Mîhaîl Gorbaçov wefat kir

 

Mîhaîl Gorbaçov di 91 saliya xwe de wefat kir

Lîderê dawîn a Sovyetê bi reformên xwe xwestibû temenê dewletê dirêj bike

Gorbaçov bi ser neket bi ser de jî wekî mîmarê hilweşîna Sovyetê hate binavkirin

Lîderê berê yê Yekitiya Sovyetê Mîhaîl Gorbaçov, li paytexta Rûsya Moskowê çû ser dilovaniya xwe.

Gorbaçov ev demeke dirêje li nexweşxaneyek li Moskowê ji ber nexweşiyên xwe dihat dermankirin.

Mîkhaîl Gorbaçov li Yekitiya Sovyetê bi xizmeta ji bo Partiya Komuhnîst dest bi kar kiribû di 1985’an de wekî kesekî ciwan û dînamîk bûbû serokê dewletê.

Wî di destpêka lîderiya xwe de xwestibû butçeya ji bo çekan kêm bike û aboriya hejar a welêt pêş bixe.

Gorbaçov û serokê Amerîkayê yê berê Ronald Reagan. Her du lîder peymana kêmkirina çekên nukleer îmze kirin.

Bi taybetî jî wî hewl da hilberîna çekên nukleer 50 ji sedî kêmtir bike û reqabeta çekan a bi Amerîkayê re bi dawî bike.

Reformên Gorbaçov

Paşê Gorbaçov bi bernameyên xwe yên Perestroyka û Glasnost xwest aboriyê ji nû ve dîzayn bike, sînorên azadiyên civakî berfireh bike.

Armanc ew bû ku bû êdî meseleyên aborî û civakî bi riya sîstemeke demokratîk bên çareserkirin û bi vî awayî hegemonyaya partiya komunîst bê nermkirin.

Lê reformên Gorbaçov dereng mabûn û êdî ji bo vê dewleta dêwane ya di sikratê de bi kêr nedihatin.

Lewma jî bi biryara lîderên her 15 komarên Sovyetê dawî li hebûna vê dewletê hat anîn.

Sovyet hilweşiya

Di heman prosesê de Gorbaçov jî daxuyaniyek da û ji serokatiya Sovyetê îstifa kir.

Di 26’ê Kanûna 1991’an de Ala Sor a Yekitiya Sovyetan ji ser Kremlînê hat daxistin.

Bi vê bûyera dîrokî, dawî li hebûna yekemîn dewleta komunîst a cîhanê hate anîn.

Gorbaçov di hevpeyîneke xwe ya dawî de sebeba îstifaya xwe û jihevxistina vê dewleta hêzdar a cîhanê wiha îzeh kiribû:

“Ji bo parastina Sovyetê çi ji dest hat min kir, lê ez bi ser neketim.”

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …