Tirkiye Geliyê Godernê tune dike

Dewleta tirk  bendaveke mezin li Geliyê Godernê ava dike.

Bi xebata bendavê roj bi roj dewlemendiya dîrokî û xwezayî ya Geliyê Godernê ji holê tê rakirin.

Tirkiye bi riya çêkirina bendavan xwezaya Bakurê Kurdistanê talan dike.

Enqere niha bendaveke mezin li Geliyê Godernê ava dike.

Bi xebata bendavê roj bi roj Geliyê Godernê ji holê tê rakirin.

Ev devera malovaniyê ji xwezayeke dewlemend re dike, di nava sînorên Diyarbekir/Amed de ye.

Navçeyên Amedê Farqîn, Pasûr, Hezro û Licê li Geliyê Godernê digihîjin hev.

Gelî bi xwezaya xwe ji sedan cûreyên nebat û heywanan re malovaniyê dike.

Li aliyekî din, Geliyê Godernê yek ji navendeke serdema Neolîtîkê ye û xwedî gelek berhemên wê demê ye.

Li vir kanalên avê, depoyên avê û şikeftên dîrokî yên wê demê hene.

Ligel vê, dêrên ewil ên di nava zinaran de hatine avakirin û gelek gor û abîdeyên ji zinaran jî li vê deverê ne.

Yek berhemeke din jî pira kevir e ku ji aliyê Mervaniyan ve hatiye çêkirin.

50 gund tune dibin

Bi temamkirina bendavê hemû berhemên dîrokî û 50 gundên li dora Geliyê Godernê wê di bin avê de bimînin.

Ji niha ve 10 gund di bin avê de man û nişteciyên wan terka cîûwarê xwe kirin.

Bi temamkirina bendavê hemû berhemên dîrokî û 50 gundên li dora Geliyê Godernê wê di bin avê de bimînin.

Ji niha ve 10 gund di bin avê de man û nişteciyên wan terka cîûwarê xwe kirin.

Karê avakirina bendavê di bin kontroloke jidandî ya ewlekariyê de tê meşandin.

Leşkerên tirk ji bo tu kes nikaribe xwe nêzîkî ciyê xebatê bibe Geliyê Godernê xistiye binê dorpêçekê.

Ev bendav dema temam bibe wê bi dûv Bendava Ataturk re bibe bendava duyemîn mezin a Tirkiyeyê.

Bendav wê bibe xwediyê 7.3 milyar kupmêtro rezerva avê.

Infowelat

Foto: Geliyê Godernê /Jêder: Yeni Yaşam

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …