Swêd hilbijartinek krîtîk li dûv xwe hişt

Civaka Swêdê ji bo hilbijartineke krîtîk duh li ser sindoqan bûn

Partiya Sosyal Demokrat û Bloqa Muhafazakar, di pêşbirka siyasî de di berhev didin

Li gorî encamên ewil, partiyên rastgir dibin xwediyê piraniya kursiyên parlemenê

Hilbijartinên giştî yên Swêdê, vê carê di nava rojeveke germ de tê lidarxistin.

Polîtîkaya penaberiyê, endamtiya NATO’yê, modela refahê weke mijarên sereke yên Swêdê, pêşbirka siyasî dijwartir dikin.

Partiya Sosyal Demokrat a li ser kar di her sê mijaran de jî polîtîkayên heyî diparêze û xwe wekî navnîşana aramiya li welêt nîşan dide.

Jimmy Akesson. Serokê partiya rastgir Demokratên Swêdê. Di hilbijartinê de herî zêde partiya wî dengên xwe zêde kir. 

Li aliyê din, Bloqa Muhazafakar ku rasta radîkal jî tê de tên temsîlkirin, di her sê meseleyan de jî mixalefetê dike û dixwaze sîstemê ji bin ve biguherîne.

Ev jî dike ku pêşbirka siyasî gav bi gav kûr bibe û siyaseta Swêdê bike du seriyên dijberê hev.

Li gorî encamên jimartina ewilî ya dengan Partiya Sosyal Demokrat a serokwezîr Magdalena Andersonê bi qasî 30 ji % dengan wergirt.

Lê digel bê partiyê bû yekemîn jî ev encam têra bidestxistina piraniya kursiyên parlemenê nake.

Arîtmetîka texmînî ya parlemenê

Ji ber serfiraziya partiya rastgir a li dijî hebûna koçberan, partiyên rastgir dibin 176 kursiyan.

Ev partiya di asta nîjadperestiyê de li dijî koçberan e, 21 ji % dengan bi dest xist.

Partiyên xwe wekî çep bin av dikin incax dikarin tev bi hev re 173 kursiyan bi dest bixin.

Bêguman eger hilbijartin bi vê arîtmetîkê bi encam bibe wê serokwezîr Anderson nikaribe hukumetê ava bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …