PKK ji bo serxwebûnê hat damezrandin

PKK ji destpêkê ve Kurdistanê wekî welatekî kolonî pênase kir û rizgariya neteweyî wekî armanca sereke da pêşiya xwe.

Kurdistana serbixwe ya yekgirtî ya xwedî sîstema sosyalîst bû hedefa partiyê û şerê gerîla wekî rêbaz hat qebûlkirin.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 45. salvegara damezrandina xwe pîroz dike. Partî 27 Mijdara 1978’an  li gundê Fîsê ya bi ser parêzgeha Diyarbekirê/Amedê hat  damezrandin.  Piştî damezrandinê, rêxistinê xebatên xwe yên li bajarên Kurdistanê zêde kir û di demeke kurt de li navenda Batmanê û li hin navçeyên Ruhayê bû xwedî hêzeke girseyî.

Pêşengên PKK’ê xwendekarên  Kurd ên çepgir ên zanîngehên li Enqereyê bûn. Abdulah Ocalan bi zanebûna xwe, di nava van xwendekaran de derket pêş û rêberiyê ji bo pêkhatina koma bi navê Şoreşgerên Kurdistanê re kir. Heman kom bingeha partiyê ya di bin lîderiya karîzmatîk a Ocalan de qebûl kir.

PKK ji destpêkê ve Kurdistanê wekî welatekî kolonî pênase kir û rizgariya neteweyî wekî armanca sereke da pêşiya xwe. Kurdistana serbixwe ya yekgirtî ya xwedî sîstema sosyalîst bû hedefa partiyê û şerê gerîla wekî rêbaz hat qebûlkirin. Tevî vê jî, PKKê bi hinceta bi dewletê re hevkariyê dikin, ewil berê xwe da elîtên eşîrên li Siwêreg û Hîlwanê.

Damezrandina ERNK û ARGK

Piştî derbeya leşkerî ya 1980’an a li Tirkiyeyê, PKK vekişiya derveyî welêt û bi alîkariya Filistîniyan bû xwedî kampeke leşkerî. Partiyê bi dûv amadekariyeke dirêj, di 15ê Tebaxa 1984’an de li dijî dewleta Tirk şerê gerîla da destpêkirin. Salek piştî êrişên bi ser Dihê (Erûh) û Şemzînanê ve, Eniya Rizgariya Neteweya Kurdistanê (ERNK) hat damezrandin. Di 1986’an de jî Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) hat damezrandin û ev hêza çekdarî dewsa Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) girt.

Şerê gerîla ya di bin fermandariya Mahsûm Korkmaz (Egît) de serfiraziyên mezin bi xwe re anî û gerîla belavî çar aliyên Kurdistanê bû. Li gorî pêdiviyên şer, li Bakurê Kurdistanê eyalet û herêm hatin damezrandin û rêvebiriyeke leşkerî ya qadî derket holê.

Bajar, girseyîbûn û derveyî welêt

Serfiraziya şerê gerîla ya di salên 1990an de, li bajaran tirsa ji rejîma kolonyalîst hilweşand û PKKê xwe di nava bi milyonan de birêxistin kir.

Serfiraziya şerê gerîla ya di salên 1990an de, li bajaran tirsa ji rejîma kolonyalîst hilweşand û PKKê xwe di nava bi milyonan de birêxistin kir. Ev bingeha xurt a gel bandorê li hilbijartinan jî kir û partiyên legal ên Kurdistanî cara ewil ketin Parlamentoya Tirkiyeyê. Di heman demê de li seranserê Kurdistanê nêzîkî 100 belediye ket destê partiya legal a kurd.

Doza rizgariya Kurdistanê ket rojeva cîhanê û dewleta Tirk her ku çû rastî reaksiyon û bertekan hat. Parlamentoya Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW) wekî ceribandike di riya hukumeteke Kurdistanê de li Ewrûpayê hat damezrandin. Ev gav bi tena serê xwe li cîhanê têra xwe deng veda.

Girtina Ocalan 

Di 1999’an de bi banga Ocalan gerîla ji Bakurê Kurdistanê vekişiya û pişt re ERNK, ARGK û PKDW yek bi yek ji hev hatin xistin. Ji ber van guherînan bi hezaran gerîla, kadro û xebatkarên din terka PKK’ê kirin.

Ocalan bi planeke dewleta Tirk û hevkariya sîstema navneteweyî di 1998’an de neçar ma terka Sûriyeyê bike. Tu welatên cîhanê deriyên xwe ji Ocalan re venekir û lîderê PKKê di 1999’an de teslîmî dewleta Tirk hat kirin. Girtina Ocalan û lêpirsîna wî ya li Îmraliyê di nava rêxistinê de bû sebeba şokê û hêrsê. Ocalan di çend salên ewil ên di girtîgehê de paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk pejirand û tezên jiyana hevpar a bi gelê Tirk re pêşxist. Di paradîgmaya nû de terka hedefa Kurdistana serbixwe hat kirin û di dewsa wê de “Xweseriya Demokratîk” a di bin banê “Komara Demokratîk” Tirkiyeyê de hat bicîkirin.

Di 1999’an de bi banga Ocalan gerîla ji Bakurê Kurdistanê vekişiya û pişt re ERNK, ARGK û PKDW yek bi yek ji hev hatin xistin. Ji ber van guherînan bi hezaran gerîla, kadro û xebatkarên din terka PKK’ê kirin.

Proseya aştiyê û Şerê Bajaran

Encamên Şerê Bajaran ji bo PKKê û bi giştî jî ji bo Bakurê Kurdistanê hilweşîner bû. Dewleta Tirk bi riya qeyûman belediyeyên Kurd desteser kir û siyaseta legal xist bin dorpêçeke hişk. Li Kurdistanê zextên li dijî hemû xebatên demokratîk derket asteke herî bilind û tevgera gel hat pasîfîzekirin.

Di 2012’an de hukumeta AKP’ê ya di bin serokwezîriya Tayip Erdogan de piştî hevdîtinên bi Ocalan û PKKê re biryara “Proseya Çareseriyê” da. Parlamentoya Tirkiyeyê di 2014’an de ji bo meşandina vê proseyê qanûnekê qebûl kir. Têkiliyên her du aliyan ji ber şerê li Kobanê xera bû û piştî serkeftina hilbijartinê ya HDP’ê, dewleta tirk bi kez daxwaza xwe ya ji bo çareserkirina meseleya Kurd a bi riyên aştiyane winda kir.

PKKê bi şerê li bajarên Kurdistanê bersivê da dewleta Tirk û ev jî êrişeke mezin a artêş û hêzên din ên ewlekariyê bi xwe re anî. Tevahiya taxên bajaran ên berxwedana çekdarî lê pêk hat ji aliyê dewleta Tirk ve hatin hilweşandin. Piraniya wan sivîl û mîlîsên welatparêz di ser 2500î re kes hatin kuştin.

Li Bakur paşveçûn

Encamên Şerê Bajaran ji bo PKKê û bi giştî jî ji bo Bakurê Kurdistanê hilweşîner bû. Dewleta Tirk bi riya qeyûman belediyeyên Kurd desteser kir û siyaseta legal xist bin dorpêçeke hişk. Li Kurdistanê zextên li dijî hemû xebatên demokratîk derket asteke herî bilind û tevgera gel hat pasîfîzekirin. Dewletê bajar û wargehên wekî keleyên PKKê dihatin qebûlkirin, bi tevahî xist bin kontrola xwe. Paşveçûna tevgera gel a demokratîk bandorê li şer jî kir û HPG neçar ma piraniya hêzên xwe vekişîne Başûrê Kurdistanê. Dewleta Tirk vê carê berê xwe da Başûrê Kurdistanê û herêm bû qada sereke ya şerê PKK û dewleta tirk.

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …