Kibris 50 sal berê hat dagirkirin

Kibris 50 sal berê  ji alîyê dewleta tirk ve hat dagirkirin.

Di 20ê tîrmeha 1974an de bi dehezaran leşkerên tirk bi bi ser giravê de girtin.

3,000 rûm, 2,000 kes hatin girtin û 750 kes di bin çavan de hatin windakirin.

Kibris 50 sal berê ji alîyê dewleta tirk ve hat dagirkirin.

Di 20ê tîrmeha 1974an de bi dehezaran leşkerên tirk bi operasyoneke dagirkirinê bi ser giravê de girtin.

Balafirên şer ên tirk bi giranî hedefên hêzên leşkerî yên Kibrisê bombebaran kirin.

Operasyona tirk ji bajarê Kyrenia (Gîrne) dest pê kir û û û pêl bi pêl ber bi deverên din ve berfireh bûn.

Paşê, bajarê Famagusta û nîvê paytext Nîkosiayê (Lefkoşe) hat girtin.

Hêzên çekdar ên rûm li hemberê êrişên giran ên tirk zêde di berxwe nedan.

Di demeke kurt de ji % 37ê axa Kibrisê ket bin kontrola Tirkiyeyê.

Encamên dagirkirinê ji bo civaka rûm hilweşîner bûn.

3,000 kes hatin kuştin û 2,000 sivîl hatin girtin.

Heta niha aqûbeta 750 kesên hatibûn girtin hîn jî zelal nebûye.

Ji % 40ê nifûsa Ii erdên ket bin kontrola dewleta tirk terka cîûwarê xwe kirin.

Rêveberîya tirk piştî dagirkirinê, polîtîkaya tunekirina mîrateya dîrokî û çandî ya yûnan meşand.

Navê gund û bajaran hatin guherandin û gelek berhemên yûnan hatin tunekirin.

Ji bo guherandina demografyayê derîyên Kibrisê hatin vekirin û bi hezaran tirk koçî Kibrisê kirin.

Kibris û erdên wê yên ji alîyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin/X.com

Fîyaskoya dîplomatîk

Paşê, Tirkiye ji bo rewakirina dagirkirina xwe di 1983an de li erdên dagirkirî Komara Tirk a Bakurê Kibrisê damezrand.

Dewletên cîhanê vê komarê nasnekirin û ew jî bû fîyaskoyeke dîplomasîyê ya ji bo dewleta tirk.

Herwiha, Neteweyên Yekbûyî dewleta tirk wekî “dagirker” pênase kir û Komara Kibrisê ku erdên mayî kontrol dikir wekî nûnerê giravê naskir.

Bi mebesta çareserkirina meseleya Kibrisê, bi navbeynkarîya Neteweyên Yekbûyî gelek hevdîtin hatin kirin.

Lêbelê di piranîya hevdîtinan de dewleta tirk yekîtîya giravê û bidawîkirina dagirkirina xwe qebûl nekir.

Îro 43,000 leşkerên Artêşa Tirk wekî hêza dagirker hebûna xwe ya li Kibrisê dewam dike.

—————————————-

Foto: Kibrisîyên di dema dagirkirina welatê xwe de hatin girtin

Infowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Komkujîya 1992an a Cizîr û Nisêbînê

Welat Ayaz  Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî …