9 gund li başûrê Kurdistanê hatin valakirin

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistan-Iraqê (CPT) ragihand, 9 gund li başûrê Kurdistanê hatine valakirin.

Li gorî rêxistinê, 10 baregeh û qereqolên li başûrê Kurdistanê ku 10 zêde bûn.

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistan-Iraqê (CPT) nûçeyeke li ser zirara dewleta Tirk daye başûrê Kurdistanê weşand.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku 9 gund hatin valakirin û herî kêm 184 malbat terka cîûwarê xwe kirin.

Nûçe nîşan dide, 68 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîne.

Gundên herî zêde zirar gihîştîye wan, Ber Garê û Miska ne.

Li alîyekî din,  şîrketên telekomunîkasyonê li 110 gundan tora xwe qut kirine.

Agahîyên derbarê kesên ji neçarî terka herêmê kirine wiha du raporê de cî girtin:

“Êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk ku di encamê de bombebaranên dijwar hatin kirin û debara aborî ya şêniyên herêmê hatin rûxandin. Bi taybetî jî gundên li deverên Amêdiyê û Batîfa bi gelek zerera çandiniyê û jîngehî re rûbirû man. Malbatên ku koçberî Dêrelok û Duhokê bûne, bi bêkariyê re rûbirû ne û hinek jî hewl didin bi karkertiyê debara xwe bikin.”

Herwiha CPTê ragihand, dewleta tirk li başûrê Kurdistanê lez daye avakirina baregeh û qereqolan.

Li gorî rêxistinê, 10 baregeh û qereqolên li başûrê Kurdistanê ku 10 zêde bûn.

Di nav baregehên nû de 2 baregeh li herêma Nihêlî ya Amêdiyê, 7 baregeh li herêma Batîfa ya Zaxo û baregehek jî li herêma Sîdekan ya Soranê hatine avakirin.

———————————–

Foto: Ala Kurdistanê 

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Zuhal Demir bû Wezîra Perwerde û Kar a Flanderê

Jina bi eslê xwe kurdistanî Zuhal Demir cara duyemîn di hikumeta flaman de cî girt. …