Welatên Asyayê di konferanseke li Kazakistanê hatin cem hev Armanca fermî ya bernameyê li vê parzemînê xurtkirina aramiyê û bihevbaweriya di navbera welatan de ye Kazakistan di salên dawî de vediguhere yek ji navendên dîplomasiya di navbera welatên Asyayê de. Êdî pirî caran bernameyên navneteweyî yên li Kazakistanê tên lidarxistin. …
Bêtir »Serokê Peruyê rastî zexta hiqûqî hat
Serê lîderê Peruyê Castillo ji belayê rizgar nabe Şefê welêt vê carê rastî giliyê Serdozgeriya Peruyê hat Serokê Peruyê Pedro Castillo piştî ajîtasyona siyasî, îcar jî midaxaleya sîstema hiqûqê hat. Serdozgeriya Lîmayê, Castillo bi lîderiya rêxistineke sûcan û gendeliyê tawanbar kir. Îddia ev e, Castillo Destûra Bingehîn binpê kiriye û …
Bêtir »Ji Almanyayê ji bo Taywanê desteka şermok
Delegasyoneke Parlemena Almanya Bundestagê çû sersdana Taywanê Wekîlên alman ji bo Pekînê hêrs nekin, di civînan de qet qala aloziya li Çîn û Taywanê nekirin Ev jî wekî destekeke şermokî ya Almanyayê ya ji bo Taywanê hate şîrovekirin Komeke wekîlên Parlemena Almanyayê ku ev 5 roj in li Taywanê bûn, …
Bêtir »Bosna-Hersek hilbijartineke din li dûv xwe hişt
Li Bosna Hersekê, hilbijartina giştî hate lidarxistin Di dengdanê de serokatiya dorveger, parlemena neteweyî û parlemenên kantonan hatin hilbijartin Hilbijartina dawî ya Bosnayê, îsal di nava problemên giran ên welêt de hate lidarxistin. Gendeliya siyasî û parçebûna etnîk a di navbera sirb, kroat û boşnakan de bû sebeb beşdariya dengdanê …
Bêtir »Li Brazîlê Lula nêzîkî serokatiyê ye
Encamên hilbijartinê wekî texmînan derketin û Lula bi 5 pûanan ket pêşiya Bolsonaro Lîderê çepgir Lûla 48 ji % dengan wergirt Serokê heyî Jair Bolsonaro jî bû xwediyê 43 sedî ji dengan Li Brazîlê ji bo hilbijartina giştî welatî duh çûn ser sindoqan. Li derdora 150 milyon kes ji bo …
Bêtir »Îtalya serkeftina Meloni nîqaş dike
Serokê Partiya Demokrat (PD) Enrico Letta serkeftina bloqa rastgir wekî “rojeke reş a ji bo Îtalyayê” pênase kir. Matteo Salviniyê ku ji encamên hilbijartinê kêfxweş bû, li pêş kamerayan peyama yekitiya bloqa rastgir da. Parçebûna siyasî ya Îtalyayê piştî hilbijartinê jî wekî berê berdewam dike. Medya li gorî sekna xwe ya …
Bêtir »Li Îtalyayê Giorgia Meloni bi ser ket
Li Îtalyayê texmîna anketên ji bo hilbijartinê rast derket Partiya post-faşîst Fratelli d’Italya di encama hilbijartina yekşemê de bû yekemîn Bi vê encamê riya serokwezîriya hukumeteke koalîsyonê li pêşiya Giorgia Meloni vebû Roja yekşemê 51 milyon hilbijêrên li Îtalyayê ji bo parlemen û senatoya nû çûn ser sindoqan. Reqabeta siyasî …
Bêtir »Li Îtalyayê mîtîngên partiyan hatin protestokirin
Li Îtalyayê bi nêzîkbûna hilbijartinê re, li kolanan tansiyon bilind dibe Di mîtîngên li Palermo û Ponticiyê yên du partiyên cuda de alozî derket Bernameya yekemîn a alozî tê de mîtînga partiya Fratelli d’Italia ango Biraderên Îtalyayê bû. Namzeta serokwezîriyê Giorgia Meloni tevlî bernameya li Palermoyê bû û axaftinekê kir. …
Bêtir »Nancy Pelosi Azerbaycanê şermezar kir
Pelosi: Ji ber êrişa îlegal û dijwar a Azerbaycanê ya li hemberê erdên Ermenistanê, naveroka vê civînê li ser ewlekariyê ye.” Ermenistana ku hefteya borî rastî êrişeke dijwar a Azerbaycanê hat, bi serdana Nancy Pelosî re hinekî dilê xwe xweş kir. Berdevka Meclîsa Nûneran a Amerîkayê çû serdana paytext Êrîvanê …
Bêtir »Serokwezîra Swêdê Anderson îstifa kir
Siyaseta Swêdê piştî hilbijartinên dawî serûbin dibe Serkeftina bloqa rastgir û rastaradîkal hêviya hukumeta Sosyal Demokrat ji holê rakir Piştî vê encamê serokwezîra Swêdê Magdalena Anderson îstifa kir Li Swêdê hilbijartina roja yekşemê, derî li demeke dirêj a dîrokê girt. Bloqa partiyên rast û rasta radîkal di hilbijijartinê de bi …
Bêtir »Swêd hilbijartinek krîtîk li dûv xwe hişt
Civaka Swêdê ji bo hilbijartineke krîtîk duh li ser sindoqan bûn Partiya Sosyal Demokrat û Bloqa Muhafazakar, di pêşbirka siyasî de di berhev didin Li gorî encamên ewil, partiyên rastgir dibin xwediyê piraniya kursiyên parlemenê Hilbijartinên giştî yên Swêdê, vê carê di nava rojeveke germ de tê lidarxistin. Polîtîkaya penaberiyê, …
Bêtir »Qraliçeya brîtanî Elizabeth mir
Li Brîtanyayê serdemek hat girtin Qralîçeya Brîtanyayê Elizabeth 96 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da Xwediyê taca brîtanî Elizabeth tam 70 sal li ser text ma Qralîçeya ku li Brîtanyayê serdemeke dirêj hikûmranî kir, Qralîçe Elîzabetha II., ji ber ku rewşa tendurustiya wê xerab bibû, doktoran wê xistibin …
Bêtir »Pûtîn: Ambargo civaka ewrûpayê hilweşand
Pûtîn her cara ku derbarê aloziya Rûsya û welatên Rojava de devê xwe vedike, gotinên wî dibin rojev. Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vê carê jî qala ambargoyên li dijî welatê xwe kir û ajot ser Yekitiya Ewrûpayê. Pûtîn di Forûma Aboriyê ya Rojhilat ya li bajarê Vladîvostokê axivî û derbarê …
Bêtir »Ewrûpa 500 milyon Euro dide Ûkraynayê
Ewrûpaya deriyên xwe ji Ûkraynayê vekir alîkariya xwe ya ji bo vî welatî didomîne Bruksel biryarê da ji bo alîkariya leşkerî 500 milyon Euro bide Ûkraynayê Yekitiya Ewrûpayê bi gavên mezin, têkiliyên xwe bi Ûkraynayê re pêş dixe. Bruksel piştî statuya namzetiyê da Ûkraynayê, prosesa ji bo endamtiyê ji vî …
Bêtir »Liz Truss bû serokwezîra Brîtanyayê
Liz Truss, bû serokwezîra nû ya Brîtanyayê Ji bo serokwezîrtiyê Wezîrê Maliyeyê Rishi Sunak û Wezîra Karên Derve Liz Truss di ber hev dan Brîtanyaya di nava krîza siyasî de ye, bi hefteyan e li bende bû lîderek nû hilbijêre. Li Brîtanyayê de meqama serokwezîriyê bi îstifaya Boris Johnson a …
Bêtir »Japonya û Îsraîl peymana leşkerî îmze kirin
Japonya û Îsraîl peymana hevkariya leşkerî îmze kirin Her du welat bi vê gavê ciyê xwe yê di nava projeya Pasîfîkê ya Amerîkayê xurtir dikin Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Yasukazu Hamada û hevkarê wî yê Îsraîlê Benny Gantz, li Tokyoyê hatin cem hev. Herdu wezîran daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û …
Bêtir »Mîhaîl Gorbaçov wefat kir
Mîhaîl Gorbaçov di 91 saliya xwe de wefat kir Lîderê dawîn a Sovyetê bi reformên xwe xwestibû temenê dewletê dirêj bike Gorbaçov bi ser neket bi ser de jî wekî mîmarê hilweşîna Sovyetê hate binavkirin Lîderê berê yê Yekitiya Sovyetê Mîhaîl Gorbaçov, li paytexta Rûsya Moskowê çû ser dilovaniya …
Bêtir »Şerê desthilatê yê li Bexdayê
A.Rahman Çelîk Di pevçûnên li kolanên Bexdayê de 23 kes hatin kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûn Hukumet li hemû aliyên Iraqê qedexeya derketina derve ragihand Li Iraqê, krîza siyasî her ku diçe kurtir dibe. Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedr derket pêşberî kamera û bang li alîgirê xwe …
Bêtir »Amerîka û Japonya dest bi tetbîqatekê kirin
Japonya tevlî Amerîkayê, li Deryaya Japon dest bi tetbîqatê kir Ciyê minawreyên leşkerî li hemberê peravên Çînê ye Li derdora 2 hezaran leşkerên ji her du welatan tevlî vê tetbîqatê dibin Japonyaya ku di 70 salên dawî de terka polîtîkaya mîlîtarîzmê kiribû, gav bi gav vê sekna xwe diguherîne. Tokyo …
Bêtir »Li Kolombiyayê banga ji bo aştiya giştî
Serokê Kolombiyayê Gustavo Pedro di serdana xwe ya ji bo bakur-rojavayê welêt banga agirbestê li komên çekdar kir Pedro got, di çarçoveya plana xwe ya aştiyê de li Kolombiyayê ew dixwaze “aştiyeke giştî” serdest bibe. Serokê Kolombiyayê Pedro ku ev 2 meh in li ser kar e, bi lez bernameya …
Bêtir »Zelensky bi Guterres û Erdogan re civiya
Serokê Tirkiyeyê Tayyib Erdogan çû serdana lîderê Ûkraynayê Volodimir Zelensky. Erdogan li bajarê Lvivê ya li rojavayê Ûkraynayê ji aliyê Zelensky ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtina di navbera her du lîderan de ji ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Lewma jî wekî hevdîtina Erdogan û Putin a li Soçiyê, naveroka vê …
Bêtir »