîlasyoneke kûr ez vegeriyame ser zimanê qewmê xwe. Hê wê çaxê min dest bi berhevkariya ferhengî kir. Zehf caran ji min re zehf xweş li hev hat wekî ez li Bakurê Kurdistanê zehf geriyam, çûme bajarên me hemûyan. Çûme bê hesab gundan û şaroçkeyan û min gelek tişt berhev kirin. Ji berê û paş de ye gelek kes dibêjin ka ev ziman, ev biwêj ji kû tên? Çi bi riya xwendinê, çi bi riya ger û geryanan û berhevkirina şexsî, ji deverên Kurdistanê hemûyan tên; ji kurmanciyê, ji kirmanckiyê, ji kurmanciya xwarû, ji hewramiyê, yên ku kurdiya me ya gewre pêk tînin. Ez her tim dibêjim ku dirûşma min ev e: Ji Qersê heta bi biniya Kerkûkê, ji Mereşê heta bi Mahabadê kurdî yek e. Xoresanê jî lê zêde bike. Zimanê bi Ulyssesê re hatî li dû van xebatan çêbû, di nava 32 salan re. Lê, der ji şikberiyê, hêz û şiyan û qas û qudreta sereke dîsa jî zimanê zarokatiya min e ku ji ser lêva kendêl de li min vegeriya. Şabaş ji Xwedê re! Şabaş ji ciya min Helîma Gulê û Mihemedê Resûl ra!

“Wergera kurdî dikare roleke wisa bigêrre”

Gelo ji bo Ulyssesa James Joyce mirov dikare bibêje xebateke li dijî kolonyalîzmê ye? Her wiha ji bo wergera Ulyssesê ya bi kurdî jî gelo çêdibe heman tişt biqewime?

Joyce bi berhemên xwe ve, nemaze bi Ulyssesa xwe ve, li hemberî kolonyalîzma giran a ingilîzan karekî gewre û ‘ezîm pêk aniye û berê hişmendiya kolonîzebûyî daye têkçûnê. Niha îro, bêtir ji her demê, pêdiviya me kurdan bi vê yekê heye. Carinan diqewime ku layenine me yên siyasî li hemberî rewşenbîrên, edîbên û nivîskarên vî miletî, êdî em çi navî lê bikin, bêhna xwe zû teng dikin û birrek bêedebên bê par ji keltora siyasî û axiftina medeniyane, ji ber vê daxwaza tepeserkirina ku hêza xwe ji bizavên polîtîk werdigire, zirzeya devê xwe bi sosretî xera dikin. Ez li ser navê xwe bibêjim, ez ewledê qewmê xwe me û der ji texmînan hemûyan ez kolneder im û sernetewên im û di mala me bi xwe de piştevanê civaka vekirî me! Îro ro, heke layenên me yên siyasî bi xweşikî pê bihesin ku bi xêra xebatên bi vî rengî mirov dikare rênexşeyekê dayne ji bo zimanê me, bo maweyeke dirêj em ê tiştekî paktir bi ser bixin ku di xizmeta heqîqetê û parastin û zindîhiştina zimanê kurdî de be. Nûnerên vê yekê jî jixwe em in. Kesên wek min in û min nimûneyeke ekstrem, bi xwe Ulysses e, tevî lodek xebatên dîtir, li dû xebata bi salan aniye nava kurdî, berhemeke ku Joyce bi xwe pê hişmendiya kolonyal a ingilîzan li Ayrlendê hejandiye û tep kiriye. Îro ro wergera wê ya bi kurdî jî dikare roleke wisa bigêrre, bes weku ‘Ehmedê Xanîyê gewre dibêje, ku em hemû ji qapûtê wî derketine, em bikarin çavnas û guhnas bibin.

Em dêhna xwe bidinê bê ka di mala me bi xwe de çi diqewime. Lewma jî, bi bêhneke fireh û bi aramî, heke qada siyasî hêza me ya veşarî ji xwe re bike derd û li ser wê bernameyekê saz bike, hiş û feraseta ku dewleta ‘ereban, tirkan û a farisan, bi taybetî jî a tirkan a xedar, li ser me ferz kiriye, em dikarin wî hişî û wê ferasetê zûtir têk beherin. Karên ku ev ‘emrek e ez pê rabûme di encama xwe de qewî polîtîk in û ji berpirsyariya xwe ya civakî bi helwêstgirî beyan bikim ku serê me li ser çi balîfeke zivir e. Ji ber ku xem her hew bi tenê xemek e ji min re, kana wê Kurdistan e, wekî çi ka li Bakur heta 20 salên din kurmancî û kirmanckî, kurdî dê bimîne yan ne? Dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku milet û qewmên di vî barî de xwe sist kirî, hemû winda bûne û çûne. Paşiya paşîn, ez ji vê helwêsta xwe bi qasî serê derziyê jî paşekişeyê nakim û li gel giyanên pakrewanên qewmê xwe me! Zeman dê nîşan bide çend bêhûde ne gelek qewamên ku îro ro di nava kurdan de diqewimin. Non serviam!a ku Joyceê gedeyê ayrlendî kire dilpaktirîn û gewretirîn ‘ewledê cimaeta Ayrlendî’ ji 14 saliya min û vir ve terîfa jiyana min e û xebatên min e. Ulysses jî nîşaneya vê yekê ye, dikare vê sînerciyê jî bide. Wekî din jî, ev xebat hemû di xizmeta şi’ra min de ne.

———————

Ev hevpeyvîna ji aliyê Bêrîvan Kayî ve hatiye kirin di Bianetê de hatiye weşandin. Sernivîsa orjînal a hevpeyvînê hatiye kurtkirin.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya Peymana Penaberîyê nîqaş dike

Fatoş Demirtaş Nîqaşên li ser Peymana Penaberîyê ya Yekîtîya Ewrûpayê berdewam dikin. Li Ewrûpayê bi …