KNK: Tirkiye başûrê Kurdistanê îlheq dike

KNK derbarê êriş û polîtîkayên dewleta tirk ên li herêmê dosyeyeka nû weşand.

Di dosyeyê de hat destnîşankirin, “Tirkiye li Amedîyê, Zaxo û Soranê 10 baregehên leşkerî yên nû ava dike.”

KNKê got, avakirina baregehan û plana çêkirina herêma ewle ya berfirehbûna wê 35 km ye, di çarçoveya polîtîkaya îlheqkirinê de pêk tê.

Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) ragihand, Tirkiye dixwaze başûrê Kurdistanê îlheq bike.

KNK derbarê êriş û polîtîkayên dewleta tirk ên li herêmê dosyeyeka nû weşand.

KNKê diyar kir, ji êrişa 15ê hezîranê û vir ve herêm 381 car hatîye bombebarankirin, 68,000 hektar erdên çandinîyê û 9 gund hatine şewitandin.

Di dosyeyê de hat destnîşankirin, “Tirkiye li Amedîyê, Zaxo û Soranê 10 baregehên leşkerî yên nû ava dike.”

KNKê got, avakirina baregehan û plana çêkirina herêma ewle ya berfirehbûna wê 35 km ye, di çarçoveya polîtîkaya îlheqkirinê de pêk tê.

Banga ji bo hêzên cîhanî

Hevkarîya PDK û dewleta tirk jî di dosyeyê de cî girt û KNKê vê partîyê “ji alîyê polîtîk  û aborîyê ve girêdayî Tirkiyeyê” pênase kir.

Baregehên Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ava kirine/Dosyeya KNKê

Herwiha hat ragihandin, PDK destûrê dide hêzên tirk rêyên giring bi kar bînin û rêveberîya hin deveran ji Tirkiyeyê re dihêle.

KNK di dosyeya xwe de bang li hukumeta Iraqê, Komkara Ereb, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekîtîya Ewrûpa û Neteweyên Yekbûyî kir û ji wan xwest li hemberê êrişên Tirkiyeyê helwest nîşan bidin.

——————————————————-

Foto: Logoya KNKê

Infowelat

Derbarê infowelat.com DE

Li vê jî binêre

Beledîyeyên Mêrdîn, Batman û Xelfetîyê hatin desteser kirin

Dewleta tirk îro Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredarîya Batmanê û Şaredarîya Xelfetîyê ku navçeyeke …