Operasyonên giran ên dewleta tirk ku di 15ê hezîranê li Metîna, Zap û Avaşînê dest pê kiribûn, dewam dikin. Di 3ê tîrmehê de jî Artêşa Tirk berê xwe da Çîyayê Gareyê û ev der bû navenda êriş û pevçûnên giran. Paşê, bi êrişên gerîlayan Xaxurkê jî veguherî devereke pevçûnan û şer belavî qadeke gelek berfireh bû.
Bi destpêka havînê re dewleta tirk li hember qadên gerîla dest bi êrîşeke mezin kir.
Ewil di 15ê hezîranê de artêşa kolonyalîst li Metîna, Zap û Avaşînê operasyoneke berfireh da despêkirin. Di 3ê tîrmehê de artêşa tirk berê xwe da Çîyayê Gareyê û ev der bû navenda êriş û pevçûnên giran. Paşê, bi êrişên gerîlayan Xaxurkê jî veguherî devereke pevçûnan û şer belavî qadeke gelek berfireh bû.
Artêşa tirk tevî bomberana giran a hewayî, ji Çelê û Rûbarê jî bi obusan çiyayên başûrê Kurdistanê bomberan kir. Di topbaranê de topên ku menzîla wan 50 km bûn hatin bikaranîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê hema hema rojane li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa tirk daxuyanîyan parve kirin.Di daxuyanîyan de rastîyên şer ku dewleta tirk ji raya giştî vedişêre bi zelalî hatin eşkerekirin.
Şerê Çiyayê Gareyê
HPG’ê ragihand, Şerê Çîyayê Gareyê bi bomberana hewayî dest pê kir. Êvara 3ê tîrmehê Girê Bihar a li Gareyê ji aliyê balafirên şer 17 caran hat bombekirin. Paşê, Artêşa Tirk hewl da bi helîkopteran ji xeta bajarê Amediyê û ji xeta Dêrelûkê leşkeran li qada Girê Bahar bi cih bike.Di heman şevê de helîkopter rastî êrişên gerîla hatin û bêyî ku bikaribin leşkeran deynin ser çiyê, vekişîyan.
HPGê ragihand, helîkopterên artêşa tirk li rojava û rojhilat ên Girê Bahar leşkeran danîne ku hêzên gerîla li wir tune ne. Li gorî daxuyanîyê, di 4ê tîrmehê de vê carê artêşê tirk bi destûra PDK bi konvoyekê ji Amedîyeyê derbas bûne û xwestine li Sergeleyê bi cih bibin. Lê hêzên dewleta tirk li vir çend caran rastî êrişên gerîla hatine û windahîyên wan çêbûne.
Di 10ê tîrmehê de helîkoptereke Skorsky a li Girê Bahar ji aliyê gerîlayên HPGê ve hat xistin.
Di heman pêvajoyê de, deverên Xêrê, Girê, Sêdarê Çemrobotkî, Yekmalê, Dêreşê, Spîndarê, Deşta Kafyayên çend caran rastî bomberana hewayî hatin.
Xaxurkê û Metîna
HPGê Ii ser Şerê Xaxurkê û Çiyayê Metînayê înformasyon parve kirin. Hat ragihandin, ji 2yê tîrmehê û bi şûn ve gerîlayên kurd êrişan birin ser leşkerên li Xaxurkê.
Artêşa tirk piştî bomberanake bi balafir û helîkopteran hêzên xwe li Şekîfê danî. Şerê li vê deverê bi êrişên gerîlayan berdewam dike.
Li Xaxurkê Şehîd Şerîf, Xinêrêya Jor û Kendekola rastî bomberana hewayî artêşa tirk hat.
Li alîyekî din, şerê li Çiyayê Metînayê jî di 30ê hezîranê de bi êrişên gerîlayan a li hemberê leşkerên li Serê Metînayê dest pê kir. Di êrîşên kordîneyî ye de windahîyên artêşa tirk çêbûn û li vê deverê 3 gerîlayan jî ji ber bombebarana hewayî jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma Metînayê Şêlazê, Bêşîlî, Dergelê û Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê rastî bomberaneke giran hat.
HPGê ragihand, dewleta tirk ji Balikesîr û Kayserîyê tabûr bi tabûr leşkeran tîne deverê. Di daxuyanîyê de hat gotin, artêşa tirk di warê taktîkê de di serî de li Zapê, li Herêmên Parastina Medyayê xitîmîye
Şewatên li başûr
Bûyereke din a di şerê li başûrê Kurdistanê de derket pêş, şewitandina gundan bûn. Artêşa Tirk ji hezîranê û şûn ve bi awayekî sîstematîk dest bi derxistina şewatan kir. Di pêla ewil de gundên Dergelê, Miska û Bazê yên Bala ya Berwarî hatin şewitandin.
Di 5ê tîrmehê de piştî bomberanê, gundên Mijê, Kevne Mijê û Spîndarê yên Amêdiyeyê hatin şewitandin. Hat ragihandin, PDK ji bo tefandina şewatê nakewe nava hewldanê û destûrê nade ku zêdetirî 5-6 kesan ji bo tefandina şewatê biçin vê deverê.
Şewata li herêmê di navbera her du hêzên hukumeta başûrê Kurdistanê de jî bû sebeba alozîyê. PDKê YNKê bi derxistina şewatan tometbar kir. Berpirsê Ragihandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mûsilê Xeyas Surçî jî li ser mijarê axivî û sûcdarkirina partîya xwe wekî “senaryo” nirxand.
Armanc “dagirkirina Mûsilê” ye
Xeyas Surçî sebebên êrişên Tirkiyeyê bi dagirkirina başûrê Kurdistanê û Mûsilê ve girêda û bi van gotinan Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê sûcdar kir:
“Li gorî min, di navbera PDK û Tirkiyeyê de hevkarî heye. Ji ber ku di bêdengiya wan a li hemberî vê dagirkeriya Tirkiyeyê de tiştek heye. Diyar e tifaqek di navbera wan de heye. Binêrin, ne çapemeniya fermî ya hikûmeta Iraqê û ne jî ya PDK’ê behsa vê dagirkeriyê nakin. Tirkiye 40-50 kîlometre ketiye nava axa Iraqê. Li hinek cihan jî heya 200 kîlometroyan çûye. Başîka dikare wekî mînak were dayîn. Berpirsiyariya herî mezin di vir de PDK ye. Aborî û rêveberiya Başûrê di destê PDK’ê de ye. Eger ev di destê me de bûya, em ê li dijî vê hewldana dagirkeriya Tirkiyê xwedî helwesteke cidî nîşan bidana.”
Herwiha, Surçî îdîa kir, rêveberîya Kurdistanê dixwaze “hincetan ji Tirkiyeyê re çêbike da ku êrişî herêma Silêmanî û Helebceyê bike”
—-—————————————–
Foto: Devereke ku dikeve nava sînorên Şaredarîya Kanîmasîyê
Gotar di hejmara 8. a Kurdistanê de hatîye weşandin.