Dîplomasiya Tirkiyeyê ya ji bo dirêjkirina Peymana Zad a bi Rûsyayê re bi ser neket.
Erdogan bi vê gavê, dixwest beriya civîna G20’an hemleyekê bike û lîderekî bibandor tevlî civîna li Hîndistanê bibe.
Rûsya pêşniyazên dewleta Tirk ku Erdogan di hevdîtina Soçiyê de kir, qebûl nekir.
Ev jî bû derbeyekê li hember prestîja serokomarê Tirkiyeyê Erdogan û rejîma wî.
Erdogan bi vê gavê, dixwest beriya civîna G20’an hemleyekê bike û lîderekî bibandor tevlî civîna li Hîndistanê bibe.
Lêbelê serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin nexwest peymanê dirêj bike û bi vî awayî xweziya Erdogan di gewriya wî de hişt.
Lîderê Rûsyayê got, hukmên vê peymanê ji aliyê welatên Rojava ve nehatine cîbicîkirin.
Paşê derketibû holê, 51 ji % zadê Ukraynayê gihîştiye welatên wekî Çîn, Îspanya, Tirkiye û hin welatên din ên Rojava.
Pûtîn astengkirina transfera pereyan ya bi riya sîstema SWIFTê jî anî rojevê û da zanîn, vê yekê bandoreke neyênî li bazirganiya zad dike.
Peymana Zad di 22’yê Tîrmeha 2022’an de di navbera Rûsya, Ukraynayê, Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê de hatibû morkirin.
Bi peymanê hatibû ragihandin, wê piraniya zadê Ukraynayê bihîje welatên xizan ên Afrîkayê.
Paşê derketibû holê, 51 ji % zadê Ukraynayê gihîştiye welatên wekî Çîn, Îspanya, Tirkiye û hin welatên din ên Rojava.
Rûsya di 17’yê Tîrmeha 2023’an de ji peymanê vekişiyabû û ev jî bûbû sebeb, buhayê zad li bazarên cîhanê zêde bibe.
Li Soçiyê însîyatîfa Qeterê
Di çarçoveya vê peymana dawî ya di navbera her du aliyan de wê Qeter ji Rûsyayê 1 milyon ton zad bikire.
Ev zad wê bi xebata li Tirkiyeyê bibe arvan û paşê ji 6 welatên xizan ên Afrîkayê re bê pere bê şandin.
Erdoganê ji bo dirêjkirina dema Peymana Zad çûbû Soçiyê, peymaneke din a di vê mijarê bi Putin re mor kir.
Di çarçoveya vê peymanê de wê Qeter ji Rûsyayê 1 milyon ton zad bikire.
Ev zad wê bi xebata li Tirkiyeyê bibe arvan û paşê ji 6 welatên xizan ên Afrîkayê re bê pere bê şandin.
Putin û Erdogan îdîa kirin, peymana dawî ne alternatîfa Peymana Zad a berê ye.

Lê bawerî ev e, Amerîka û Yekitiya Ewrûpayê ji peymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ne kêfxweş in.
Amerîka dixwaze bi riya benderên Bûlgaristan û Romanyayê zadê Ukraynayê bişîne bazarên cîhanê.
Niha fikar ev e, wê plana Amerîkayê ji peymana dawî ya li Soçiyê zirarê bibîne.
Infowelat
Foto: Yek ji hevdîtinên Vladimir Putin û Tayip Erdogan / Jêder: Wikipedia