Parlamentera HEDEP'ê Oznur Bartin /Rûdaw

Siyaseta Tirk hebûna Kurdistanê red kir

Peyva Kurdistanê li Komisyona Parlamentoya Tirkiyeyê bû cihê nîqaşê

AK partî û IYI partî ji ber gotina “Kurdistanê” axaftina parlementera HEDEPê asteng kirin.

Peyva Kurdistanê li Komisyona Parlamentoya Tirkiyeyê bû cihê nîqaşê

Parlamentera HEDEPê ya Colemêrgê Oznur Bartin ku di civînên Komîsyona Budçeyê ya parlamentoyê de axivî, nexşeya TUIKê nîşan da û got, “Bajarên Kurdistanê li paş mane”

AK partî û IYI partî ji ber gotina “Kurdistanê” axaftina parlementera HEDEPê asteng kirin.

Bi amadebûna Wezîrê Pîşesazî û Teknolojyayê, butceya wê wezaretê ya sala 2024an hat gotûbêjkirin.

Di civînê de careke din aloziya “Kurdistan” derket.

Parlamentera Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) ya Colemêrgê Oznur Bartin di civîna Komisyona Plandanîn û Butceyê ya Parlamentoya Tirkiyê de axivî.

Oznur Bartin daneyên TUIKê li ser nexeşeya wê nîşan da û diyar kir ku budçeya ji şer re tê veqetandin eşkereye ku herî zêde bandorê li bajarên Kurdistanê dike.

Parlamentera HEDEP’ê Oznur Bartin: “Daneyên TUIKê nexşeya Kurdistanê nîşan dide”

“Ji bajarên Kurdan re sermaye nayê veqetandin”

Oznur Bartin diyar kir ku AK Partî bi êrişên li dijî Kurdan re hewl dide ku xirabiyên xwe veşêre û got:

“Herî zêde bajarên Kurdan ji şer û budceyên alîgir ên desthilatê bandor dibin.

Li her derê pîşesazî û teknolojî heye lê li herêma me êriş, zext û dîwarên li ser sînoran hene.

Newekheviya herêmê roj bi roj kûrtir dibe.

Ji bilî yek wezareteke, bajarên ku wezaret herî kêm lê xerc dikin, bajarên ku nifûsa wan a Kurd lê zêde ye.

Ev wezaret jî, Wezareta Parastina Nateweyî ye ku nasname û erdnîgariya Kurdan, Rojava û Herêma Kurdistana Îraqê dike armanc û bombebaran dike ye.

Eger li Colemêrg û bajarên derdorê li şûna budçeya şer, di warê pîşesazî û teknolojiyê de veberhênan bihatana kirin, îro Colemêrg nedibû bajarê bêkarî û feqîriyê.

Ango bajarên herêmê di warê nîşaneyên sosyo-aborî de, di binê lîsteyê de ne.”

Bartin nexşeya parvekirina dahata TUiKê nîşanî endamên komîsyonê da û got, “Bi rastî daneyên TUIKê û gelek saziyên fermî jî nexşeya Kurdistanê nîşan dide.”

Parlamentera HEDEP’ê Oznur Bartin /Rûdaw

“Ev der Tirkiye ye, Kurdistanê ji bîr bike!”

“Kurdistana çi, ev der Tirkiyeye! Kê ev xêz kir. Kê ev nexşeya Kurdistanê xêz kir?”

Gotinên Bartin ji aliyê Parlamenterê IYI Partiyê yê Enqereyê Adnan Beker ve hat astengkirin.

Adnan Beker got, “Ev der Tirkiyeye, Komara Tirkiyeyê ye!, dev ji Kurdistanê berde!”

Endamê IYI Partiyê Yavuz Aydin jî axaftina Oznur Bartin di nîvî de birî û got:

“Kurdistana çi, ev der Tirkiyeye! Kê ev xêz kir. Kê ev nexşeya Kurdistanê xêz kir?”

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Oznur Bartin got:

“Ne min, saziyên fermî ango TUIKê ev xêz kir. Wekî hûn jî dibînin qadên ku bi rengê şîn hatine nîşandan, herêmên ku teşwîqkirina veberhênanê lê kêm e.”

Parlamenterê Uşakê yê AK Partiyê Îsmaîl Guneş jî diyar kir ku Kurdistan wekî “herêma 6emîn” e û destnîşan kir ku Kurdistan tune ye.

Bartin bertekeke tund nîşanî Guneş da û got, “Kurdistan sala 1847an navê wîlayetê wergirtiye û heye.”

Bardin bi nexşeyê axaftina xwe berdewam kir:

“Li gorî daneyên TUIKê yên sala 2022yan, dahata malê ya Stenbolê 70 hezar TL ye. Li Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrgê jî 23 hezar TL ye. Di navbera wan de gelek ferq heye.

Ev rapora hatiye parvekirin cudahiya di navbera herêman de dide nîşandan.

Li gorî vê, navçe li gorî rewşa xwe ya pêşketinê di 6 astan de hatine dabeşkirin.

Ji herêmê tenê navçeya Yakutiyeyê ya Erziromê û navçeya Şehîtkamîlê ya Dîlokê di qonaxa yekem de ne.

Ev cih ne paşketî ne, bi zanabûn paşve hatine hêştin.

Ji ber vê yekê, herêma 6an, bajarên ku bi giranî Kurd lê dijîn e.

Ji tevahiya Tirkiyeyê re 7 milyar TL hat dayîn û ji vî pereyî tenê 2 milyon TL dane Colemêrgê.”

“Nexşeya ku hûn nîşan didin ne Kurdistan, herêma 6emîn e”

Serokê Komîsyonê Mehmet Muş got:

“Di xala 3yemîn a Destûra Bingehîn de, tê gotin ku dewlet bi xak û neteweya xwe ve yekparçe ye.

Ji tevahiya Tirkiyeyê re 7 milyar TL hat dayîn û ji vî pereyî tenê 2 milyon TL dane Colemêrgê.”

Birêz Bartin, nexşeya ku we hilda û nîşan da de, Komara Tirkiyeyê çi dike?

Nexşeya ku we nîşan da ne herêma Kurdistanê ye. Wekî herêma 6emîne.

Ango ev der cihên ku em dixwazin veberhênanên zêdetir biçinê ne.

Êrişekî li hemberî nasnameya Kurd çênebûye. Her kes girêdayî Komara Tirkiyeyê ye. Mafê we û yê birêz Wezîr heman e.”

Temmelî bertek nîşan da

Li ser vê yekê Berdevkê Komîsyona HEDEPê Sezaî Temellî axivî û got:

“Bi nîşandana nexşeyê re armanca me ne nîşandana cudabûnê ye. Ev encamên bi salan ên desthilatê ne.

Nizanim hûn nikarin bêjin bajarê ‘Kurdistanê’, nizanim hûn nikarin bêjin bajarên ‘Kurdan’ yên ku herî baş vê dizanin parlementerên we yên Kurd in.

Dema diçin wir çi dibêjin? Ma dibêjin em ji Kapadokyayê ne. Ma dibêjin em hatine ‘Trakyayê’.

Kîjan wezaret were ferq nake. Nexşeya werzîşê, ya bêkariyê, ya xizaniyê heman e. Kî cudakariyê dike?”

Mehmet Muş bersiva Temellî da û got, “Ez neçarim qanûna bingehîn a 3yemîn bînim bîra we.”

Parlamenterê IYI Partiyê yê Trabzonê Yavuz Aydin di axaftina xwe ya li ser budçeya wezaretê de bertek nîşanî daxuyaniyên parlamenterên HEDEPê da.

Foto: Harîteya Kurdistanê /Britannica 

——————-

Ev nûçe cara eiwl di malpera Rûdawê de hatiye weşandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …