Hebûna dewleta tirk ne rewa ye

Hesen Huseyîn DENÎZ

Em ê kurd çima dewleteke di sed salan de dixwazin bi darê zorê û fikra faşîzmê çêkin, li ser serê xwe wek dewleteke fermî bipejirînin û em ê bibêjin, di hundirê vê dewletê de mafên me binasin? Çima em ê bi xwe nebin xwedî dewlet, serbixwe nebin û li ser axa xwe jiyanek, birêvebirineke demokratîk saz nekin û bi dilê xwe cî nedin gelên din, çima emê ji wan hêviya guhertinê bikin?

Ji dewletên di şerê cîhanê yê yekem de bi ser ketin Îngilîstan û Fransa û bi têkiliyên xwe yên bi dewleta Osmanî û piştre bi tevgera Jontirk û Kemalîstan re Almanya li ser qedera kurdan xwedî biryar in. Di encama nêzîkatî, helwest û biryara van her sê dewletan de, Kurdistan ev sed sal in di bin destê taşeronên Tirk û Baas de dinale. Peyva taşeron a ji bo dewleta tirk û partiyên Baas-ez bi kar tînim, li ser projeya îngilîz û fransizan a bi desteka almanan bilind dibe. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, gava îngilîz ji Iraq û fransî ji Sûriyeyê vekişiyan, welatê kurdan nedan dest wan û di bindestmayîna kurdan de israra xwe domandin. Bi heman awayî piştî şerê cîhanê di rûniştina destxetkirina peymana Lozanê de jî van dewletan kurd bindest hiştin. Dîsa di van sed salên derbasbûyî de û bi taybetî di 45 salên dawî yên têkoşîna kurdan a ji bo rizgarkirina Kurdistanê de, ev dewletên xwedî projeya bindestkirina Kurdistanê destekeke bêdawî dan dewletên taşeronên xwe û hîn jî didin.

Di rastiyê de 10ê tebaxa 1920an bi dewleta Osmanî re Peymana Sewrê ji aliyê dewletên serkeftî û Fransiz û îngilîzan ve hatibû destxetkirin û di vê peymanê de hema hema hemû gelên di bin desthilatiya dewleta Osmanî de kêm zêde digihiştin mafên xwe yên dewletbûn an rizgarbûnê. Tişta di navbera 1920 û 23an de çêbû, ne ku têkoşîna Mustefa Kemal a berhevkirina bermayiyên Osmanî bû, lê belê guhertina biryara xwe ya dewletên ewrûpî bi taybetî îngilîz, fransî û di salên piştre de jî tevlêbûna wan a almanan bû.

Dewleteke taşeron

Bi taybetî dewleta îngilîz û fransî ji ber berjewendiyên xwe yên demdirêj ên li Rojhilata Navîn tevgera tirk destek kirin û wek projeyeke xwe ew kirin xwedî dewlet. Yan na bi çend tifingên kevin û çend muxabereyên perpitî dewletên desthilatdarî li nîvê cîhanê kirine, li ser maseya Lozanê rûneniştine. Tişta ew anîne ser maseya Lozanê guhertina fikra xwe ya li ser Rojhilata Navîn bû. Pêwîstiya wan bi hêzeke çêkar a ji gotina wan dernekeve hebû. Kurd an ermen nikarîbûn girêdayî wan bimana, lê tirkitî ya dixwest were çêkirin, ji ber lewazbûna xwe wê bi wan ve girêdayî bimaya û derket holê ku heta îro jî bi wan ve girêdayî tevdigere, ji bo wê ev dewlet jî heta îro destekê didin taşeronên xwe yên tirk.

Ger mirov li ser erdên Osmanî li qewmekî bi navê tirk bigere, gelo dikare çend kesan bibîne yan bijmêre? Lê ji gelên din bi sedhezaran hebûn. Fikra tirk a ji aliyê Jontirkan ve avêtin holê û ji aliyê Mustefa Kemal û ekîba wî ve xwedîderketin lê çêbû, ji bo dewletên îngilîz û fransî bû derfeteke projeya xwe bidin dest van taşeronan. Ev sed sal in Kurdistan ji aliyê dewleta taşeron a tirk ve tê birêvebirin û desteka bêsînor ji van dewletan digire. Di şerê 45 salan de, ne ku gelê kurd şer nekir, ne leheng bû, bi ser neket. Berûvajî hêzên kurdan bi dehê caran artêşa tirk têk birin. Bi dehê caran artêşa tirk kon û qereqolên xwe ji axa kurdan revî revî birin, lê dîsa bi desteka madî, manevî, leşkerî, siyasî û dîplomatîk a van dewletan bi paş de anîn. Di van rojan de biserdegirtina çapemeniya kurd û biryara doza Kobanê jî divê di vê çarçoweyê de were nirxandin.

‚Tirk çî ye û kî ye?‘

Gelek kes pirsgirêka kurd wek pirsgirêkeke di navbera aliyê kurd û dewleta tirk de dibîne. Ev yek ne rast e. Ger hêza NATO ya ku ji aliyê siyasî ve di destê îngilîz, fransî û almanan de ye destekeke bêsînor nede dewleta tirk, ew ê nikaribin îhale yan projeya wan li Kurdistanê bi rê ve bibin û bidomînin. Îro her çendî bandora Amerîka li ser van dewletan û NATOyê hebe jî, Amerîka di rastiya xwe de îngilîz e, yanî siyaseta îngilîz û amerîkiyan heman siyaset e û fransî û alman jî bi taybetî di projeya li ser Kurdistanê de hemfikir in.

Em tev dizanin ku berî sed salan li Rojhilata Navîn ne tirk, ne tirkitî û ne jî dewleteke bi navê tirkan hebû. Tê zanîn ku Osmanî ne tirk bûn û ti siyaseta Osmaniyan, derveyî siyaseta devşîrmekirinê ji tirkan re mîrate nemaye. Gava projeya avakirina dewleta tirk ji aliyê Fransa û Îngilîstanê ve hat erêkirin, ne zimanekî tirkî, ne çandeke tirk, ne alfabeyeke tirkî, ne hunereke tirkî, ne hiqûkek, ne hişmendiyeke tirkî nebû. Heta di wan salan de mebûsên parlamentoyê ji Mistefa Kemal dipirsin, dibêjin: ‚Li ser vê axê gelek gelên cuda hene, em ê ji kê re bibêjin tirk? Tirk çi ye û kî ye? Mistefa Kemal wisa pênase dike? Kî ji xwe re bibêje ez tirk im, tirk ew e.‘ Wateya vê çi ye? Tirk li ser vê axê tine ne. Mirov, gel wê eslê xwe înkar bikin, ji xwe re bibêjin ez tirk im û wisa wê tirkbûnek were çêkirin.

Talana çandî

Sed sal in tişta bi navê „dewleta tirk“ tê kirin çêkirina tirkbûnê, çêkirina zimanê tirkî, çêkirina miletekî bi navê tirk e. Di vê riyê de mirov wisa mecbûr kirin, ku yên wek Ziya Gokalp ji wan re bingehê perwerdeyê û ziman, yên wek Yaşar Kemal bingehê wêjeyê, yên wek Yilmaz Guney bingehê hunerê, yên wek Ehmed Kaya bingehê muzîkê danî û kesên wek Muslum û Îbo û bi sedan kesên din jî çand, huner, dîrok, ziman, kevneşopî û nirxên din ên gelan ji bo wan dizîn, talan kirin, guhertin, devşîrme kirin û bi navê tirk, muzîka tirk, xwarina tirk, nirxên tirk pêşkêş kirin. Îro derdikeve holê ku muzîka bi hezaran stranên kurdî dizîne, gotinên wê guhertine û wek muzîka tirkî firotine gelên ji wan dizîne. Heta bi qehweya Yemenê, çaya Seylanê dizîn û kirin a xwe. Di bin serweriya tirkan de çi tişta heye, ji ciyekî hatiye dizîn. Heta bi zagona wan a dadgehan, a zewacê, a birêvebirina dewletê tev ji gelên din hatine dizîn. Xwarinên wek ê xwe didin pêş tev ji gelên li herêmê hatine dizîn. Heta bingehê rêziman ji almanî hat girtin, peyvên girîng ji kurdî hatin girtin û bi vî awayî di van sed salan de xwestin tirkbûnekê saz bikin.

Ji vê kurteçîrokê jî derdikeve holê, ku tirkbûn projeyeke çêkar e û ne fermî, ne rewa û ne jî mafdar e. Ew bi destê dewletên navê wan hat gotin ji bo parastina berjewendiyên wan ên li ser axa Kurdistan û Rojhilata Navîn wek taşeron hat çêkirin.

Dewleteke ne rewa demokratîk dibe?

Ji ber vê yekê hemû gavên tirkîtiyê, tirkbûnê, dewletbûna tirk rewa û meşrû bikin şaş in, ne rast in û ne di cî de ne. Hebûna dewleta tirk a li ser axa Kurdistan û Anatolyayê ne rewa ye, ne meşrû ye. Ji ber vê yekê, divê kurd li demokratîzekirina dewleteke ne meşrû negerin. Gava tu vê dewleta nemeşrû demokratîze bikî, tu bi destê xwe wê meşrû dikî û ev yek jî xerabiya herî mezin a mirov bi destê xwe bi xwe dike ye. Divê bi ti awayî ev dewleta taşeron, çêkar, sixte a projeya îngilîz û fransîyan li ser axa Kurdistanê meşrû neyê dîtin, neyê qebûlkirin û em kurd li selameta wê, xêra wê, başkirin, azadkirin, demokratkirin an duristkirina wê negerin. Erka me hilweşandina wê, derxistina ser ryê avê ya sixtebûna wê, taşeronbûna wê, çêkarbûn an qelpbûna wê ye, ne tamîrkirina wê ye. Ev yek jî bi azadkirin, rizgarkirin û serbixekirina kurd û Kurdistanê ji vê dewleta nemeşrû dibe.

Em ê kurd çima dewleteke di sed salan de dixwazin bi darê zorê û fikra faşîzmê çêkin, li ser serê xwe wek dewleteke fermî bipejirînin û em ê bibêjin, di hundirê vê dewletê de mafên me binasin? Çima em ê bi xwe nebin xwedî dewlet, serbixwe nebin û li ser axa xwe jiyanek, birêvebirineke demokratîk saz nekin û bi dilê xwe cî nedin gelên din, çima emê ji wan hêviya guhertinê bikin? Em xwedî dîrokeke 12 hezar salan, zimanekî bi bingeh, çandeke dewlemend û hunereke behrîn in, ew di sed salan de bi dizî, dek û dolap, xapandin, pînekirin û zilmê nû nû tê çêkirin. Çima em ê vê tişta sixte qebûl bikin û bi vî awayî wê meşrû bikin, çima em ê wê xera nekin û li şûna wê hêza xwe ya pak, azad, demokratîk, mirovhez û mafnas bi cî nekin?

Divê neyê hêvîkirin, ku ev hêza taşeron bibe mafnas û di siyasetê yan birêvebirinê de bibe demokrat. Hêzeke bi esil dikare were guhertin bibe demokrat, lê hêzeke taşeron nikare. Dewleta tirk taşeronê birêvebirina Kurdistanê ye, roja ew bibe demokrat êdî taşerontî bi dawî tê. Ne kemalîst vê yekê qebûl dikin û ne Ingilîz, ne fransî û ne jî alman.

Wê demê divê em li riyên demokratîzekirina xwe, azadkirina xwe, rizgarkirina xwe, bihêzkirina xwe û dewletbûna xwe bigerin. Gava em xwe bikin dewleteke bi hêz wê demê em ê bikaribin mafên gelên li herêmê bidin wan û wan ji faşîzmê dûr bigirin, demokrasiya em ji tirkên xwînxwar hêvî dikin, em ê bi xwe tecrube bikin û diyarî gelên herêmê bikin û gava em tev bi hev re bûn demokrat, mafnas û mirovhez, em dikarin sînorê di navbera xwe û cîhanê de rakin û cîhaneke bê dewlet saz bikin. Ji bo gihiştina vê armancê, divê Kurdistaneke serbixwe û azad were sazkirin.

Nivîs ji di hejmara 7. a e-kovara Kurdistanê de hatîye weşandin. 

———————————————-

Hesen Huseyîn Denîz
Li gundê Stilîlê yê girêdayî Nisêbînê ji dayik bû. Di bi stana Ziraetê li Stenbolê xwend. Wekî teknîsyenê ziraetê li Gercewsê dest bi xebatê kir. Di dema cûntaya 12ê Îlonê de hat girtin û 8 salan di Girtîgeha Leşkerî ya Diyarbeki rê de ma. Di 2007an de li Swîsreyê dest bi xebatên zimanê kurdî kir. Li gelek kantonan kursên ziman ji bo zarok, ciwan û mezinan vekirin, hîndekari ya kurdî li vir da fermîkirin, gelek pirtûkên hîndekari yê kurdî nivîsî. Ji bilî yên hîndekarîyê, bi dehan pirtûkên wekî roman, çîrok û helbest nivîsîne û çîrokên zarokan wergerandine kurdî. Endamê Komeleya Hîndekari ya Kurdî, Instîtuta Kurdî-Swîsre û yê Pena Kurd e.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …