Arşîvên Tag: tirkiye

Yûnanîstan penaberên ji Tirkiyeyê dersînor kir

Rojnamegerek tirk û îltîcaxwaz: “Li ser sînorê Tirkiye-Yûnanîstanê kesên bi maske li me xistin û me dersînor kirin.” Komeke welatiyên ji Tirkiyeyê ku ji zilmê direviyan ji aliyê Yûnanîstanê ve paş ve hatin şandin. Piraniya kesên hatin şandin, ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatin girtin. Bi vê nûçeyê derket holê …

Bêtir »

Rapora Çavdêriya Li Medyayê hat weşandin

Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BİAyê ya Nîsan-Gulan-Hezîranê di Sîstema Hikûmeta Serokomariyê ya nû de ji bo “azadiya çapemeniyê” derfeteke bêhempa pêşkêşî rêveberiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî dike. Ji ber ku di raporê de hemû detayên rewşa “nûçegîhan/medyayê”, binpêkirinên azadiya xweîfadekirinê/medyayê û hemû dorpêçên li ser nûçegîhanan ên li Tirkiyeyê …

Bêtir »

HRW di Raporta Xwe ya Nû de Rexneyên Giran li Tirkîyê Dike

Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) îro Duşemê raporteke taybet ya ser bûyerên li herêmên Kurdan li Tirkîyê weşand û tê de rexne li Tirkîyê girt ku nahêle pisporên serbixwe îdîayên kuştina sîvîlan vekolin. HRW dibêje, kuştina neqanûnî ya 5 sîvîlan, bi zarê koçkirina girseyan û bi berfirehî wêrankirina mal û mulkên …

Bêtir »

Parlamentoya Ewropayê rexneyên giran li Tirkiyê digire

Parlamentoya Ewropayê, “Rapora Tirkiyê” ku ji hêla parlamentera Holandî Katî Pîrî ve hatibû amadekirin qebûl kir. Di raporê de rexneyên giran li hikumeta Tirkiyê tê kirin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan ji ber helwesta hemberî rojnamevanan tê şermezarkirin. Parlamentoya Ewropayê her sal derbarê rewş û pêşveçûnên Tirkiyê de, rapor …

Bêtir »

“Ew ê Tirkiye biçe dadgehên navneteweyî”

Hiqûqnas û siyasetmedar Prof. Norman Paech, piştî çavdêrî li bajarên kurdan kir, ew dîmenên ku dîtine wek “hovane” bi nav kirin. Hiqûqnas û siyasetmedarê navdar Norman Paech, dorpêç, qedexeyên derketin, şer û pevçûnên li bajarên kurdan nirxandin. Peach dîmenên wêrankirina bajarên kurdan wek hovîtî bi nav kirin û got ku …

Bêtir »

Baydemir: Raportorên ewropî cih nadin bûyerê dijî kurdan

Li gorî nûçeya Deutsche Welleya Tirkî Osman Baydemîr di heyeta baskê parlamentoya Tirkiyeyê de bi Komîsyona Têkel ya Ewropayê re hevdîtin kir û di hevdîtinê de Baydemir ragihand ku rêxistinên maf û însanî yên ewropî di raportên xwe de zêde cih nadin bûyerên kurdan. Rejim ber bi totalîteriyê ve diçe Baydemir …

Bêtir »

“Divê Tirkiye ligel Kurdan dest bi gotûbêjên aştiyê bike”

Berpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, da zanîn ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş dîtiye û behsa peywendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê kirine. Federica Mogherini, eşkere kir ku wan wek Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Tirkiyê kirine eger dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê divê ligel Kurdan …

Bêtir »

Ji % 40’ê cîhanê bi zimanê dayikê perwerde nabe

Rapor destnîşan kir ku di civakên pir-etnîkê yên wekî Tirkiye, Nepal, Pakîstan û Guatemalayê de ferzkirina zimanê serdest bi riya sîstema dibistanê herdem bûye sebeba newekhevîtiya civakî û çandî. UNESCO (Rêxistina Perwerde Zanist û Hevkariyê ya Neteweyên Yekbûyî) bi raportekê diyar kir ku ji % 40’ê nifûsa cîhanê bi zimanê …

Bêtir »

Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê hat serdana şaredariyê

  Serokê Delegasyona Tirkiyeyê a Yekitiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber, ji bo sehkirina rewşa herêmê hate Amedê û serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Firat Anli û Gultan Kişanak kir. Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber, ji bo sehkirina rewşa herêmê, qedexeya ser derketina kuçeyan û pevçûnan hate Amedê …

Bêtir »

Arinç: Bi çek û şer çareserî nabe, divê vegerin muzakereyê

  Alîkarê berê yê Serokezîrê Tirkiyeyê û yek ji damezirênerên AKPê, Bulent Arinç diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê pêvajoyek nû were destpêkirin û got: ‘Ev pirsgirêk bi çek û şer nayê çareserkirin.’ Alîkarê berê yê Serokezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç beşdarê weşana CNN Tirkê bû û derbarê …

Bêtir »

Amnesty International ji bo birîndarên Cizîrê Tirkîyeyê rexne dike

  Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty Internationals) di belavoke awarte de dîyar dike ku karbidestên Tirk bangên hawarçûnê bo pirtir jî 20 birîndarên li bajarê Cizîrê, piştguh dike. Amnesty dide zanîn ku kesên birîndar ji 6 rojan vir ve di binê avahîyeke de asê mane û ew der bi berdewamî dibe …

Bêtir »

PEN raportekê di derbarê Tirkiyeyê de weşand

  PEN’a Navneteweyî û PEN’a Norwêcê raporteke berfireh di derbarê paşveçûna azadiya îfadeyê ya înternetê ya li Tirkiyeyê weşandin. Bi vê dokumana ku di 16’yê Çileyê de hat weşandin, hejmara raportên PEN’a Navneteweyî ya li ser Tirkiyeyeyê ji 2012’an û heta niha gihîşt sisêyan. Di raportê de li ser nimûneyên …

Bêtir »

Rêxistina Efûyê: Êrîşên Tirkiyeyê jiyana bi deh hezaran kesî dixe xetereyê

Rêxistina Efu ya Navneteweyî, Hikumeta Tirkiyeyê derbarê qedexeyên bajarên kurdan de rexne kir û got, jiyana 200 hezar kesî di xeteriyê de ye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Hikumeta Tirkiyeyê derbarê qedexeyên li bajarên kurdan de rexne kir û got: ‘Jiyana 200 hezar kesî di xeteriyê de ye. Civaka navneteweyî li …

Bêtir »

Neteweyên Yekbûyî ji bo kurdan hişyarî da Tirkiyeyê

Li gorî nûçeya PUK Mediayê, Komîteya Rawestandina Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raportekê diyar kir ku Tirkiya mafên kurdan binpê dike. Komîteya Rawestandina Hemû Cureyên Nijadperestiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) [United Nations Committee on the Elimination of Racial Discrimination (UNCERD)] hinek zanyariyên xwe bi raportekê eşkere kirin ku Tirkiya li dijî …

Bêtir »