Ajansa Che Guevara propagandaya Tirkiyeyê dike

Ajansa fermî ya Kubayê Prensa Latina bi weşangeriya xwe destekê dide rejîmên kevneperest.

Îran, Tirkiye û Sûriye li gorî xeta weşanê ya vê ajansê dewletên antî-emperyalîst in.

Hêjayî gotinê ye, ajansa fermî ya Kubayê Prensa Latina ji aliyê Che Guevara ve hat damezrandin.

Ajansa fermî ya Kubayê Prensa Latina bi weşangeriya xwe destekê dide rejîmên kevneperest.

Îran, Tirkiye û Sûriye li gorî xeta weşanê ya vê ajansê dewletên antî-emperyalîst in.

Civîna dewleta Tirk a ji bo Filistînê ya duh li Stenbolê hat lidarxistin, bû mijareke sereke ya ajansa Kubayê.

Di civîna “Ji bo Filistînê yek dil” de a bi pêşengiya Emîne Erdogan hat lidarxistin, banga agirbestê li Îsraîlê hat kirin.

Jinên lîder û rêvebirên hin dewletan tevlî vê civîna medyatîk bûn ku veguherî propagandaya dewleta Tirk.

Hin ji welatên beşdarî civînê bûn ev bûn:

Qeter, Senegal, Ozbekistan, Tirkmenistan, Kongo, Libnan, Lîbya, Filistîn, Yekitiya Mîrektiyên Ereb û Misir.

Ajansa Kubayê Prensa Latina ji bilî nûçeyeke nivîskî ya derbarê mijarê de, vîdyoya nûçeyê jî weşand.

Di vîdyoyê de axaftina Tirkî ya Emîne Erdogan bi wergera Îspanyolî hat dayîn.

Che Guevara di dema xebata xwe ya di Prensa Latinayê de. /Foto: Prensa Latina

Che Guevara ajansê damezrand

Hêjayî gotinê ye, ajansa fermî ya Kubayê Prensa Latina ji aliyê Che Guevara ve hat damezrandin.

Lîderê şoreşê Fîdel Castro di axaftina xwe ya di 1959’an de medyaya DYA’yê şermezar kir û pêdiviya medyaya şoreşgerî ya bi zimanê Îspanyolî îfade kir.

Bi dûv vê axaftinê re Che Guevara ku ew jî lîdereke şoreşa Kubayê bû, ji bo ajanseke Kubayî ket nava hereketê.

Bi xebata însîyatîfê de di 1959’an ajansa Prensa Latinayê hat avakirin.

Namzetên ji bo rojnamegeriyê di heman salê de di vê ajansê de dest bi xebatê kirin.

Infowelat

Foto: Dîmena vîdyoya Prensa Latina a civîna li Stenbolê.  /Jêder: Prensa Latina 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …