HEDEP banga Komara Demokratîk kir

HEDEP: “Demokratîkirina komarê wezîfeya me ya dîrokî ye.”

Partiyê  meseleya Kurd wekî “pirsgirêka Kurd” pênase kiri û banga avakirina “Komara Demokratîk kir.

HEDEP bi kongreya xwe paradîgmaya KCK’ê qebûl kiribû ku li ser “niştimanê hevpar” û “neteweya demokratîk” hatiye avakirin.

HEDEP di 100. salvegera damezrandina Tirkiyeyê de banga “avakirina Komara Demokratîk” kir.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan vê daxwaza di daxuyaniya nivîskê de îfade kirin.

Hevserokan gotin, “Demokratîkirina komarê wezîfeya me ya dîrokî ye” û wiha axivîn:

“Beriya ku sed salên din ji dest biçin, ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a gelan, baweriyan, bindestan û demokratîk em bi hev re Komara Demokratîk ava bikin.”

Hevserokan meseleya Kurd wekî “pirsgirêka Kurd” pênase kirin û bi van gotinan banga avakirina “Komara Demokratîk” kirin:

“Neteweya demokratîk” û “welatîbûna azad”

“Bi destpêkirina sedsala duyemîn avakirina Komara Demokratîk mifteya avakirina neteweya demokratîk û welatîbûna azad e. Di serî de pirsgirêka Kurd pirsgirêkên gel û baweriyan bi Komara Demokratîk çareser dibin. Komareke li Tirkiyeyê bi demokrasiyê hatiye tacîdarkirin, derfeta jiyana aştiyane dide Kurdan, Tirkan, Ereb, Ermen, Yahûdî, Fars, Suryanî û hemû gelên din ên Rojhilata Navîn, bi vî rengî wê ji çareserkirina pirsgirêkên dîrokî yên li herêmê re bibe alîkar. Werin em dersan ji sedsala destpêkê derxînin. Beriya ku sed salên din ji dest biçin, ji bo jiyaneke bi hev re û wekhev a gelan, baweriyan, bindestan û demokratîk em bi hev re Komara Demokratîk ava bikin.”

Paradîgmaya KCK’ê qebûl kir

Partiya Çepên Kesk (YSP) bi kongreya xwe ya 15’ê Cotmehê navê xwe guherandibû bûbû Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

Hevserokên HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan/ Medyaya Sosyal

Tulay Hatîmogûllari Oruç û Tuncer Bakirhan wekî Hevserokên Giştî yên HEDEP’ê hatibûn diyarkirin.

Di kongreyê de HEDEP paradîgmaya KCK’ê qebûl kiribû ku li ser hîmên “niştimanê hevpar” û “neteweya demokratîk” hatiye avakirin.

Foto: Logoya HEDEP’ê 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …