Erdogan ji riya Swêdê vekişiya

Tirkiye di meseleya endamtiya Swêdê ya NATO’yê de paş ve gav avêt.

Şefê dewleta Tirk Erdogan piştî demeke dirêj endamtiya Swêdê erê kir.

Tirkiye di meseleya endamtiya Swêdê ya NATO’yê de paş ve gav avêt.

Şefê dewleta Tirk Erdogan piştî demeke dirêj endamtiya Swêdê erê kir.

Biryara Erdogan îmzeya xwe avêt bînê vê biryara wê ji bo dengdanê biçe ber destê Parlamentoyê.

Tirkiye meseleya endamtiya Swêdê û NAT0’yê veguherandibû firsenda ji bo bidestxistina derfetan.

Erdogan di Îlonê de ragihandibû, Stockholm ji bo endamtiyê sozên dane Tirkiyeyê pêk neanî ne.

Erdogan dawiya dawî endamtiyê bi şertê kirîna balafirên F-16 yên Tirkiyeyê ve girêdabû.

Lewma jî vegera ji nişkave ya di krîza bi NATO û Swêdê de, balê kişand ser xwe.

Swêd ji bo astengiya Tirkiyeyê ji holê rabike destûra xwe ya bingehîn guherandibû û qanûneke dij-terorê qebûl kiribû.

Bi kiryarên xwe yên derveyî adetî, Swêd derbeyê li kariyera xwe ya wekî welatê demokrasiyê û mafên sosyal xistibû.

Swêd ji bo astengiya Tirkiyeyê ji holê rabike destûra xwe ya bingehîn guherandibû û qanûneke dij-terorê qebûl kiribû.

Ligel vê, hukumeta Swêdê çend penaberên Kurd radestî Tirkiyeyê kiribû.

Bi van kiryarên xwe yên derveyî adetî, Swêd derbeyê li kariyera xwe ya wekî welatê demokrasiyê û mafên sosyal xistibû.

Rojnamevan Fehim Taştekin di nivîseke xwe de meseleya Filistînê sebeba guherîna polîtîkaya dewleta Tirk nîşan dabû.

Di nivîsê de wiha hatibû gotin: “Erdogan dixwaze wekî navbeynkar tevlî meseleya di navbera Îsraîl û Filistînê de bibe.”

Foto: Ala Swêdê

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …