Liz Truss bû serokwezîra Brîtanyayê

Liz Truss, bû serokwezîra nû ya Brîtanyayê

Ji bo serokwezîrtiyê Wezîrê Maliyeyê Rishi Sunak û Wezîra Karên Derve Liz Truss di ber hev dan

Brîtanyaya di nava krîza siyasî de ye, bi hefteyan e li bende bû lîderek nû hilbijêre.

Li Brîtanyayê de meqama serokwezîriyê bi îstifaya Boris Johnson a di tîrmehê de vala mabû.

Di destpêkê de di nava koma parlemenê partiya Muhefezekar de dengdan hatin lidarxistin.

Piştî vê prosesê Wezîrê Maliyeyê Rishi Sunak û Wezîra Karên Derve Liz Truss man ji bo tûra dawî.

Pêşbirka dawî ya di navbera her du namzetên xurt de, bi dengê delegeyên partiyê pêk hat.

Di hilbijartinê de Sunak 60 hezar, Truss jî 81 hezar deng wergirtin.

Truss hate protestokirin

Di dema hilbijartin dom dikir, li pêşiya Partiya Muhafazakar endamên partiyê çalakiyeke lidarxistin, şefa namzeta serokweziriyê Liz Truss protesto kirin.

Di dûmahîka rojê de li hin deverên din ên paytext Londonê jî çalakî hatin lidarxistin.

Çalakgerên brîtanî hilbijartina Liz Truss a ji bo serokwezîriyê protesto kirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji Brukselê heta Kurdistanê: Helwesta N-VAyê ya li ser otonomî û mafên neteweyî 

Hevpeyvîn: Necat Ayaz  Partîya netewperwer a flaman N-VA ku konfederalîzmê daxwaz dike, li Belçîkayê hat …