Tirkiye li Filistînê paş ve gav davêje?

Analîzeke bi sernavê “Tirkiyeya çavê wê li navbeynkariya li Xezayê ye, têkiliyên xwe bi Hamasê re sar dike, retorîka xwe bi sînor dike” di Al-Monitorê de hat weşandin.

Fehîm Taştekîn di analîzeke xwe de got, “Enqere bi awayekî kûbar lîderên Hamasê qewirand.”

Rojnamevan da zanîn, Amerîka û Îsraîl ji bo têkiliyên xwe bi Hamasê re qut bike zextan li Tirkiyeyê kirine.

Tirkiyeya di salên dawî de li Rojhilata Navîn bi êrişkariya xwe derdikeve pêş di meseleya Filistînê de paş de gav davêje.

Şefê dewleta Tirk Erdogan ku xwe wekî parazvanê Filistînê nîşan dida, di aloziya dawî de derenceya parazvaniya xwe ya sexte kêm kir.

Rojnamevan Fehîm Taştekîn di analîzeke xwe de got, “Enqere bi awayekî kûbar lîderên Hamasê qewirand.”

Analîz bi sernavê “Tirkiyeya çavê wê li navbeynkariya li Xezayê ye têkiliyên xwe bi Hamasê re sar dike, retorîka xwe bi sînor dike” di Al-Monitorê de hat weşandin.

Taştekîn di gotara xwe de diyar kir, di dema êrişa Hamasê ya li dijî Îsraîlê lîderê rêxistinê li Enqereyê bûye.

Li gorî rojnamevan, ji ber tirsa ku wê piştî kuştina sivîlan wekî piştevanê Hamasê bê nîşandayîn, hukumeta Tirk ji Haniye daxwaz kiriye terka Tirkiyeyê bike.

Rojnamevan da zanîn, Amerîka û Îsraîl ji bo têkiliyên xwe bi Hamasê re qut bike zextan li Tirkiyeyê kirine.

Çima Tirkiye paş ve gav davêje?

Taştekîn sebeba vê vekişîna ji nijkave ya Enqereyê bi sê faktoran şîrove kir:

  • Li Sûriye û Iraqê bilindbûna reaksiyonên gel li dijî komên Îslamî û kêmbûna toleransê ya ji bo bikaranîna şîdetê ji aliyê komên Filistînî.
  • Meseleya enerjiyê ya li Rojhilatê Derya Spî ku Tirkiyeyê neçar dike bi Îsraîlê re têkiliyên baş ava bike.
  • Biryara stratejîk a başkirina têkiliyên bi Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê re Tirkiyeyê neçar dihêle polîtîkaya xwe ya li Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bike.

Rola navbeynkariyê

Rojnamevan got, Erdogan wekî rola xwe ya di Peymana Korîdora Zad a di navbera Rûsya-Ukraynayê de, niha dixwaze di meseleya dawî de gavekê bavêje.

Fehîm Taştekîn di gotara xwe ya balkêş de qala daxwaza navbeynkariya rêvebiriya Erdogan a di aloziya Îsraîl-Hamasê de jî kir.

Rojnamevan got, Erdogan wekî rola xwe ya di Peymana Korîdora Zad a di navbera Rûsya-Ukraynayê de, niha dixwaze di meseleya dawî de gavekê bavêje.

Taştekînê xwe spart nûçeyeke din a Al Monitorê got, ji bo navbeynkariyê Washington li bende erêkirina endamtiya Swêdê ya ji aliyê Tirkiyeyê ye.

Fotoyê sereke: Logoya Al-Monitorê

Kî ye Fehim Taştekin?

Fehim Tastekin rojnamevaneke Tirk e û gotarnûsê Turkey Pulse ya Al-Monitorê ye. Taştekin berê ji rojnameyên Radikal û Hurriyetê jî nivîsî ye. Ew di heman demê de beşdarê bernameya “Sinirsiz” a IMC TV’yê jî bû. Pisporiya Taştekin li ser meseleyên polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, Qefqesya, Rojhilata Navîn û Yekitiya Ewrûpayê ye.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …