Gerîlayên HPGê li Zapê êriş kirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser encamên êrişa xwe ya dawî agahiyan parve kirin.

HPGê ragihand, di êrişan de 14 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

Êrişên herî giran vê carê li herêma Rojavayê Zapê pêk hatin.

Şerê rizgariya Kurdistanê li herêma Zapê ya bi ser Herêma Parastina Medyayê ve giran dibe.

Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser encamên êrişa xwe ya dawî agahiyan parve kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ragihand, di êrişan de 14 leşkerên dewleta tirk hatine kuştin.

Herwiha, 4 çeper şer, 3 kamera, radarek hatine hilweşandin û derb li 5 çeper û 2 konteyneran hatiye xistin.

Metîna, rojavayê Zapê û Xaxurkê

Êrişîn herî mezin di 10ê kanûna paşîn de li rojavayê Zapê pêk hatine.

Di van êrişên li Girê Cûdî ya li devera Şehîd Delîl 11 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniyê, êrişên dawî yên gerîlayên rizgariya Kurdistanê li herêma Metîna û herêma rojavayê Zapê pêk hatine.

Di êrişên di 9ê kanûna paşîn de, dagirkerên li Girê Ortê ya bi ser Metînayê ve rastî êrişê hatine û 2 çeper hatine îmhakirin.

Êrişîn herî mezin di 10ê kanûna paşîn de li rojavayê Zapê pêk hatine.

Di van êrişên li Girê Cûdî ya li devera Şehîd Delîl 11 leşker hatine kuştin.

Li bilî her du herêman, HPGê li herêma Xaxurkê ya li rojhilatê Herêmên Parastina Medyayê jî êriş kir.

Di tevahiya êrişên ku 3 roj dom kirin de li her sê herêman 14 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin.

Tirkiye 9 windahiyan qebûl kir

Serfermandariya Artêşa Tirk ragihand, di êrişên dawî de 9 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Dewleta tirk ku herdem windahiyên xwe vedişêre, vê carê neçar ma rastiyê li eniya şer qebûl bike.

Serfermandariya Artêşa Tirk ragihand, di êrişên dawî de 9 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.

Serfermandariyê di daxuyaniya di hesabê xwe yê medyaya civakî de de fotografên leşkerên hatin kuştin jî parve kirin.

Infowelat

————————

Foto: Gerîlayeke HPGê /Ronahi TV

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …